Beştaş: Êşkenceyê li girtiyên zarok û kal û pîr dikin!

Parlementera HDP’ê Beştaş bal kişand ser êrîşên AKP’ê yên di girtîgehan de û got: “Ji zarokê 4 salî bigire heta dayîka 78 salî êşkenceyê li girtiyan dikin.”

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş di Nobeta Wijdan û Edaletê ya partiya xwe de daxuyaniya çapemeniyê da.

‘BÛYE KAMPÊN KOMKIRINÊ’

Beştaş qala êşkenceya sîstematîk a di girtîgehan de kir û ev nirxandinên hanê kir.

“Gelek girtîgeh bûne navendên îşkenceyê. Serokê Giştî yê AKP’ê diyar kir ku bi cilên yekcureyî ev talîmata wî bi xwe ye.

Feraseta ku Tirkiye kiriye girtîgeheke mezin, girtîgeh jî kiriye kampên komkirinê. Em dizanin ku feraseta wan ev e ku, bedenên ên hundir teslîm bigirin û yên derve jî biavêjin girtîgehan. Hûn dikarin mirovan biavêjin girtîgehê lê hûn nikarin fikra wan ji destê wan bigirin. Li Elmanyayê Goebbels xwest vêya bike lê bi ser neket.”

‘AKP JI GIRTIYAN DITIRSE’

Nûriye û Semîh nêzî sînorê mirinê bûn. Niha hatiye qedexekirin ku navê van kesan jî were gotin. Tu welatekî din tuneye ku nav jî were qedexekirin.

Rojnamevanên girtî û parlementerên me hemû ji ber fikrên xwe tên darizandin. Girtî di nav 4 dîwaran de ne lê dîsa jî ji wan jî ditirsin. Li pişt êrîşên wan ev tirs heye. Ji ber tirsê êrîş dikin.

‘ÊŞKENCEYÊ LI ZAROK Û KAL Û PÎRAN DIKIN…’

Beştaş wiha got: “Em duh çûn girtîgeha tîpa Tyê ya Wanê. Me tespît kir ku li vê derê îşkenceyeke giran û birîndar heye. Li Xarpêtê îşkence li Hevşaredara me ya Serayê ya Wanê kirine. Êşkence li dayîka 78 salî û zaroka 4 salî kirine.”

‘GIRTIYÊN NEXWEŞ MEHKÛMÎ MIRINÊ DIKIN’

Beştaş di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “ Li girtîgehan 357 girtiyên nexweş hene. Ev însan mehkûmî mirinê bûne. Dewlet çavê xwe ji mirina wan re digire. Cihê wan girtiyên nexweş ne girtîgeh e.”