Besta sê roj in bi destê dewletê tê şewitandin
Şewata ku leşkerên Tirk beriya sê rojan li herêma Bestayê ya bejahiya Şirnexê derxistin, di bin çavdêriya dewletê de dewam dike. Ji bo vemirandinê tiştek nayê kirin.
Şewata ku leşkerên Tirk beriya sê rojan li herêma Bestayê ya bejahiya Şirnexê derxistin, di bin çavdêriya dewletê de dewam dike. Ji bo vemirandinê tiştek nayê kirin.
Leşkerên Tirk beriya sê rojan agir berdan Zozanê Şerevanê yê li herêma Bestayê.
Şewat li qadên Şerevan, Çemê Mezin û Xare Kunayê dewam dike û ji bo vemirandinê ne tiştek tê kirin ne jî destûr tê dayin ku mirov şewatê vemirînin.
Heta niha bi sedan darên li herêmê şewitîne.