Beşek ji dîroka komkujiyên dewleta Tirk -I -NÛ BÛ

Roboskî tenê beşek ji komkujiya dewleta Tirk a li ser Kurdan e. Li RoboskÎ dewleta Tirk bi F-16'an 34 Kurd qetil kirin. Li gel ku di ser komkujiyê re 9 sal çûne jî hê berpirs nehatine darizandin.

Dîroka Kurdan ne tenê bi berxwedanên dîrokî û serhildanan her wiha bi komkujiyan jî tije ye. Yek ji van komkujiyan jî komkujiya Roboskî ye. Ev herêm ku navê wê Rûbozik e û jîgeha Ermenan e, 1915'an û piştî wê jî bi komkujiyan herêm ji Ermenan hate valakirin. Li gorî vegotinên gundiyan heta bi demeke nêzîk jî şûnmayên dêran Ermenan hebûn. Piştî ku herêm ji Ermenan hate valakirin navê gundan hate guherandin, Navê Rûbozik /Roboskî kirin Ortasu, navê Bêcûh ê ku 2 km jê wêdetir e Gulyazî danîn. Li vê herêmê ku tim komkujî lê hatine kirin herî dawî 28'ê Kanûna 2012'an 34 Kurd bi balafirên şer ên Tirk F-16'an hatin qetilkirin.

Bi ragihandina komara Tirk re bazirganiya bi hezaran salan bi 'qeçaxî' hate binavkirin. Roboskî ya cîranê Heftanînê ya Başûr e, her wiha bi hezaran salan rêya bazirganiyê bû. Piştî ku sînor hatin danîn jî bazirganî heta 28'ê Kanûna 2011'an domand.

LI XWE MIKURHATINA KOMKUJIYÊ YA LEŞKERÊN TIRK

Gundiyên ku beriya niha jî bi sedan caran li gel hespên xwe bazirganî dikirin wê şevê jî dîsa bi xilbeyî ji bo ku mazot, şekir û çixareyan hilgirin bi rê ketibûn. Gundiyan bi malzemeyên ku li hespên xwe dikirin pere bi dest dixistin. Serê hespekî 50-70 lîre dikete destê wan. Ên ku bazirganiya eslî dikir ne ew bûn, gundiyan tenê bar hildigirtin û bi vê pere bi dest wan ve dihat. Berhemên ku dianîn jî yên dikandar, markêt û perekendiyiyan bû.

28'ê Kanûna 2011'an dîsa bi eynî armancê çûne ser sînor. Ji Bêcûh û Roboskî 35 kes bi hespên xwe bi rê ketin. Dema ku gihaştin cihê leşkerî yê li ser sînor leşkerên ku xerax ji gundiyan distandin û dihiştin ku biçin vê carê gotin, ''Dibe ku ev cara we ya dawî be ku hûn ê biçin.''

Ev gotinên leşkeran ku nîşana hatina komkujiyê didin, mikurhatina wê komkujiyê bû ku piştî bi çend saetan wê pêk bihata. Gundiyan ev gotin bi bobeleta ku dipan şîrove kiribûn. Ji ber ku beriya niha jî car caran bazirganiya ser sînor hatibû astengkirin. Lê wê vê carê wiha nebûya, 34 gundî li gel hespên xwe bi rengekî hovene wê bihatana qetilkirin. Dema ku gundî gihaştin ser sînor û vegeriyan balafirên şer ên artêşa Tirk F-16 saet di navbeyna 21.37,22.24'an de gelek caran bombe avêtin. Ji 35 kessan tenê Servet Encû sax filîtî. 34 kesên din tevî hespên xwe bi bombeyên bi giraniya bi tonan hatin qetilkirin.

ZEXTÊN DEWLETÊ HÊ ROJA PÊŞÎ DEST PÊ KIR

Piştî komkujiyê ji bo ku cenaze li cihê ku malbatan dixwest neyên veşartin qeymeqamî û berpirsên tabûra leşkerî yên li gund tişta ku ji dest wan hat texsîr nekirin. Lê bi berxwedana parlamenterên DBP'ê û gundiyan rayedarên dewleta Tirk bêgav man ku bi paş ve gav bavêjin. Her wiha ji bo sersaxî û piştevaniyê çûnûhatinê jî dom kir. Di her salvegera komkujiyê de bernameyên bîranînê çêbûn. Her sal ji derveyî welat bi hezaran mirov piştevaniya xwe diyar kirin û ji malbatan re bûne piştevan. Lê bêguman îro hê jî êşa malbatên Roboskî weke duh nû ye.

DAXUYANIYÊN MEŞRÛKIRINA KOMKUJIYÊ

Daxuyaniyên dewleta Tirk ên têkilî komkjiyê ji hêla Roboskiyan ve weke berdewama komkujiyê hatin nirxandin. Ji ber ku bi hewldana meşrûkirina komkujiyê bûn ev daxuyanî.  Serokwezîrê Tirk ê wê demê Tayyîp ji kuştiyan re pêşî got, ''PKK'yî, piştre got, ''eşqiya'' û herî dawî got, ''qeçaxçî'', her daxuyaniya wî bi wê mebestê bû ku qewlikekî meşrû li komkjiyê bike.

Li gel ku 9 sal di ser komkujiyê re çûne jî nêzîkatiya dewleta Tirk a li komkujiyê neguherî. Pêvajoya hiqûqî ya ku berpirs werin darizandin jî bi dawî nebû.

PÊVAJOYA HIQÛQÎ

Piştî komkujiyê malbatan ji bo ku berpirs werin darizandin û ceza bixwin pêvajoya hiqûqî dest pê kir. Serî li rêyên hiqûqê ya Tirk dan. Lê ji yekê ji van jî encameke baş dernket. Dawiyê bi hinceta ku parêzerên ku pêvajoya hiqûqî rê ve dibirin belgeyên xwe kêm şandibûn Dadgeha Bilind a Tirk serlêdan red kir. Malbatên Roboskî li dijî vê biryarê bi hêrs rabûn. Hem ji bo belgeyeke kêm serlêdana wan hate redkirin bi hêrs bûn hem jî li dijî parêzeran bihêrs bûn ku ji serî de pêvajo dişopandin, ji ber şaşiyên di şêwazê de qoz dane Dadgeha Bilind a Tirk.

ÊN KU NEKUŞTIN ZILM LI WAN KIRIN

Hem hesabê komkujiyê li zemîna hiqûqî nehate pirsîn, hem jî her ku çû zexta li ser malbatan hate zêdekirin. Roboskiyên ku bi axaftinên xwe dixwestin hesab ji berpirsên komkujiyê wer pirsîn lêpirsîn li wan hate vekirin, hatin destgîrkirin, girtin û ceza xwarin. Ên ku çûne ser gora zarokên xwe jî hatin darizandin. Dewletê bi rengekî aşkere got, ''Ji we yên ku min kuştin ez ê bikujim yên ku min ne kuştin jî bi her rê û rêbazî ez ê we biçewisînim.''

Di ser komkujiya Roboskî re 9 sal çûn. Ev ne komkujiya pêşî bû û ne jî ya dawî. Piştre jî komkujiyên li ser Kurdan dom kirin. Berpirsên Roboskî jî û yên komkujiyên din jî dernexistin holê, nehatin darizandin û cezakirin. Lê malbatên Robosk3i ti caran dev ji têkoşîna lêgerîna dadê neqeriyan. Hê jî eynî tiştî dibêjin, ji bo hesab ji kujerên zarokên xwe bipirsin têkoşîna wan didome.