Besê Hozat: DYE stratejiya xwe naguherîne

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, DYE stratejiya xwe ya li Sûriyeyê naguherîne, tenê têkiliyên taktîkî û polîtîkaya rojane diguherîne. Hozat got, wê êdî hewl bide bi rêya Tirkiyeyê dîzaynê bide Sûriyeyê.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de giranî da ser hevsengiyên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê.

DYE POLÎTÎKAYA XWE YA LI SER SÛRIYE Û ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE DÎZAYN DIKE

Hozat bal kişand ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser vekişîna ji Sûriyeyê û diyar kir, ev biryar ji bo wan ne surprîz bû.

Hozat got, eger bê fêhmkirin bê DYE ji bo çi kete nava Sûriyeyê, wê sedema biryara vekişînê jî bi hêsanî were fêhmkirin û anî ziman, divê ev biryar weke beşek ji polîtîka û stratejiya DYE'yê ya li gelemperiya Rojhilata Navîn bê dîtin.

Hozat got, "DYE bi vê biryarê re ne dest ji Sûriyeyê berdide, ne jî ji polîtîkaya xwe ya li ser Rojhilata Navîn. Polîtîkaya xwe ya li ser Sûriye û Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dike. DYE'yê demeke dirêj polîtîkayên li dijî Îran, Koreya Bakur û Sûriyeyê meşand. Bi Şerê Kendavê re ku piştgirî dagirkeriya Iraqê ya li Qûweytê dest pê kir, pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dest pê kiribû. Bi vî şerê li Rojhilata Navîn re dihate xwestin, Rojhilata Navîn li gorî pêwîstiyên kapîtalîzmê were dîzaynkirin. Yek ji welatên herî girîng ên bû hedef, Sûriye bû. Ji xwe destwerdana li 'Bihara Ereb' a li Rojhilata Navîn bi awayekî herî zelal li Sûriyeyê hate dîtin. Sedemeke din a destwerdana DYE'yê li Sûriyeyê, qelskirina dewleta Sûriyeyê, birêkûpêkkirina rejîma Baas li gorî polîtîka/berjewendiyên xwe yên herêmî bû ku bi vî rengî bike ku nikaribe Îsraîlê aciz bike. Her wiha xwest, tevgereke şoreşê ya derkeve holê asteng bike. Dema ku mirov di vê çarçoveyê de binirxînin, wê were dîtin ku DAÎŞ ji DYE'yê re ji bo ketina nava Sûriyeyê sedemeke di cih de bû. Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir, DYE'yê ev hincet baş bi kar anî. Di dema berxwedana Kurdan a Kobanê de DYE'yê jî êrîşên hewayî pêk anî û ji bo xwe rewa bike û îmaja xwe sererast bike gavek avêt. Bi vî rengî zemîna ji bo ketina nava Sûriyeyê derket holê û normal bû."

DYE'YÊ BI RÊYA YPG Û YPJ'Ê XWEST ÎMAJA XWE SERERAST BIKE

Hozat bi bîr xist, beriya êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê, şervanên YPG û YPJ'ê li gelek eniyan DAÎŞ têk birin û li Kobanê jî li dijî DAÎŞ'ê şerekî lehengî dihate kirin. Hozat got, "DAÎŞ'ê li vir jî derbeke giran xwaribû. Şervanên YPG/YPJ'ê bi taybetî lehengiya şervanên jin ên Kurd, bandoreke mezin li civaka cîhanê dikir û piştgirî didîtin. Şoreşa Rojava bandor li tevahiya dinyayê dikir. Serketina Kobanê wê ev bandor bi du-qatî zêde bikira. DYE'yê dixwest sûdê ji şoreş û atmosfera erênî ya şervan û jinên Kurd werbigire û îmaja xwe ya xerabûyî li Rojhilata Navîn û dinyayê sererast bike. Bi desteka ji bo şervanên Kurd, weke ku li dijî DAÎŞ'ê şer dike, hewl da vê yekê bike."

Hozat anî ziman, DYE ji roja ku bi rengekî fîzîkî ketiye nava Sûriyeyê û vir ve hewl dide karakterê şoreşgerî yê Şoreşa Rojava qels bike, bixe bin kontrola xwe û Sûriyeyê jî li gorî berjewendiyên sîstema hegemonîk sererast bike. Hozat got, "Di vî warî de hin gav hatibin avêtin jî, rewşeke ku tam li gorî dilê DYE'yê be, pêk nehat."

WÊ DI SER TIRKIYEYÊ RE HEWL BIDE SÛRIYEYÊ DÎZAYN BIKE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, DYE stratejiya xwe ya li Sûriyeyê naguherîne, ya ku niha diguherîne têkiliyên xwe yên taktîkî û polîtîkaya rojane ye.

Hozat ev tespît kir: "DYE wê ji niha û pê ve hewl bide bi rêya Tirkiyeyê dîzaynê bide Sûriyeyê. Dema ku vê dike, wê hin hêzên li nava Kurdan ên ji destpêkê ve li dijî Şoreşa Rojava ne, bi kar bîne. Wê hewl bide siyaseta xwe di ser Tirkiyeyê re ku endamê NATO'yê ye bimeşîne. Bi rêya çeteyên ku Tirkiyeyê ew bi rêxistin kiriye û fînanse dike, wê hewl bide şêweyekî nû bide Sûriyeyê. Bi vî rengî wê bixwaze bandorê bike. Erdogan bi gotina, 'Em ê Ereban ji DAÎŞ'ê re nehêlin, Kurdan jî ji YPG'ê re nehêlin', nîşan da ku polîtîkaya xwe ya ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyeyê gihandiye kîjan astê û çawa dixwaze rewa bike. Ev polîtîka metirsiyeke mezin e li ser gelên Sûriyeyê. Ev polîtîka tê wateya; rewakirina dagirkiriya TC, kûrkirina şerê navxweyî û hiştina Sûriyeyê li nava şer. Aliyê tê dîtin ê polîtîkaya DYE'yê wiha ye."

HEVSENGIYA HÊZAN A LI SÛRIYEYÊ WÊ JI NÛ VE BÊ DANÎN

Besê Hozat diyar kir, bandor û encamên vê biryarê wê cidî bin û wiha dewam kir: "Li Sûriyeyê hevsengiya hêzan wê ji nû ve bên danîn. Hewldana DYE'yê ku dixwaze bi rêya Tirkiyeyê xwe li Sûriyeyê xwe xurtir bike, wê bibe sedem ku Rûsya, Îran û rejîma Baas, siyaseta xwe ji nû ve binirxînin. Rola Kurdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ji bo hevsengiyan hemûyan, diyarker e. Dijminatiya li Kurdan û hêzên demokrasiyê bi kêrî kesî nayê, lê zerarê dide. Kurd dînamîkê bingehîn ê demokrasiyê yê welatên herêm ye, garantiya yekîtiyê ye. Hêza bingehîn a ku yekîtî û demokrasiya welatan pêk bîne Kurd in. Ev rastî ne ya înkarkirinê ye. Her hêza bi Kurdan re têkiliyeke dostane û tifaqê bike wê her tim bi ser bikeve. Hêzên ku tenê ji bo ji Kurdan sûdê werbigirin û wan bi kar bînin nêzîk bibin, wê timî zerarê bibînin û winda bikin."

TIRKIYE HÊZEKE DAGIRKER E, JI BO SÛRIYEYÊ FELAKET E

Hozat bi bîr xist, Kurdan bi siyaseta xwe timî nîşan dan ku ew alîgirê jiyana azad û demokratîk a li nava sînorên Sûriyeyê ne û got, "Timî hewl dan bi dewleta Sûriyeyê re danûstandinan bikin. Ji ber vê yekê qebûl kirin ku li Qamişlo û Hesekê hin herêm di kontrola rejîmê de bimînin. Ji bo Heleb nekeve, gelek fedakarî kirin. Lewma siyaseta ku bi kêrî Sûriyeyê tê, lihevkirina bi Kurdan û hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê re ye. Eger bandora Tirkiyeyê li Sûriyeyê zêde bibe, ev ê ji bo Sûriyeyê bibe felaket. Tirkiye hêzeke dagirker e, bi polîtîkaya neo Osmanî tevdigere û dixwaze Sûriyeyê bike eyaleteke xwe. Dewleta Erdogan û Bahçelî hîn jî di nava dinyaya Osmanî de ye."

AŞTÎ Û ARAMIYA LI SÛRIYEYÊ BI LIHEVKIRINA DEMOKRATÎK A BI KURDAN DIBE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, eger dewleta Sûriyeyê û hêzên pê re tifaq kirine rastiyan bibînin, li berjewendiyê gelên Sûriyeyê bifikirin û li gorî vê yekê siyaseteke nû destnîşan bikin, wê karibin pêşî li dagirkeriya Tirk bigirin û Sûriyeyê ji nava metirsiyê rizgar bikin.

Hozat got, "Yekane rêya pêşîgirtina li kaoseke nû ay li Sûriyeyê, lihevkirina demokratîk a bi Kurdan re ye. Sûriye bi vî rengî dikare bibe xwedî aştî û aramiyê, dikare bibe xwedî hêz. Di rewşeke berevajî de wê şerekî navxweyî yê bi salan li benda Sûriyeyê be. Ya ku Tirkiye dixwaze bike ev e."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ WÊ JI BO KURDAN BÊ WATEYA SERKETINA SIYASÎ

Di dewama axaftina xwe de Hozat işaret bi girîngiya serdemê ji bo Kurdan kir û got, "Eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk nînin, wê gelekî winda bikin. Em di demeke welê de ye ku hevsengiyên berê hilweşiyane, yên nû çêdibin. Destpêka sedsala 20'an bi vî rengî bû. Ji ber pirsgirêkên rêbertiyê û nebûna yekîtiyê, hevsengiyên hatin danîn li dijî Kurdan bûn. Nebûna yekîtiya Kurdan niha jî rê li ber metirsiyên mezin vedike."

Hozat diyar kir, yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan ji nan û avê bêhtir lazim e û got, "Kurd di demeke dîrokî de ne. Tevî metirsiyan, derfet jî gelekî zêde ne ku bibin xwedî statuya siyasî. Yekbûna Kurdan di nava kongreya neteweyî de wê were wateya serketina siyasî. Ev yek niha nikaribe bê kirin jî, qet nebe divê her partî siyaseteke ku zerarê nede berjewendiyên Kurdan esas bigirin.  Em hêvîdar in ku her kes wê bi vê hesasiyetê tevbigerin."