Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî, pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê nirxand û got, "Newroz ji xwe ev bi xwe ye. Newroz bi xwe ev e. Di vê Newrozê de jî sekneke bi vî rengî hate nîşandan. Sekneke bi vî rengî ye: Em ê desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP'ê hilweşînin. Bi têkoşîna xwe ya avakirina Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk re em ê vê yekê pêk bînin."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nirxandineke bi vî rengî kir:
"Di meha Adarê de salvegera komkujiyên Gazî, Qamişlo, Helebce bû. Beriya her tiştî ez kesên ku di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Hêzên ku komkujî kirine jî bi hêrseke mezin şermezar dikim. Di heman demê de destpêka meha Adarê şehadeta hevala Raperîn Amed hate eşkerekirin. Hevala Raperîn li her qada têkoşînê kar kir. Di vê têkoşînê de kedeke xwe ya gelekî mezin heye. Bi taybetî li qada civakî, di avakirina sîstema konfederal a demokratîk de, di belavkirina paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk a li nava civakê de, karên gelekî xurt kir. Di vê mijarê de keda xwe gelekî zêde ye. Hevala Raperîn bi rastî jî sembola kedkarî, durustî, hevrêtî û dilsoziya bi nirxên têkoşînê ye. Wê bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînim. Weke dilsoziya pê re em ê vê paradîgmayê teqez ava bikin. Em ê projeya sîstema konfederal a Demokratîk li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê li hemberî sîstemên netewe dewletê yên faşîst, li hemberî modernîteya kapîtalîst weke sîstemeke alternatîf, weke sîstemeke jiyana azad, demokratîk a gelan em ê ava bikin. Bila ev bibe soza me ji bo hevrê Raperîn.
TEVGERA JINÊ PIŞTEVANIYEKE XURT NÎŞAN DA
Di meha Adarê de 8'ê Adarê hebû. Gelekî girîng bû. Ji ber erdheja li Bakur û Tirkiyeyê bêguman hinekî bi rengekî dilşikestî derbas bû. Bi giranî bi piştevaniyê hate pêşwazîkirin. Di 8'ê Adarê de Tevgera Jinê ya Kurdistanê, Tevgera Jinê ya Tirkiyeyê seferber bû. Piştevaniyeke xurt hate nîşandan. Di dema erdhejê de 8'ê Adarê bi vî rengî derbas bû. Bi rastî jî tevgera jinê piştevaniyeke xurt ji bo mexdûrên erdhejê, jin, civakê û gel re nîşan da. Lewma 8'ê Adarê bi rengekî gelekî bi wate li Bakur û li Tirkiyeyê hate pêşwazîkirin. Li her deverên Kurdistan, herêmê û cîhanê bi heybet 8'ê Adarê hate pîrozkirin. Lewma ez 8'ê Adarê ya derbasbûyî li jinên kedkar ên cîhanê pîroz dikim. Di şexsê rêbera me ya jinê Sara (Sakîne Cansiz) de jinên ku di têkoşîna azadiyê ya jinê de şehîd bûn bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim.
Li aliyê din pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê hatin lidarxistin. Me 21'ê Adarê pîroz kir. Li her derê, li Bakur, li çar parçeyên Tirkiyeyê, li Kurdistanê, Rojava, Başûr, Rojhilat, her wiha li derveyî welat, li Ewropa, Rûsya her wiha li Japonya, Kanada li çar aliyên cîhanê pîrozbahiyên gelekî xurt hatin lidarxistin. Ez Newrozê li gelê me, li gelên Rojhilata Navîn li gelên Asya Navîn, Balkanan ên Newrozê pîroz dikin, weke biharê pêşwazî dikin, li wan hemûyan pîroz dikim. Di heman demê de di şexsê şehîdên Newrozê, Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de hemû şehîdan bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînim. Em di Hefteya Lehengiyê de ne. Di şexsê heval Mazlûm û Mahsûm Korkmaz de şehîdên meha Adarê hemûyan, şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînim.
NEWROZA 2023'AN BÛ NEWROZA RÊBERTÎ
Bêguman Newroz bi temamî bû Newroza Rêbertî. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî mohra xwe li Newrozê xist. Li Bakur li metropolên Tirkiyeyê, li gelek bajarên Tirkiyeyê Newroz hate pîrozkirin. Li Anatoliya Navîn, li Çanakkaleyê li gelek deveran pîrozbahiyên gelekî bi wate yên Newrozê çêbûn. li Rojava gelekî bi heybet bûn. Li Rojhilat, li Başûr û bi rastî jî li her devera cîhanê bi heybet bûn. Di hemûyan de jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî mohra xwe li Newrozê xist. Lewma Newroza îsal bû Newroza rêbertî. Gelê me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî îradeyeke hîn xurt nîşan da.
Ya rast, têkoşîna ku bi salane dewam dike bi Newrozê re gihîşt asta herî bilind. Gelekî bi wate bû. Newroz bû Newrozeke rêbertî. Ji xwe rêberê Newrozê Rêber Apo ye. Yê ku Newroz ewqasî bi wate kir, veguheran Newroza berxwedanê, têkoşîna tevgera Apoyî ya bi pêşengiya Rêber Apo bû. Lewma rastiya gelekî yê Newrozê hate afirandin. Gelekî welê hate afirandin ku xwedî îrade, zane, azadîparêz û bi têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê bû mînak ji tevahiya cîhanê re. Rastiya gelekî xwedî îrade, zane, rêxistinî hate afirandin. Ev yek bi têkoşîna tevgera Apoyî hate afirandin. Bi têkoşîna li ser xet, felsefe û îdeolojiya Rêbertî ev îrade hate afirandin.
AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ HÎN BÊHTIR KETE ROJEVÊ
Di Newroza 1973'an de bi komeke biçûk civîna xwe ya destpêkê li Bendava Çûbûkê ya Enqereyê lidar xist. Îro di sala 2023'an de 50 sal di ser vê civînê re derbas bûn. Meşa rêbertî ya 50 salî îradeyeke têkoşînê afirand ku xwe gihand bi milyonan kesî. Îro bi milyonan mirov ji bo azadiyê têdikoşin, têkoşîna demokrasiyê dimeşînin. Ev gelekî bi wate ye. Bandor û hêza rêbertî nîşan dide. Asteke welê bi xwe ra aniye ku bandorê li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Li qada Newrozê jî herî zêde jin û ciwanan bi xurtî ev yek qîriyan. Veguherî serhildanê. Berî û piştî pîrozbahiyên Newrozê bi pêşengiay ciwanan li gelek deveran posterên Rêbertî hatin hildan. Ez jin û ciwanan pîroz dikim. Asteke gelekî mezin a wateyê di vê Newrozê de hate nîşandan. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi vê Newrozê re bêhtir kete rojevê. Îro ji aliyê gelek derdoran ve tê nîqaşkirin. Ev daxwaz ji aliyê gelê me û dostên me ve bi îradeyeke gelekî xurt hate destnîşankirin. Bêguman ev gelekî bi wate ye. Ji niha û pê ve jî divê ev bi xurtî bê meşandin. Yanî ev îradeya ku di Newrozê de hate afirandin, divê têkoşînê mezintir bike, asta têkoşînê ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike bê nîşandan û ev têkoşîn bi vî rengî bê meşandin. Ji her demê bêhtir em nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne. Vê Newrozê ev rastî bi şênberî raxistiye pêş çavan. Ya girîng ew e ku ev îradeya di Newrozê de hate afirandin, ev îradeya têkoşînê, helwesta berxwedanê ji niha û pê ve her rojê bike roja Newrozê û sala 2023'an jî bike sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li ser vê bingehê divê em têkoşînê mezintir bikin. Encama herî bingehîn a ku em ji vê Newrozê bi dest bixin ev e. Gelê me helwest û îradeya vê yekê destnîşan kiriye. Divê li ser vê yekê berxwedan dewam bike.
DIVÊ EM PARADÎGMAYA RÊBERTÎ LI NAVA CIVAKÊ BELAV BIKIN
Tişta din a girîng ev e. Me gelek caran ev yek nirxand. Her ku paradîgmaya Rêbertî belav bû, bi paradîgmaya Rêbertî re me civaka cîhanê, gel û jin gihandin hev. Xwedîderketineke hîn xurtir li Rêbertî derdikeve holê. Rêbertî hîn baştir tê fêhmkirin. Xizmetên ku Rêbertî ji mirovahiyê re dike baştir têne dîtin. Mirovahî, gel û civak hîn bi xurtî xwedî li Rêbertî derdikevin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê dimeşînin. Bi rengê herî xurt tevlî têkoşîna Kurdan dibin. Dibin parçeyek ji vê têkoşînê. Ev têkoşîn vediguhere têkoşîna gelan a y ekbûyî, vediguhere têkoşîna jinan a yekbûyî, têkoşîna civakê. Lewma divê em paradîgmayê bi rê û rêbazên cuda hîn bêhtir li nava civakê, mirovahiyê belav bikin, bidin naskirin. Ev yek ji bo paşeroja mirovahiyê gelekî girîng e. Ji ber ku paşeroja mirovahiyê di nava vê paradîgmayê de ye. Lewma divê em karekî hîn xurtir bimeşînin. Vê Newrozê pêvajoya têkoşînê, ev rastî, bi rengê herî xurt raxist pêş çavan. Divê em vê yekê jî bi rengê herî xurt dewam bikin.
HELWESTA GELÊ EREB GIRÎNG BÛ
Di vê Newrozê de bêguman helwesta Ereban jî gelekî girîng bû. Li gelek bajarên Ereb, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek qadan Ereban daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Tevî Kurdan Newroz silav kirin. Îradeya rizgarkirina qadên dagirkirî ji bin dagirkeriya dewleta Tirk nîşan dan. Ev gelekî girîng bû. Li ser vê bingehê peyameke gelekî girîng bû. Mîna ku min got, divê em îradeya di Newrozê de hate nîşandan ji niha û pê ve bikin îradeya berxwedan û têkoşîneke hîn xurtir û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez misoger bikin. Vê Newrozê helwest û îradeya vê yekê destnîşan kir.
EM Ê DESTHILATDARIYA FAŞÎST A QIRKER HILWEŞÎNIN
Wateya Newrozê ji bo Kurdan cuda ye. Weke min got, hinek gelên din jî pîroz dikin. Li ser bingeha pêşwazîkirina biharê pîroz dikin. Lê belê ji bo Kurdan xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Li dijî zilm û zaliman serhildan e. Newroz ji bo Kurdan berxwedaneke azadiyê ye. Raperîn e, serhildan e. Li dijî zilm û zaliman ji Kawayê Hesinkar heta niha ev Newroz bi vî rengî hatiye pîrozkirin. Ji PKK'ê û vir ve jî yanî ji sala 1973'an û vir ve pêncî sal in ev wate hîn bêhtir hatiye kûrkirin, gelê Kurdistanê bûye gelê Newrozê, ji heft heta heftê salî veguherî gelekî serhildêr, berxwedêr, raperîne û Newrozê jî bi vî rengî pîroz dike. Niha ev Newroz bi taybetî ya îsal li ser vê bingehê hate pîrozkirin. Dehaq ê vê serdemê, zalimê vê demê rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst e. Newroz jî li dijî rejîma AKP-MHP'ê li hemberî desthilatdariya faşîs û qirker helwesteke xurt, serhildaneke xurt nîşan da. Ev gelekî bi wate ye. Ji aliyekî ve helwesta hilweşandina vê desthilatdariya faşîst nîşan da, pêvajoyeke bi vî rengî da destpêkirin. Di vê Newrozê de di vê mijarê de îradeyeke xurt hate nîşandan. Got, em ê vê desthilatdariya faşîst, em ê desthilatdariya faşîst qirker hilweşînin. Îrade û helwesta vê yekê di vê Newrozê de bi xurtî hate nîşandan. Nîşanî cîhanê, dost û dijmin da. Ev bi wate bû.
HELWESTEKE XURT A TÊKOŞÎNÊ HATE NÎŞANDAN
Newroza îsal bi rastî jî ji serî heta dawî bi peyamên bi vî rengî yên siyasî dagirtî bû. Ya rast Newrozên me hemû bi vî rengî ne. Ya rast qada Newrozê ew qad e ku siyaseta demokratîk bi rengê herî xurt lê tê meşandin. Qada avakirina demokrasiyê ye. Cihê şênberbûna demokrasiya radîkal e. Newroz ew pêvajo ye ku gel yekser tevlî dibe, daxwaz û îradeya xwe nîşan dide. Qadên Newrozê rastiyeke bi vî rengî nîşan dide. Lewma jî nabe ku Newroz ji siyaseta demokratîk, ji siyasetê cuda bê nirxandin. Nabe ku Newroz ji berxwedanê ji têkoşînê cuda bê nirxandin. Nepêkane ku Newroz ji serhildanê cuda bê nirxandin. Newroz bi xwe ev e. Di vê Newrozê de jî sekneke bi vî rengî hate nîşandan. Sekneke wiha: Em ê vê desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP'ê hilweşînin. Em ê Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk bi têkoşîn û berxwedana xwe ava bikin. Em ê Rêber Apo azad bikin. Yanî Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne. Ji hev nayên qutkirin. Em ê vê yekê pêk bînin. Helwest û îradeya vê yekê di Newrozê de bi rengê herî xurt hate destnîşankirin. Lewma li hemberî rejîma faşîst qirker helwesta herî xurt a têkoşîn û berxwedanê hate nîşandan. Bi vî rengî peyamên siyasî hatin dayin. Gelê me da. Ev gelekî girîng bû. Têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê me peyameke gelekî xurt hate dayin.
PEYAMA YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Bêguman peyameke din a girîng jî peyama bi wate ya gelê me ku bi xurtî nîşan da, helwesta yekîtiya neteweyî bû. Bang li hemû rêxistin, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hemû beşên cuda yên Kurdan hate kirin ku yekîtiya neteweyî ava bikin. Helwesta yekîtiya neteweyî hate destnîşankirin. Li her derê sekneke gelekî xurt a yekîtiya neteweyî hate nîşandan. Lewma gelek derdoran jî peyama vê yekê dan. Gelek partiyên siyasî di vê mijarê de peyam dan. Ji partiyên Kurdî heta bi gelek dostan, heta bi Serokê YNK'ê Bafil Talabanî gelek peyamên girîng hatin dayin.
Di Newroza Amedê de daxwaza bingehîn a her kesî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna yekîtiya demokratîk a neteweyî ya Kurdan bû. Bang, îrade û helwesta vê yekê hate destnîşankirin. Ev gelekî bi wate bû. Di heman demê de ji bo her kesî, ji bo me hemûyan peyameke. Divê her kes vê peyama gelê me bibîne. Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya demokratîk ji niha û pê ve divê karekî gelekî xurt bê meşandin. Hêzên ku xwe bidin ber vê yekê, hemû welatparêzên ku bi germ nêzî vê yekê dibin divê helwesteke di ser partî û îdeolojiyê re nîşan bidin û hesreta gelê me di vê salê de teqez pêk bînin. Li ser vê bingehê divê karekî xurt bê kirin. Em ê di vê mijarê de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em ê têkoşîna vê yekê bimeşînin. Em ê karê vê bikin. Ji destpêkê ve perspektîfa bingehîn a Rêberê me ev bû, ev sîstem bû. Gelê me jî bi heman rengî. Me jî di vê mijarê de karên cidî kirin. Lê belê bi taybetî ji ber helwetsa PDK'ê ev pêk nehat. Lê belê gelê me ev jî nîşan da. Di vê Newrozê de raxist pêş çavan ku bêyî PDK'ê jî Kurd dikarin yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. PDK ji xwe niha bi roleke bêxêr radibe. Tevî dewleta Tirk a qirker tevdigere. Heta îro, heta vê saetê bi vî rengî dike. Wê demê sekna wan şênber e. Ji bilî wê, yekîtiya neteweyî ya Kurdan dikare bê avakirin. Gav bi gav kar ji bo kongreyeke neteweyî dikare bê kirin. Gelê me bi xurtî ev daxwaza xwe û îradeya xwe nîşan da.
ÇALAKIYÊN JIN Û CIWANAN BI WATE NE
Jin û ciwanan bi rastî jî mohra xwe li Newrozê xistin. Bi taybetî ciwanan sekneke gelekî xurt nîşan dan. Veguherandin serhildanekê. Li kolanan, li qadan, li gelek deveran posterên Rêbertî hildan. Bi taybetî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî qîriyan. Li dijî desthilatdariya faşîst qirker banga têkoşînê kir. Helwesteke gelekî xurt a berxwedanê hate nîşandan. Ev gelekî bi wate ye. Ez ciwanên Kurd jî pîroz dikim, silav dikim, jinan pîroz dikim. Ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bi pêşengiya jin û ciwanan mezin bibe, Kurdistan teqez azad bibe û Tirkiye û Rojhilata Navîn demokmratîk bibe. Vê Newrozê bi vî rengî peyameke gelekî xurt a siyasî da.
Erdhej bû mîna komkujiyekê. Li rojavayê Firatê li nava Kurdan, li nava Elewiyan bû qirkirin. Ne şaş e ku ev yek weke qirkirinê bê pênasekirin. Encameke polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bû. Lê belê me berê jî nirxand. Bêguman erdhej dibin. Tirkiye jî Kurdistan jî li ser xeta erdhejê ne. Bi taybetî li rojavayê Firatê herêma ku erdhej lê çêbû bi temamî li ser xeta erdhejê ye. Erdhej bi 7.8 pile bû, dijwariya wê gelekî bilind nebû. Li gelek herêmên cîhanê ji vê girantir erdhej çêdibin. Lê belê li gelek deveran tiştek bi kesî nayê. Ji ber polîtîkayên rantxurî, mêtingerî û desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê, felaket, komkujî û qirkirineke bi vî rengî rû da. Ji ber ku bajar neçê hatin avakirin, xweza hate talankirin, hawirdor hate wêrankirin, avahî bi malzemeyên lawaz hatin avakirin, tedbîrên erdhejê nehatin wergirtin, di roja destpêkê de destwerdan nehate kirin, saziyên dewletê hemû, artêş jî di nav de ji bo karên rizgarkirinê nehatin seferberkirin, destwerdan nehate kirin ewqas mirovan jiyana xwe ji dest dan. Di asta qirkirinê de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li pêş çavên cîhanê bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirov di binê xirbeyan de man. Nekarîn xwe bigihînin cenazeyan. Bajar bi erdê re bûn yek. Bi milyonan mirov neçar man ji bajar, gund û navçeyên xwe koç bikin. Bi polîtîkayeke zanebûn bi taybetî koçberî li ser Kurdên Elewî, li ser Kurdên li rojavayê Firatê hate ferzkirin. Zarokên wan hatin desteserkirin. Zarok ji tarîqatan re hatin firotin. Gelek zarokên keç an jî jin hatin revandin. Aqûbeta wan nediyar e. Yanî ji kîjan alî ve tu binirxîne yên sax jî hatin kuştin. Ya ku qewimî komkujiyek bû, qirkirinek bû. Ev hemû jî encama polîtîkayan bû. Di demeke bi vî rengî de hem ji bo gelê me ji ber erdhejê seferber bibe û tevlî karên rizgarkirinê bibe, hem jî ji bo dewlet bi hemû saziyên xwe bi artêş, polîs, bekçî tevlî karê rizgarkirinê bibe, bi şer re mijûl nebe, me biryar dan ku çalakiyan rawestînin. Me ev biryar eşkere kir. Biryareke însanî, wijdanî û exlaqî bû. Lê belê dewleta Tirk ji roja destpêkê ve şer nesekinand. Artêşa xwe bi temamî ji bo şer seferber kir. Teknîka xwe ji bo şer seferber kir. Bi balafirên bêmirov gelek herêmên ku çûyîna ji bejahî nepêkan bû dikarîbû keşif bikira û bi helîkopterê tîmên rizgarkirinê bigihanda qadê, alîkarî bida, lê belê ev nekir. Helîkopter hemû, balafirên bêmirov yên bi şer ber bi qada şer ve şandin. Berê artêşê dan qada şer. Şer bi rengekî giran dewam kir. Artêş li ser sînor, li her qadê belav kir. Artêş tevlî karê rizgarkirina li herêmên erdhejê nebû. Polîs tevlî nebûn. Alîkariya hate şandin jî hate astengkirin. Helwesteke bi vî rengî ya dijminane hate nîşandan. Ya rast bi vê biryara rawestandina çalakiyan re rûyê dewletê yê faşîst, qirker, mêtinger, talanker careke din şênber bû. Maskeya li ber rûyê dewletê kete xwarê. Biryara rawestandina çalakiyan bi vî rengî hate wergirtin. Şer ji xwe heta niha jî bênavber dewam dike.
BIRYARA RAWESTANDINA ÇALAKIYAN HETA HILBIJARTINÊ DERBASDAR E
Di rewşa heyî de Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke gelekî girîng. Pêvajoyeke hilbijartinê ye. Ev pêvajoya hilbijartinê ji bo civaka Tirkiyeyê, ji bo civaka Kurd gelekî girîng e. Bi rastî jî naşibe hilbijartinên beriya niha. Wateyeke xwe ya dîrokî heye. Têkoşîna me ev desthilatdariya faşîst xistiye pêvajoya hilweşînê. Ketiye pêvajoya hilweşînê. Pêvajoya hilbijartinê jî parçeyek ji vê yekê ye. Bi vê pêvajoya hilbijartinê re eger têkoşîneke xurt bê meşandin, têkoşîn bê mezinkirin ev desthilatdariya faşîst wê 14'ê Gulanê hilweşe. Li ser vê bingehê ev hilbijartin xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Weke min got, ev parçeyekî girîng ê vê têkoşînê ye, lewma me biryara rawestandina çalakiyan ji nû ve nirxand. Di pêvajoyeke bi vî rengî girîng de me ev biryar ji nû ve nirxand. Di çarçoveya girîngiya hilbijartinê ji bo gelê me, ji bo gelên Tirkiyeyê, li gorî rastiya dîrokî ya vê hilbijartinê, me biryar da ku biryara rawestandina çalakiyan di vê pêvajoya hilbijartinê de dewam bikin, heta hilbijartinê dibomînin û piştî hilbijartinê rewşê ji nû ve binirxînin. Lewma biryara me ya rawestandina çalakiyan wê di pêvajoya hilbijartinê de dewam bike. Piştî hilbijartinê em ê rewşê ji nû ve binirxînin û nêzîkatiya xwe bi raya giştî re parve bikin.
Bêguman di vê pêvajoyê de me ev yek dît, wê ji niha û pê ve jî dewam bike. Biryargeha me ya navendî jî daxuyaniyeke girîng da. Ji dema wergirtina biryara rawestandina çalakiyan û vir ve dewleta Tirk a faşîst êrîş zêde kir. Ji çekên kîmyewî heta bi bombeya taktîk nukleer û termobarîk her cûre çekên qedexekirî bi dehan caran, bi sedan caran hatin bikaranîn û têne bikaranîn. Li her derê êrîşan dewam kirin. Ji niha û pê ve jî wê dewam bikin.
LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DESTHILATDARIYÊ DIVÊ SEKNEKE XURT BÊ NÎŞANDAN
Em ketin pêvajoya hilbijartinê. Li gelek deveran ev êrîş wê dewam bikin. Ji aliyê Rojava ve jî ev rewş bi vî rengî ye. Ji bo Başûr jî, ji bo Bakur jî rewş bi heman rengî ye. Êrîş wê dewam bikin. Ji ber biryara rawestandina çalakiyan divê hêzên me yên gerîla bi ti awayî xwe sist neke, divê gelê me li ti qadê xwe sist neke. Divê bi rengê herî çalak bersiva herî xurt ji êrîşan re bê dayin. Biryara rawestandina çalakiyan li pêşiya vê yekê asteng nîne. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêza xwe bi ser me ve tê. Li her derê êrîşên gelekî giran hene, li her derê dewleta Tirk êrîş dike. Li hemberî van êrîşan, li dijî her cûre êrîşan gerîla jî wê şerê herî çalak, têkoşîna herî çalak, berxwedanê bike. Di vê mijarê de wê sistbûn teqez nebe. Lê belê bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de yekîneyên me yên leşkerî yên li bajaran, hêzên me yên leşkerî yên li bajaran wê bi ti awayî çalakiyan nekin. Di pêvajoya hilbijartinê de weke ku min got, ev pêvajoya rawestandina çalakiyan wê dewam bike. Piştî hilbijartinê em ê rewşê ji nû ve binirxînin.
Ez careke din dixwazim bibêjim, girîng e. Divê hem hêzên me yên gerîla hem jî gelê me banga Biryargeha me ya Navendî girîng bibînin, guh bidin. Li her derê divê amade bin. Ji ber ku ev desthilatdariya faşîst ji bo winda neke wê êrîşan zêde bike. Em baş bi vê zanin. Li hemberî vê jî wê sekn, têkoşîn û berxwedana herî xurt bê nîşandan. Wê bersiva herî xurt bê dayin. Di vê mijarê de wê dudilî nebe. Divê her kes vê yekê bi vî rengî fêhm bike.
HEVGIRTINEKE XURT HATE NÎŞANDAN
Li herêma erdhejê polîtîkayên îmha û qetlîamê didomin. Hê li gelek cihan alîkarî ji mirovan re nehatiye kirin. Bêhêvîbûn, feqîrî û koçberiyeke mezin heye. Dewlet bi qestî vî tiştî dike. Polîtîkayeke wisa heye. Bi taybetî jî van polîtîkayan li ser Kurdên Elewî û Kurdan didomînin. Ew hewl didin êdî mirov li vir nemînin. Dixwazin Kurdan ji rojavayê Firatê derxînin.
Plana Şark Islahat planeke qirkirinê ye. Bi vê planê re tê xwestin Kurd û Kurdistan bibin Tirk. Niha jî ev dewlet di vê erdhejê de vî tiştî didomîne. Li cihên ku Kurdên Elewî û Kurd lê dijîn bi taybetî tu alîkarî nehate şandin. Gelê li vir bi saya hevgirtina gel, hevgirtina saziyên sivîl ên civakî û piştgiriya wê li ser pêyan man. Bi vê re heta niha jiyana xwe didomînin. Bi van piştgiriyan re civakê jiyana xwe domand. Mînakeke hevgirtinê ya xurt hate nîşandan. Ev hevgirtin dide jiyîn. Ev rastiyek e.
BI HEVGIRTINÊ RE WÊ AVAKIRIN PÊK WERE
Bi Komkujiya Mereşê re dixwestin ku rojavayê Firatê ji Kurdan xalî bikin. Êrîşeke qirkirinê bû, bi plan bû û heta radeyekê jî gihişt armanca xwe. Bi sed hezaran kesên ji rojavayê Firatê, li her dera dinyayê belav bûn. Gelek kes çûn Ewropayê. Neçar man koçî metropol û bajarên Tirkiyeyê bikin. Hat asteke ku jiyan pêk neyê. Li van deran kêm kes man. Niha jî bi erdhejê dixwazin vî tiştî bikin.
Bi rastî jî heman polîtîka niha jî weke berdewamiya Komkujî û qirkirinê Mereşê tê meşandin. Berdewam dike. Niha divê ev were pûçkirin. Li hemberî vê jî divê ev hevgirtina civakî bi xurtî bidome. Divê mirov ji vê dewletê tiştekî hêvî neke. Jixwe ev qirkirinê dike û qetlîamê dike. Gelê me bi hevgirtinê birînên xwe dipêçe. Xwe bi hevgirtinê diparêze. Ev rastiyek e. Ji ber vê yekê divê ev hevgirtin bidome. Divê gelê me vîna xwe ya xurt biparêze. Divê sebir bike. Divê bi piştgiriya gelê me gundên wêrankirî ji nû ve bên avakirin. Di vî warî de projeyên pir bi hêz dikarin bên çêkirin. Bi piştgirî û hevgirtina gel, divê gelek gund werin avakirin. Gelek tax, bajar dikarin ji nû ve bên avakirin. Ev dikare li ser bingeha têgihîştina ekolojîk were kirin. Di vî warî de piştgirîyek pir xurt heye, hevgirtin heye, alîkarî heye. Ev hemû alîkarî dikarin bibin projeyên pir girîng. Dikarin bibin projeyên jinûveavakirinê.
Ji ber vê erdhejê jî guhertineke civakî ya cîddî heye. Di feraset, tevna civakî, sosyolojî û civakîbûnê de bi rastî jî guhertineke cîddî avakir. Sermesele li rojavayê Firatê polîtîkayeke wisa ya dewletê hebû, Kurdên Sunnî û Kurdên Elewî bîne dijberî hev, wan bikin dijmin, Kurd û Tirkan bîne dijberî hev, dijminan ava bike. Ango dînparêzî, mezhepparêzî û nijadperestiyê wekî polîtîkayeke sîstematîk li vê herêmê pêk anî. Li temamê Kurdistanê pêk anî lê li vir gelekî cîddî pêk anî. Ji ber vê li vê qadê guhertineke mezin a demografiyê pêk anî. Niha jî vî tiştî dike. Wekî parçeyekî qirkirinê vî tiştî dike di pêvajoya erdhejê de.
Di feraseta vî tiştî de jî şikestineke mezin çêbû. Niha di navbera Kurdên Elewî û Sunnî de, hevgirtin, yekbûn û nasbûnek çêbû. Di navbera Kurd û Tirk, Ereb û Tirk, Ereb û Kurdan de, di navbera gelek çand û nasnameyên etnîkî de, hevgirtina gelan, hevgirtina çandan û ya bîr û baweriyan derket holê. Ev pir girîng e. Ev bandorê li tevahiya civaka Tirkiyeyê, civaka Kurdistanê dike. Di vî warî de jî encam derketin. Ev avakirin, li cihên ku hatine hilweşandin avakirina jiyana xwe, hevgirtin û yekbûn zemîneke xurt ji vî tiştî re amade dike. Piştgiriyeke mezin ji vî tiştî re dike. Di vî warî de divê mirov bala xwe bide vî tiştî. Ev gelekî girîng e.
Em dîsa bangî gelê xwe dikin, bila dev ji axa xwe bernedin. Divê em vê hevgirtinê veguherînin projeyên herî xurt û hemû qadên jiyanê veguherînin qadên jiyanê. Li ser esasê feraseta ekolojîk divê em vê avakirinê li her derê pêk bînin. Ev girîng e.
DÎNAMÎKA DEMOKRASIYA BINGEHÎN TIFAQA KED Û AZADIYÊ YE
Tirkiye rastî pêvajoyeke hilbijartinê ya dîrokî hatiye. Ev hilbijartin girîng e, ev pêvajo ji hilbijartinê wêdetir xwedî wateyekê ye. Ji ber ku encama têkoşîna salan, têkoşîna civakî, têkoşîna gerîla, têkoşîna siyaseta demokratîk e. Vê desthilatdariya qirker a faşîst anî asta hilweşandinê. Ev hilbijartin di vê wateyê de girîng e. Wê qonaxekê ava bike. Yanî di vê pêvajoya têkoşînê de rola Tifaqa Ked û Azadiyê bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de pir girîng e. Ev tifaq wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî roleke diyarker bilîze. Rola vê tifaqê di avakirina komara demokratîk de gelek diyarker e. Divê ev tişt wisa were dîtin. Ji ber ku hêza bingehîn a demokratîk û dînamîka demokrasiya bingehîn a li Tirkiyeyê pêkhateyên vê tifaqê ne. Ew beşa civakî ye ya ku li ser hatiye avakirin. Kevneşopiya berxwedanê ye. Ev tifaq çiqas xurt bibe, berfireh bibe, çiqasî bandorê li civaka Tirkiyeyê bike wê hevgirtin, helwesteke xurt, bijardeya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî xurttir bibe. Wê demokrasî xurttir dibe. Siyaseta demokratîk wê xurt bibe. Ji ber vê yekê demokrasiya li Tirkiyeyê, avakirina komara demokratîk, zemîna ewqas xurt hatiye avakirin. Wateya wê ya wisa heye. Nabe ku mirov ji tifaqa millet a Tirkiyeyê tiştekî wisa hêvî bike. Kesên ku ji xwe re dibêjin ez çepgir im, sosyalîst û demokrat im nabe ku ji tifaqa millet pêngaveke demokratîk, gaveke demokratîk, plan û avakirina komareke demokratîk bixwaze. Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya HDP’ê wê komara demokratîk, Tirkiyeya demokratîk ava bike. Ev rastiyek e.
Ji ber vê yekê ev tifaq di avakirina demokratîk a Tirkiyeyê de, di avakirina komara demokratîk de xwedî roleke dîrokî ye. Wateya wê ya dîrokî gelekî mezin e, wateye wê heye û divê wisa were nirxandin. Divê helwesteke gorî vî tiştî were nîşandan.
Heya niha helwesteke wisa hate nîşandan. Ev girîng bû. Lê di van demên dawî de em hin nîqaşên bi vî rengî dişopînin, bi taybetî di vê pêvajoyê de ku em bi vî rengî nêzî hilbijartinê dibin. Di nav hin pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê de, lêgerînên cihê hene. Tê gotin ku dixwazin bi lîsteyên xwe têkevin hilbijartinê û nîqaşên wisa hene. Em ji ser çapemeniyê dişopînin. Heke niha wisa pêk were, wê Tifaqa Ked û Azadiyê qels bibe. Wê rê li ber parçebûn û kêmbûna hêzê veke, wê tifaqê qels bike.
HÊZÊN DEMOKRASIYÊ DIKARIN DEMOKRATÎKBÛNÊ MISOGER BIKIN
Li gorî qanûna nû ya hilbijartinan, eger her tifaqek bi yek lîste, di bin banê partiyekê de, bi yek lîsteyekê bikeve hilbijartinê, wê di hilbijartinê de hêzeke mezin bi dest bixe. Ger her kes bi lîste û logoya xwe bikeve nav û bêje ‘Ez dixwazim hêza xwe bibînim’ ev hilbijartin ne hilbijartineke ku her partî, her pêkhateyeke siyasî hêza xwe bibîne. Luksek me wiha tuneye û tu kes ne xwediyê wê luksê ye. Ev ne rast e. Ji ber vê yekê divê kes nekeve nav hesabên biçûk. Divê hesabên berjewendî nebin. Ev hilbijartineke ku wê bandoreke mezin li ser siberoja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bike, hilbijartineke ku bandorê li çarenûsa wan bike. Gelê Tirkiyeyê, civaka Tirkiyeyê wateyeke wiha dide vê hilbijartinê. Hem ev pêkhate û hem jî ev kom û hem jî tevgerên çep ên sosyalîst li hemberî civaka Tirkiyeyê xwedî erkên dîrokî ne. Divê pêşengê vî gelî li gorî wê sekn û helwest nîşan bide. Ev pir girîng e. Divê helwesteke ku vê tifaqê qels bike dernekeve. Ji ber ku ên Tirkiyeyê demokratîk bikin û demokrasiyê misoger bikin ev hêzên demokrasiyê ne. Yên ku wê çarenûsa hilbijartinan diyar bike jî ev hêz e, ev hêza sereke ye. Piştgirî bidin kîjan hêzê, ew ê bi ser dikeve. Di hilbijartinên serokkomariyê de, di hilbijartina meclisê de parlamento çiqas bihêztir bibe, ew qas jî rola xwe di wergirtina biryarên demokratîk de, di wê parlamentoyê de dilîze. Di nîqaşa makeqanûna nû de li parlamentoyê, li meclîsê; di avakirina makeqanûneke demokratîk, azadîxwaz de roleke bi bandor û diyarker dilîze. Eger çareseriya pirsgirêka Kurd di meclîsê de bê nîqaşkirin, parlamento ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingehê demokratîk rola xwe dilîze. Di avakirina Komara Demokratîk de rola xwe dilîze. Ji ber vê yekê pêwîst e bi berpirsyariya dîrokî nêz bibe. Ji ber vê yekê, wekî ku em dizanin, bi qasî ku em ji çapemeniyê dişopînin, nîqaşên wiha çêker hene. Mirov çawa bi vîn û helwestek hevpar, bêyî windakirina dengan, bêyî windakirina hêzê, bi rengekî yekgirtî bikeve vê hilbijartinê? Nîqaşên wê hene. Bi qasî ku em têdigihîjin, her çend nêrînên wiha ji hev cuda hebin jî, hê negihîştiye encamekê. Heta nîqaşên berfirehkirina tifaqê jî hene. Ez nizanim. Duh hat nîqaşkirin, hat gotin ku Partiya Çep jî dikare tevlî bibe. Ger tiştek wiha bibe, ew ê bi rastî pir watedar be. Ev yek prestîjeke mezintir dide Partiya Çep. Li hemberî daxwazên civakê, civaka Tirkiyeyê jî helwesta herî rast derdixe pêş. Helwesteke berpirsyar nîşan dide. Ev ê bê guman pir watedar be. Yanî girîng e ev tifaq mezin bibe û bi helwesteke hevpar, biçe hilbijartinan.
Ev tifaq di van hilbijartinan de xwedî roleke diyarker e. HDP’ê biryar da ku bi Partiya Çep a Kesk re bikeve hilbijartinê. Bê guman neçar biryareke wiha bida. Doza HDP’ê ya demdirêj heye. Bi îhtimaleke mezin HDP’ê di vê dema hilbijartinê de beriya hilbijartinê bê girtin. Ew îhtimal pir û pir zêde ye. Tevahiya rêveçûn di wî alî de ye. Helbet ji aliyê siyasî ve ne rast e ku mirov rîskeke wiha bistîne. Her kes heman tiştî dinirxîne. Ji ber vê biryarek wiha hate dayîn.
Ev dewlet, bi taybetî jî ev desthilatdarî, desthilatdariyek wiha ye. Ji ber vê yekê di 10-11’ê Nîsanê de hem parastina devkî û hem jî pêşkêşkirina lîsteyan qedexekirin ji vê yekê bingeha xwe digire. Dixwaze xefikek bi vî rengî ava bike. Hewl dide dengên HDP'ê, hêzên demokrasiyê û dengên Kurdan belav bike, civakê ji hev dûr bixe û parçe bike, bi temamî vala bike. Li pey xefikek wiha ye. Û girîng e ku mirov vê yekê pûç bike. Partiya Çep a Kesk jixwe pêkhateya HDP’ê ye. Civaka me jî dizane. Gelê me gelekî polîtîk e. Kevneşopiya têkoşînê heye. Rastiya vê dewletê, rastiya desthilatdariyê pir baş dizane. Ji ber vê yekê gelê me çawa dengê xwe bide HDP'ê wê dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk. Partiya Çep a Kesk wê di vê hilbijartinê de îradeya gelê me temsîl bike. Gelê me vê yekê baş dizane. Li gorî wî gelê me ji xwe refa xwe diyar kiriye. Ez bi vê yekê bawer im. Em nafikirin ku di vî warî de pirsgirêk derkeve. Biryara HDP’ê jî pir watedar û girîng e.
EM HELWESTA HDP'Ê WATEDAR Û HÊJA DIBÎNIN
Helwesta nederxistina namzetan li gorî helwesta HDP'ê ya rêgezî ye. Belê, di vê wateyê de em vê helwestê hêja, girîng û watedar dibînin. HDP’ê helwesteke prensîb a ku li gorî wê ye, daniye pêşiya xwe. Ev gelek girîng e. Di heman demê de li hemberî gelên Tirkiye û Kurdistanê helwesteke berpirsyar nîşan da. Lê belê ev helwest wê rasterast bandorê li encamên van hilbijartinan bike. Ew eşkere ye. Herî dawî jî hevserokên HDP’ê û rêveberên HDP’ê nirxandinên cuda kirin. Gotin ku wê di demên pêş de navekî bidin. Her wiha diyar kirin ku ew ê niha namzetan diyar nekin, lê bi zelalî diyar dikin ku wê piştgiriya kê bikin. Ger li gorî helwesta xwe bawer im wê ravekirinekê bikin, wê ravekirinek li gorî helwesta wan be û di vê wateyê de em wê watedar û hêja dibînin. Em piştgiriya vê helwestê dikin. Prensîb e, hêja ye. Ya ku civak hêvî dike ev e. Helbet ev bendewariya civaka Kurd, gelên Tirkiyeyê û civakê ye. Di vî warî de helwesteke pir bi berpirsyarî û hestiyar nîşan da. Ev girîng e. Niha bê guman helwest û sekna Tifaqa Millet wê çawa be? Ev heta niha çawa bû? Wê piştî wê çawa be?
TÊKOŞÎNA CIVAKÎ WÊ AVAKIRINA DEMOKRATÎK PÊK BÎNE
Niha em vî tiştî diyar bikin ku, ev hilbijartin hilbijartineke girîng e. Di vê hilbijartinê de bi rastî jî girîng e ku vê desthilatdariya faşîst û qirker were hilweşandin. Ev jî bi helwesta hevpar dikare pêk were. Ev jî bi saya helwesta hevpar dikare pêk were. Di vî warî de heta niha jixwe xeteke têkoşînê hate nîşandan. Li gorî me siyaseta demokratîk bi awayekî serkeftî hate avakirin. Ji niha û şûnde jî wê ev tişt pêk were. Lê divê mirov pişta xwe nede Tifaqa Millet. Ev tifaq nikare Tirkiyeyê demokratîk bike, komara demokratîk ava bike û wê nikaribe azadî, edalet û demokrasiyê bîne. Ji ber vê divê Tifaqa Ked û Azadiyê bi xurtî têkeve hilbijartinan. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ev tişt hewce ye. Di vî warî de hilbijartinên meclîsê girîng e, divê mirov bi xurtî têkevê.
Ji aliyê din jî wê têkoşîna civakî avakirina demokratîk pêk bîne. Ev rastiyek e. Berxwedan û têkoşîna civakî hêza sereke ya Tirkiyeya demokratîk e. Hêza avaker e. Ji ber vê divê têkoşîna civakî li her derê mezin bibe. Divê ev tişt li her derê bi xurtî were geşkirin. Heke Tifaqa Millet çavê xwe ji daxwazên demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê re bigire, wê aqûbeta wê bibe wekî ya vê desthilatdariya faşîst.
BI HILWEŞANDINA DESTHILATDARIYÊ RE WÊ HER TIŞT XWEŞ Û GEŞ NEBE
Li Tirkiyeyê dema ku desthilatdariya faşîst hilweşe, wê Tirkiye di rojekê de nebe Tirkiyeyeke demokratîk, Tirkiyeyeke azad û xweş û geş. Ji helwesta Tifaqa Millet ev tişt derdikeve holê. Helwesta Akşener jî li holê ye. Helwesta Îyî Partî jî li holê ye. Berevajî wê ji bo ku gaveke demokratîk neyê avêtin, gelekî hewl dide. Rola wê ya di nav tifaqa millet de ji serî ve roleke wisa ye. Pêşiya demokrasiyê bibirin, li Tirkiyeyê bi hilweşandina desthilatdariya faşîst re, dîsa bi feraseta kevn re, restore bike û saziyên dewletê li ser vî esasî restore bike. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ne bi restorasyonê bi guhertineke mezin dikare pêk were. Divê feraset were guhertin. Divê li Tirkiyeyê vê feraseta înkar û îmhayê, feraseta qirkirinê êdî ji holê were rakirin. Pêdiviya civaka Tirkiyeyê bi vî tiştî heye. Civaka Tirkiyeyê vî tiştî dixwaze. Nîjadperestî, neteweperestî, olperestî beşeke civakê jehrî kiriye. Ev rast e. Dixwaze hîn zêdetir jehrî bike. Ev jî rast e. Lê ger ev jehr were dermankirin, ev tişt bi saya siyaseta demokratîk dikare were kirin.
Vê civakê jî hilbijartinên 7’ê Hezîranê hilbijartinêb beriya 7’ê Hezîrana 2015’an jî dît. Ji sedî 70-75, ji sedî 80’ê civaka Tirkiyeyê çareseriya demokratîk dixwest. Demokrasî dixwest. Rastiyek wisa heye. Divê Kiliçdaroglû û bi giştî tifaqa millet van daxwazên civakê bibînin. Divê li ser esasê demokratîkbûna Tirkiyeyê siyasetekê pêş bixînişn. Divê HDP li gorî vê siyasetê bimeşîne. Divê li gorî wê bixebite. Ji bo avakirina komara demokratîk a li ser vê bingehê divê xebatên xwe bikin. Ev girîng e. Di daxuyaniya Kiliçdaroglû de hate gotin ku pirsgirêka Kurd wê li Meclîsê çareser bibe. Wî got ku gelek pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê wê li parlamentoyê bên çareserkirin. Ji bo pirsgirêka Kurd di meclîsê de bê çareserkirin beriya her tiştî divê Tirkiye rastiya xwe bibîne. Divê ev dewleta înkar, îmha, qirker bi rastiya xwe re rû bi rû bimîne û divê rastiya xwe ya qirker bibîne.
MUXATABÊ PIRSGIRÊKA KURD RÊBER APO YE
Pirsgirêka Kurd tenê li parlamentoyê çareser nabe. Ev pirsgirêke piralî ye. Bûye pirsgirêkeke herêmî. Ev pirsgirêk xwedî gelek aliyan e. Gelek aktorên wê hene. Gelek pêkhateyên wê hene. Di serî de helbet îradeya çareseriya vê pirsgirêkê, muxatabê çareseriyê, muxatabê sereke jî bêguman Rêber Apo ye. Reber Apo ne li dijî çareseriya li meclîsê bû. Ji ber vê yekê wî bi xwe gelek caran got. Helbet wê di meclîsê de çareser bibe. Wê qanûn bên amadekirin, Makeqanûn bê guhertin. Meclis wê vê yekê bike. Navnîşanek girîng e. Di vê wateyê de helbet muxatabê sereke yê vê pirsgirêkê Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê li qadên Newrozê bi milyonan gotin Rêber Apo vîna me ye. Ev rastî bi dengekî bilind qîriyan. Rêber Apo weke navnîşana çareseriyê nîşan da. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek kûr e. Pirsgirêkek bi kok e. Bêyî ku ev heqîqet û rastî bê dîtin, ev pirsgirêk tenê bi nêzîkatiyek seranser, xapandin, tenê bi plana girtina dengê Kurdan û propagandayê nayê çareserkirin. Ev feraset rê li ber têgihiştineke nû ya klasîk a dewletê, bi zîhniyeta wê, bi restorekirina wê ve dibe. Divê tu hêz qet nekeve nav vê. Ez dixwazim ji niha ve, vê destnîşan bikim. Û ji bo ev pêk neyê divê têkoşîna demokrasiyê, têkoşîna civakî, têkoşîna hêzên demokrasiyê mezin bibe. Divê hevgirtina xwe xurt bikin û tifaqa xwe mezin bikin. Û hewce ye ku îradeyek xurt, sekn û helwestek hevpar nîşan bide. Eger ev enî mezin bibe, eger eniya demokrasiyê mezin bibe, rêveberiya nû ya hatiye hilbijartin, hikûmeta ku wê were ser desthilatdariyê neçar e di vê mijarê de gavan biavêje. Û ew ê mecbûr bimîne ku were wê xetê. Ev yek bi têkoşînê wê pêk bê. Divê ev rastî bê dîtin. Helwesta Kiliçdaroglû ya niha û daxuyaniyên wî jî hin tiştên girîng dibêjin. Lê pratîk girîng e. Pêngava berbiçav bêguman girîng e. Ez di wê baweriyê de me ku eger di vê mijarê de îradeyeke xurt nîşan bide, wê civaka Kurd, civaka Tirkiyeyê û gelên wê vê şansê bidin rêveberî û desthilatdariya ku nû hatiye hilbijartin. Divê di vê mijarê de samîmî bin. Divê rastî ji dil bin. Divê li gorî heqîqetê nêzîkatî bê kirin û siyaset were pêşxistin.
PÊWÎST E DI MIJARA EWLEHIYA HILBIJARTINAN DE BI HIŞYARÎ BÊ TEVGERÎN
Ev pêvajoya hilbijartinê girîng e. Em her tim li ser vê yekê hişyar dikin. Ev desthilatdariya faşîst ji bo ku di hilbijartinan de winda neke û li ser desthilatdariyê bimîne wê şer, tundî û zextan zêde bike. Dikare êrîşî gelek cihan bike. Dikare zexta li ser civakê zêde bike. Ew dikare şîdetê zêde bike. Ew dikare di hilbijartinê de gelek hîleyan bike. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku ji bo vê yekê her kes hişyar be. Mînak, ewlekariya sindoqan dibe rewşeke gelekî girîng. Di vê rewşê de dikare sindoqên dengdanê desteser bike. Her tişt ji vê desthilatdariyê tê hêvîkirin. Hêza dewletê di destê wê de ye. Dikare seferber bike. Divê tevbîr bên girtin û amadekarî bên kirin. Pêwîst e di nava helwesteke têkoşînê ya berdewam de bin û ev girîng e. Me dît ku di van demên dawîn de jî li gorî wê zagona bûrjûwazî, di derbarê pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê de hin qanûn hene. Wê jî dîsa bi Partiya Refahê re kir mijara bazirganiyê. Bi vê partiya kontra re we bi pêkhateyên wisa re ku ji xwe re dibêjin partiyek re bazirganî kir. Ji destpêkê ve AKP, rejîma faşîst a MHP’ê û AKP’ê xwedî siyaseteke dijberî jinê ne. Di serdema desthilatdariya AKP’ê de şîdeta li ser jinan sê-çar qat zêde bû. Kuştina jinan, şerê taybet ê psîkolojîk, polîtîkayên bi armanca kolekirina jinan zêde û kûr bûne. Di malbat, civak û cihê kar de zayendperestî kûr bûye. Di qada siyasetê de li dijî jinan lînçeke mezin hate kirin.
Ev desthilatdarî, desthilatdariyek li dijî jinan e. Niha derketiye holê ku jinên ku di nava partiya wan de jî tên naskirin û navdar li hemberî vê polîtîkayê bertekên xwe nîşan didin.
Jina bi navê Ozlem Zengîn ew jin e ku di AKP'ê de xebatên herî aktîf ên jinê dimeşîne û jina herî serketî di AKP'ê de dixebite. Bi milyonan jin kir endamên AKP'ê. Niha ev mafên jinan û qanûnên li ser jinan hatin kirin mijara bazirganiyê jî di nava wan de bû sedema bertekên cidî. Yanî AKP-MHP desthilatdariyeke antîdemokratîk, faşîst, bi rastî nîjadperest, serdestiya mêr, zayendperest, mêtinger e ku di vê astê de dijminatiya jinan, gel û civakê dike.
DESTHILATDARIYA AKP Û MHP’Ê JI BO JINAN XETEREYEKE MEZIN E
Di vî warî de ez bang li jinan jî dikim. Divê hûn dengê xwe nedin vê hikûmeta ku dijminatiya jinan dike. Ev ji bo jinan talûkeyeke mezin e. Pratîka heta niha, pêvajoya desthilatdariyê jî ev yek bi awayekî eşkere nîşan daye. Diyar kir ku ew çiqasî dijminê jinan e. Ji bo jinên AKP’yî jî wisa nîşan da. Rastiya wê wisa derket holê. Bi rastî em dikarin bibêjin ku baş bû tiştekî wisa çêbû. Ji ber vê desthilatdariyeke wisa ye. Di vê hilbijartinê de divê hemû jin li hemberî vê desthilatdariya ku dijminatiya jinan dikin helwesta xwe nîşan bidin.
HELWESTA ESAD HEVDÎTIN XITIMAND
Bi taybetî di vê heyama dawî de di navbera Rûsya, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê de danûstandin di bin zexta Erdogan de pêk hatin. Di hilbijartinan de xwestin hinekan bikar bînin, xwestin binirxînin. Xwestin vê pêvajoyê bixin xizmeta hilbijartinan. Dixwazin nîşan bidin peywendiyên bi Şamê re baştir dibin, hewl didin bi Şamê re pêvajoyekê çêbikin û bi Misirê re atmosfereke erênî ava bikin. Xwestin vê jî bikin malzemeya hilbijartinê. Loma jî ev yek ji Rûsyayê xwestin. Jixwe Rûsya ji bo Erdogan bi ser bikeve dixebite. Ew pir bi ciddî dixebite. Helwesta Rûsyayê ya di hilbijartinan de eşkere ye. Piştgiriya Erdogan dike. Jixwe ev ji bo Rûsyayê pir bikêr e. Wan civîneke wiha li Moskowê plan kir. Îdîa ew e ku bi îhtimaleke mezin rast e, li ser daxwaza rejîmê, Îran jî tevlî vê pêvajoyê bû. Berê Îran li derveyî vê bû, Îran jî tevlê kirin. Niha ev pêvajo bi daxuyaniya Beşar Esad xitimî. Beşar Esad helwestek danî holê, got ‘Tirkiye dagirker e û heta ku hemû hêza xwe ji Sûriyeyê venekişîne, ez bi Erdogan re rûnanêm’ Helwesteke wisa nîşan dan. Vê helwestê hevdîtin asteng kir. Ew girîng e. Tê vê wateyê. Di vê hilbijartinê de rejîmê helwesta xwe nîşan da. Ev rejîm naxwaze ev hêz bijî û dixwaze dîsa desthilatdariya xwe biparêze. Li dijî desthilatdariyê ye. Difikire ku bi rêveberiya nû û hilweşîna vê hêzê re wê bi hêsanî pirsgirêkan çareser bike. Wisa xuya dike. Nexwest bibe malzemeyek di destê vê hikûmetê de, nexwest bibe malzemeyek wiha ya hilbijartinê. Nexwest bibe alavek. Encameke wiha jê derket. Ev dîrok nayê zanîn. Ji ber ku hate diyarkirin hevdîtin hatine taloqkirin. Ev baş e. Ji ber ku AKP û MHP wê bazara vî tiştî bikin. Wê beşeke civaka Tirkiyeyê bixapînin. Wê bibêje ez û Esad em li hev dikin, ez ê penaberan wisa parçe parçe bişînim. Wê bigota min pirsgirêka penaberan, ev pirsgirêk û ew pirsgirêk çareser kir. Dema ku Beşar Esad helwesteke wisa nîşan da û got Tirkiye dagirker e, bila berê hêzên xwe vekişîne ez ê piştre pê re rûnêm, gelekî girîng bû.
Sedemek sereke jî bê guman ev e. Helbet Şam baş dizane. Bi rastî Tirkiye li Sûriyeyê dagirker e. Tirkiyeyê bi deh hezaran çete li dijî Sûriyeyê bi rêxistin kirin. Bi DAIŞ’ê re tifaq çêkir, bi El Nûsra re tifaq çêkir û her cure piştgirî da Tirkiye kirin baregeha van tiştan. Şerê navxweyî yê Tirkiyeyê kûrtir kir. Yek ji sedema bingehîn a vî şerî Tirkiye ye. Heta îro şer kûr dike. Sedema vî tiştî jî Tirkiye ye. Ev xetereyeke mezin e. Em bi hêsanî dikarin vî tiştî bibêjin, ji DAÎŞ’ê û ji çeteyên din xeteretir in.
Îro, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku ji DAÎŞ’ê û ji van çeteyên din xeteretir in. Dema mirov ji vir lê dinihêre jî vê helwesta gelê Sûriyeyê tê nîşandan. Em dibînin ku civak li hemberî Tirkiyeyê çiqasî bi hêrs e. Esad jî helwesteke li gorê vê nîşan dide.
DIVÊ DAXWAZÊN JINAN NEYÊN PAŞGUHKIRIN
Li Îranê bi mehane serhildan didome. Bi pêşengiya jinan dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ veguheriye daxwaza civakê ya demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê. Ev dirûşme bû xwedî wateyeke wisa. Daxwaza jinan bûye daxwaza hemû civakê. Jin bi rastî pêşengiya têkoşîna civakî, tevgera civakî û berxwedana li Îranê dikin. Bi vî awayî daxwazên jinan ên azadiyê veguheriye tiştekî ku ji civakê derbas dibe. Ev pir hêja ye, pir watedar e. Her wiha ev rejîm jî gelek zext û tundî pêk anî. Ev berxwedan didome. Rejîm ji bo şikandina vê berxwedanê, ji bo şikandina vîna jinê her ku diçe zehmetî dibîne. Ji ber ku jin pêşengiya vê hemû berxwedanê dikin. Bû hêza pêşeng a berxwedana civakî. Bû hêza avaker, bû hêza komkirinê. Ji bo tepisandina vê îradeyê, rejîm êrîşên xwe yên tund, zext û tirsandinê zêde kir.
Li vir bûyerên jehrîkirinê ketin rojevê. Hat gotin ku zêdeyî 5 hezar xwendekarên keç bi jehrê ketine. Ez şermezar dikim. Di vî warî de li şûna mezinkirina van pêkanînan û êrîşkirina jinan, divê desthilatdariya rejîmê, daxwazên jinan bibîne. Divê daxwazên gel, daxwazên civakê bibîne. Divê çavên xwe veke, guhên xwe veke, di vî warî de gavan biavêje. Gel azadiyê dixwaze. Demokrasiyê dixwaze, edaletê dixwaze, wekheviyê dixwaze. Hemû herêm, hemû civaka cîhanê, hemû gel vê dixwazin. Îran êdî nikare li hember wê li ber xwe bide. Ev têkoşîn wê bidome. Helbet wê zext berdewam bikin. Lê di dawiyê de wê neçar bimîne ku van rastiyan bi rengekî bibîne an jî wê çareser bike.
Bi rastî tu hêz nikare li hemberî vê rastiyê bisekine. Jinên di nava AKP’ê de jî li Tirkiyeyê roj bi roj bertekên xwe nîşan didin. Di civaka Tirkiyeyê tevahî de nerazîbûnek pir cidî heye. Ne tenê jinên Kurd, jinên Tirkiyeyî jî xwedî helwest û nerazîbûneke gelekî cidî ne. Bi zext, şîdet û hewldana şikandina îradeyê re nikare pêşî li daxwazên jin û gel ên azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê dixwazin bigire. Ev ji bo hemû desthilatdaran jî derbasdar e.”