Beşdariya referandûmê 72 ji sedî ye

Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandûmê ya Başûrê Kurdistanê diyar kir ku rêjeya beşdariya li referandûma ku duh li Başûrê Kurdistanê li dar ket 72.16 ji sedî ye.

Têkildarî referandûma ku duh li Başûrê Kurdistanê pêk hat, Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandûmê ya Başûrê Kurdistanê daxuyanî da. Hat ragihandin ku ji 4 milyon û 581 hezar û 255 kesan, 3 milyon û 305 hezar û 925 hilbijêran deng dane û beşdariya li referandûmê jî 72.16 ji sedî ye. Hat diyarkirin ku wê encam di nava 72 saetan de were diyarkirin.

Li gorî saeta Hewlêrê dengdan di saet 08.00’an de dest pê kir û heta saet 19.00’an domiya.

Li gorî daneyên ne fermî, rêje û encama li bajaran wisa ye:

Hewlêr: 86 %
Duhok: 90 %
Kerkûk: 78.77 %
Deşta Nînowayê: 86 %
Xaneqîn: 92 %
Akrê: 94 %
Gûlala: 78 %
Zaxo: 94 %
Karatepe: 62 %
Cebare: 76 %
Soran: 86 %
Mexmûr: 87.3 %
Amêdiyê: 89 %
Çoman: 91 %
Mergesor: 98 %
Rewandûz: 90 %