Berxwedêrên Zapê: Rojê 24 saetan me çalakî dikirin

Gerîlayên HPG’ê têkildarî şikandina artêşa Tirk a li Zapê axivîn û gotin, rojê 24 saetan wan çalakî dikirin û artêşa Tirk bi teknîka pêşketî jî nikarîbû li herêmê bi cih bibe.

Gerîlayên HPG’ê têkildarî hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk ku 16’ê Hezîranê li dijî herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê ku di bin kontrola gerîlayan de bû axivîn û gotin hewldana dagirkeriyê şikestineke mezin xwariye.

Gerîlayê HPG’ê Mervan Brûsk diyar kir ku artêşa Tirk li gel teknîka pêşketî jî nikarîbû li herêmê bi cih bibe û got wan li dijî artêşa Tirk a dagirker rojê 24 saetan çalakî dikirin. Brûks got di van çalakiyan de her roj derbên giran li artêşa Tirk dixistin û wiha pê de çû: ‘’Ji ber çalakiyên me yên zêde operasyon sînordar ma. Hêzên dijmin ji ber ku nikarîbûn bi pêş ve biçin tenê hewl dan ku li çend deveran bi cih bibin.’’

Mervan Brûsk diyar kir ku ew ê nehêlin artêşa Tirk têkeve Zapê û wiha dom kir:’’ Şêwaza me ya çalakiyê ya nû ya li dijî hewldana dagirkeriyê ku me nîşan dayî, tevgera me ya  çalakiyê ya rojê 24 saetan kir ku şikestinên mezin bixwin. Di çalakiyên me yên bi ser de girtinê de û têketina nav wan de li girên ku lê bûn jî nema dikarîbûn bimînin. Bi van operasyonan jî çalakiyên mezin bûne avantaj. Em her roj dikarin çalakiyan li dijî hêzên dijmin bikin ku li eraziyê belav bûne. Çalakiyên me bi ti rengî nasekinin. Em ê nehêlin ku artêşa dijmin têkeve Zapê.’’

 ‘DERBÊN PIR MEZIN XWARIN’

Gerîlayê HPG’ê Gîvara Mexmûrî jî têkildarî çalakiya bi ser girê Şehîd Xeyrî de, ya li dijî leşkerên Tirk got: ‘’Pêşî em ketin nav wan û çûne gir. Ez di koma parastinê de bûm. Bi bombeyên destan ên koma êrîşê çend mewziyên wan ketin. Piştî ku koma êrîşê vekişiya koma parastinê jî bi hîkarê lêxist. Tenê di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin. Fêhm nekirin bê ka çi bi serê wan hat. Nikarîbûn bersivê jî bidin. Heman rojê mirî û birîndarên xwe rakirin. Rewş berbiçavtir e. Ti wêrekî û baweriya ku leşkerên Tirk şer bikin nîn e. Ev qas windahiya dijmin û çalakiyên me jî nîşan didin ku gerîl ali dijî hêza operasyonê bi moral, motîvasyon û biryardarî şer dike. Di roja pêşî ya operasyonê de ji ber ku bi ser Şehîd Xeyrî de me çalakî nekiribû rehet tevdigeriyan. Guherîna nobetê jî bi bazdanê dikin.’’

 ‘YÊN KU JI BO PEREYAN ŞER DIKIN NIKARIN XWEDÎ VÎN BIN’

Gerîlayê HPG’ê Egîd jî got li gel teknîka pêşketî ya ku artêşa Tirk baweriya xwe pê tîne jî nekarîne ku li pêşberî gerîla li ber xwe bidin û got: ‘’Rewşa leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê şepirzetî û neçariyeke mezin nîşan dide. Li ser giran, teknîka wan a li eraziyê jî nikare wan biparêze. Li Qela Bedewê, Şehîd Munzur, Gijnê li dijî leşkerên Tirk her roj em suîkastan dikin, bi rokêtan êrîş dibine ser wan, û kemînan li ber wan datînin. Ti hêzeke wan a ku şer bikin nemaya. Jixwe hemû jî leşkerên demankirî ne, bi pereyan şer dikin. Ti vîna wan mirovên ku bi pereyan şer dikin jî wê nebe. Tenê ne li xeta ku em lê ne û li derdora wê em çalakiyan bi ser hêza operasyonê de tînin. Di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran û Şehîd Nalîn de li hemû xeta Zagrosê artêşa Tirk derban dixwe.’’