Berxwedêrên li Hewlêrê: Divê Ocalan azad bibe

Îdrîs Sıddık, Kawa Wadir Nadir û Qasim Abdullah çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dewr girtin û gotin, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Berxwedana greva birçîbûnê ya li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, dewam dike.

Mamosteyê Hewlêrî helbestvan Îdrîs Sıddık, endezyarê zîreetê yê teqawît nivîskar Kawa Qadir Nadîr û Hîndekarê Fakulteya Zîreetê ya Zanîngeha Selahattîn Qasim Abdullah Omer grev dewr girtin.

Nivîskar Qadir Nadir diyar kir ku ew çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li çar aliyên Kurdistan û dinyayê dest pê kirine weke çalakiyên xwe dibîne û got, ew bawer e ku berxwedana grevên birçîbûnê bi ser bikeve.

Nadir ragihand, bi berxwedana greva birçîbûnê re destanek hate afirandin û got, "Ocalan rêberekî gelê me ye. Rêberê me ye. Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin. 20 sal in li zindanê di nava mercên giran ên tecrîdê de tê hiştin. Divê êdî Rêberê me di nava wan şert û mercan de nemîne û azad bibe."

Nadir di dewama axaftina xwe de anî ziman ku li ku derê dibe bila bibe êrîşek li Kurdan hate kirin divê ew wê êrîşê li dijî Kurdan hemûyî bibînin, li gorî wê yekê tevbigerin û got, "Ji ber vê yekê divê em Kurd bibin yek. Divê em xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin ku yek ji rêberên me ye."

'TECRÎD LI DIJÎ GEL E'

Hîndekarê Fakulteya Zîreetê ya Zanîngeha Selahattîn Kasim Abdullah Omer jî anî ziman ku ji bo piştgiriyê bide berxwedana grevên birçîbûnê ya li Bakurê Kurdistanê, zindanan û Ewropayê ew tevlî grevê bûye.

Omer got, "Dinya tev zane ku em gelek in, mafên me hene û Rêberekî me bi rengekî neheq li zindanê tê girtin. Tecrîd ne tenê li dijî Rêber Ocalan e, li dijî Kurdan hemûyan e.

Ez pê bawer im ku gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê wê xwedî li berxwedana greva birçîbûnê derkeve û hem Rêberê xwe biparêze, hem jî mafên xwe. Ji ber ku berxwedan bi berfirehî didome."

'NÊRÎN Û FELSEFEYA OCALAN LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE'

Mamoste helbestvan Îdrîs Siddik jî got, "Serok Apo niha li zindanê ye û di nava mercên giran ên tecrîdê de ye. Lê belê nêrîn, felsefeya wî li çar parçeyên Kurdistanê ye. Serok Apo li dij e ku Kurd parçe bibin. Li dijî zilm û zexta dewletan a li hemberî Kurdan e. Armanca dewletên Ereb, Fars û Tirk ku dijminê Kurd û Kurdistanê ne, tinekirina Kurdan û Kurdistanê ye. Di nava van dewletan de hinek radibin dibêjin ew alîgirê çareseriyê ne. Lê belê divê Kurd ti carî dest ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin." Siddik destnîşan kir ku berxwedana destanî ya li Rojava û Bakur berxwedana Kurdan e û ev yek nîşan dide ku Kurd wê ti carî dest ji têkoşînê bernedin.

Li ser berxwedana grevên birçîbûnê jî got, "Em ê bi ser bikevin, ji ber ku ji bilî serketinê rêyeke din li pêşiya me nîne."