Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Berxwedêra YPS'ê: Em ê berxwedana Mehmet Tûnç bidomînin

Delal Azad, ku tevî yek ji sembolên berxwedana YPS'ê Mehmet Tûnç li ber xwe da, qala berxwedana Cizîrê û Mehmet Tûnç kir.

Hevpeyvînên me yên bi berxwedêrên 'berxwedana xwerêveberiyê', ku di dîroka Kurdan de serdemeke girîng a diyarker e, dewam dike. Delal Azad, ku tevî yek ji sembolên berxwedana YPS'ê Mehmet Tûnç li ber xwe da, ji ANF'ê re qala berxwedana Cizîrê û Mehmet Tûnç kir.

Delal Azad da xuyakirin, di rojên destpêkê yên berxwedana Cizîrê de, li pêşberî hovîtiya ku dewletê dikir, wê nema karîbû bêdeng bima û tevlî nava berxwedanê bû. Gelek xizmên Delal Azad, ku kekê wê jî di nav de, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Azad, bi erk û berpirsyariya xwe rabû û cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Di destpêkê de çû cem Mehmet Tûnç. Delal Azad got, "Mehmet Tûnç birîndar bû, lê tevî vê yekê jî moralê wî gelekî bilind bû. Coş û zindîbûna wî her dewam dikir. Piştre ez bi hevala Rûken da naskirin. Mehmet Tûnç û hevala Rûken moral didan her kesî, li nava çeperan digeriyan, li çeperan distran, govend digerandin. Ya ku em li ser piyan girt ev bû; daxwaz û moralê têkoşînê.

Hevalek li cem min şehîd bû û dijmin îşkence li cenazeyê wî kir. Me hingî fêhm kir, ku dijmin gelekî ji vê berxwedanê tirsiya ye. Vê nêzîkatiya wan a li cenaze gelekî bandor li min kir. Mehmet Tûnç di wê demê de gelekî ji min re bû alîkar. Digot, divê li ber xwe bidim. Digot, dema birîndarî yan jî şehadetek çêbû, divê ji vê hêzê bigirim. Her wiha digot, 'Çi dibe bila bibe, ez ê heta dawiyê di nava vê berxwedanê de cih bigirim û şer bikim'. Dema min ev biryardariya wî dît, weke şervanekê, ruhê berxwedêrî li min der bû. Hêza dijmin têrê nekir ku moralê me xera bike."

'MÎNA NAVÊ XWE RÛ LI KEN BÛ'

Delal Azad diyar kir, di dema berxwedanê de wê rojekê xwest vegere malê, lê îdare nekir û careke din li berxwedanê vegeriya. Delal Azad anî ziman, Mehmet Tûnç û Rûken gelekî bandor lê kir û bi vî rengî qala wê bandorê kir: "Hevala Rûken û Mehmet Tûnç gelekî alîkarî dan min. Her tim bi perwerdekarî tevdigeriyan. Rûyê hevala Rûken her li ken bû. Mîn navê xwe bû. Timî qala têkiliyên hevrêtiyê dikir. Timî bi Mehmet Tûnç re tevdigeriya. Carna li çeperan, carna li kolan û taxan bi tilîliya xwe gel dicivand. Hevala Rûken, carekê ji bo moral bide gel li navenda Cizîrê sifreyeke mezin çêkir û gelê berxwedêr li dora vê sifra xwarinê civand. Rojeke gelekî xweş bû."

'ANONSEK TÊRÊ KIR KU GEL BICIVE'

Têkildarî bandora Mehmet Tûnç a li ser gel jî Delal Azad got, "Yek ji rojên giran ên şer bû. Mehmet Tûnç bang li tevahiya gelê Cizîrê kir û xwest, ji bo mezinkirina berxwedanê bikevin nava tevgerê. Anonseke Mehmet Tûnç têrê kir ku tevahiya gel li hev bicive. Gelekî bandor li gel dikir. Yên di nava berxwedanê de nebûn jî hatin. Gelek cerdevanan jî çek danîn. Mînak; birayê Mehmet Atak hat û got ku ew ê êdî li dijî me şer neke."

LI DIJÎ ŞERÊ PSÎKOLOJÎK, TILÎLÎ

Delal Azad bal kişand ser şerê psîkolojîk ê hêzên dewletê û qala bersiva gel û şervanan a li vî şerî kir:

"Anonsên bi vî rengî dikirin; 'Em ê Cizîrê bêdeng bikin, biqedînin. Gelê Cizîrê terorîst e, em ê wan bikujin. Mehmet Tûnç, Rûken, Cemîla bila bên û teslîm bibin'. Me jî bi çalakiyên xwe bersiv didan vê yekê. Bi çalakiyên sabotaj û sûîqestan me derbên giran li dijmin dixist. Gelê Cizîrê ji xwe ji wan bawer nedikir, nediket bin bandora wan. Gelê Cizîrê bi rastî jî gelekî destek da vê berxwedanê. Ji xwe yên li wir şer kirin, zarok, dayik û bavên ji Cizîrê bûn. Me dixwest hin kesan ji ber nexweşiyê derxînin, lê belê wan nedixwestin derkevin.

Yek ji kesên li wê derê bi lehengî şer kir û jiyana xwe ji dest da hevala Cemîle bû. Dema qala wê dikim, hê jî bandor li mi dibe. Bi taybetî gelekî ji berxwedana hevalên jin ditirsiyan. Dema ku jinan li ber tilîliyan çalakî dikirin, dijmin gelekî ditirsiya."

ÊRÎŞÊN BI RÊBAZA DAIŞ'Ê

Delal Azad hovîtiya artêşa Tirk jî ji nêz ve dît û anî ziman, êrîşa ku li cenazeyan dikirin, mîna hovîtiya DAIŞ'ê bû. Azad got, "Dema cenazeyên hevalên me diketin destê wan, ya dişewitandin ya jî davêtin çemê Dîcleyê. Bi heman rengî nêzî cenazeyên xwe jî dibûn. Cenazeyên gelek leşkeran yekser avêtin çemê Dîcleyê. Gelekî ditirsiyan ku cenazeyên wan bên dîtin û hejmara miriyên wan eşkere bibin. Hemû jî tîmên taybet bûn. Yek ji tîmên taybet ên me ew esîr girt, dikir qareqar. Di destpêkê de me fêhm nekir bê çi bûye. Piştre me fêhm kir, ku heb xwariye. Yanî bi vî rengî ji ser hişê xwe diçûn û bi her awayî hovîtî dikirin. Naxwe kîjan wijdan dikare pitikek li ber paceya mala xwe di xew de bû, bikuje?

Barbariyeke din a ku min dît jî ev bû: Kurekî ciwan ê jinekê ji her du lingên xwe birîndar bû bû. Sekvanan dor lê girtibûn. Di wê kêliyê de hevaleke me ya jin jî dixwest, wî biparêze. Lê belê cihê wê deşîfre bû û hat kuştin. Li cem kurê wê jinê ket. Jina extiyar, hem ji bo kurê xwe yê birîndar ji wir derxîne, hem ji bo cenazeya hevala me ya hat kuştin rake, çû we derê. Dayika extiyar ji milê xwe ev birîndar bû, lê her du jî anî. Mixabin dijmin ew girt û bi îşkenceyê ew li wê derê kuşt."

'HETA KU EM AZADIYÊ BI DEST NEXIN, VENAGERIM MALÊ'

Delal Azad anî ziman, dema ku berxwedêr hatin dorpêçkirin, ketin sitargehan û qala şahidiya hevalekî xwe yê ji cihê Mehmet Tûnç lê bû rizgar bû, kir:

"Ji dema destpêkirina dorpêçiyê ve heval xwe li nava sergo veşart. Mehmet Tûnç û yên pê re wê çaxê şehîd bûn. Hovîtiyeke bi vî rengî li cihekî din nehatiye dîtin. Wî hevalî ev hemû bi çavên xwe dît. Digot, ku çeka kîmyewî li dijî hevalan bi kar anîne û bedena hemûyan şewitiye."

Delal Azad herî dawî silavên xwe şand ji gelê Cizîrê re û wiha dewam kir: "Mehmet Tûnç timî ji malbata xwe re ev digot, 'Heta ku em azad nebin, ez venagerim malê. Ez gelekî ji we hez dikim, lê belê azadî girîngtir e'. Em ê berxwedana wî bidomînin. Têkoşîna wî jî ya şehîd Rûken jî ji bîr nabe."