Berxwedana YPS'ê: Armanca min hilanîna tola hevrêyên min e
Dîdar Çiya bi gotina, "Ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe û gelê xwe têdikoşim", qala berxwedana YPS'ê ya li Şirnexê kir.
Dîdar Çiya bi gotina, "Ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe û gelê xwe têdikoşim", qala berxwedana YPS'ê ya li Şirnexê kir.
Çiya da xuyakirin, ku beriya destpêkirina berxwedana xwerêveberiyê wan bend danîn, hemû amadekariyên li derdorê qedandin û anî ziman, ku piştî van amadekariyan YPS hatiye ragihandin. Çiya da zanîn, wan bi kêfxweşî îlana YPS'ê pêşwazî kirne û got, "Barê şoreşê giran bû. Lê şîrîn bû. Me bi barekî giran lê şîrîn dest bi kar kir. Bi bandora Şehîd Gulan û Şehîd Asya ez tevlî vê berxwedanê bûm. Di destpêkê de li cem Şehîd Asya hatibûm wezîfedarkirin. Li taxa Bahçelî weke jin ez û Şehîd Asya hebûn. Ya rast, eem xwedî sekneke qewîn bûn.
Ji bo gel, civîn û perwerde hatin lidarxistin. Piştî ku gel armanca berxwedanê fêhm kir, bi rengekî zanebûn û çalak tevlî berxwedanê bû. Li Şirnexê gel bi xurtî li ber xwe da. Ji aliyê hevrêtiyê ve jî fedakariyek hebû. Ti pirsgirêk tine bû."
Çiya da xuyakirin, ku wan li taxa Bahçelî ji bo jinan dewreyeke xweser a jinan vekirin û dema hejmar zêde bû, wan li taxa Cûmhûriyetê jî dewreya duyemîn vekirin. Çiya got, "Dewreyên me yên tevlîhev jî hebûn. Li wir jî perwedeyên leşkerî dihatin dayîn. Ya rast, di nava şer de jî em ti carî bê perwerde nediman. Piştî wextekê cihê hevalan hat guhertin. Li taxan heval dihatin wezîfedarkirin. Me hejmara hevalên jin ên li taxa me zêde kir. Hê dorpêçiyê dest pê nekir, di 5'ê Sibatê de hevala Asya şehîd bû bû. Tevî wê 4 hevalên mêr şehîd bû bûn. Taybetmendiyeke hevala Asya hebû ku hêz dida mirovan. Şêniyên taxê bi taybetî jî jin ji hevala Asya gelekî bi bandor dibûn. Tevî wê ehvalên Agir, Xwînrêj, Yilmaz û Koçer şehîd bûn. Her çar heval jî di jiyanê û di nava şer de gelekî kedkar bûn. Dema ew şehîd bûn, em di perwerdeyê de bûn. Kêm ma bû perwerdeya me biqede. Min her tim, meşa li ser rêya wan danî pêşiya xwe.
Piştî perwerdeyê em hemû li taxan hatin wezîfedarkirin. Ez dîsa li taxa Bahçelî ma bûm. Min li wê derê şerê xwe, têkoşîna xwe dewam kir. Ji 8'ê Adarê re kêm ma bû. Amadekarî hat kirin. gel û hevalên YPS'yî bûbûn yek."
'BI RAGIHANDINA YPS'Ê RE TEVLÎBÛN ZÊDE BÛ'
Çiya diyar kir, di destpêkê de hejmara jinan kêm bû, lê bi ragihandina YPS'ê re gelek jin û mêr tevlî bûn û wiha dewam kir: "Her kes ketibû nava wê giraniyê. Hejmar roj bi roj zêde dibû. Dema ku em bûn hejmareke têrker a jinan, me YPS Jin ragihand. Em li cihekî nêzî tumenê, ku hejmara dijmin a li wir gelek bû, ava bûn. Li kêleka wan. Kesên ku berê li ber zilmê serî ditewandin û ditirsiyan, êdî ji xwe gelekî piştrast bûn. Berê jin ji malên xwe nikarîbûn derkevin. Piştî perwerdeyê êdî bi rehetî li derve digeriyan, tevlî şer dibûn. Ev yek hemû bi saya berxwedanê bûn.
Piştî wextekê dor li Şirnexê hat girtin. Ji dijmin hebû ku psîkolojiyeke giran li ser me heye. Lê belê ji aliyê psîkolojîk ve em gelekî rehet bûn, lewma her heval bi giranî li ser şer disekinîn. Kûrbûneke din ji bilî vê nebû bû. Moral di asta herî bilind de bû. Her kes li çeperên xwe bi cih bû bûn. Me berê şer nedîtibûn. Di vî warî de hişmendiyeke nebû. Lê belê bi perwerde û tecrûbeyan, em zû hîn bûn. Me bi cesareta xwe bandor li hev dikir."
'DIJMIN GELEKÎ TEHDE LI GEL KIR'
Çiya anî ziman, beriya dor li Şirnexê bê girtin, wan karê rêxistinbûn û danîna bendan meşandin û bibîr xist, gel jî tevlî serhildanê bû. Çiya ragihand, ji aliyekî ve gel tevlî çalakiya dengderxistinê dibû, li aliyê din jî tilîliyên dayikan deng vedidan. Çiya got, "Dema dijmin e rewş dît, bi kobra û gaza îsotê êrîş dikir. Piştre çalakiyên hevalan dest pê kirin. Dema çalakiyên hevalan zêde bûn, dijmin jî ji aliyekî ve bi kobrayan lê didan. Li her kolanê çeperên me, konên me hebûn. Gel jî dihatin binê van konan. Dijmin di kamerayên mobese de ev didît û sûîqest li gel dikir. Dijmin gelekî tehde li gel kir. Ji bo dijmin ne girîng bû, ku gel di nava bajêr de ye. Timî direşand. Ji bo gel bitirse, zerar li gel bibe, çi ji destê wan dihat dikirin. Gel jî bi ti awayî ji têkoşîn û berxwedanê venedigeriya.
Dema ku dijmin ev dît, hê bi hêrs dibû. Bi wesayîtên bi tîpa Ejder, Kobra êrîş dikirin. Li ser Kkobra çeka A4 bi cih kiribûn. Sekin bi vê çekê nediket. Li gel vê, eger wesayîta Ejder li jêrê bûya, wesayîta Yalçin jî li jorê bû. Û timî direşand. Kobra li aliyê din bû. Wekî din ji Çakir Sogut, ji Tumenê, ji Tevgera Taybet ji her alî ve lê didan. Carna, bêyî çalakiyan jî me didît ku hemû çek li dijî me dihatin bikaranîn. Espîcîno anî bûn. Hevlaan tank, wesayîtên bi cureyê espînîco û çek îmha dikirin. Hê di destpêka şer de 3 tank hatin rûxandin. Ji wan hebû ku li pêşberî teknîka wan em nikarin tiştekî bikin. Halbûkî her tişt bi me re hebû ji bo em wan îmha bikin. Wekî din, wan her tim ji dûr ve êrîş dikirin. Nikaribûn xwe nêzî çeperan bikin. Sekvanên me gelekî jîr û jêhatî bûn. Kepçeyên wan jî timî li ser kar bûn. Bi carekê dikarîbûn hemû bendan rakin. Dema me ev didît, bêguman hinekî bandor li me dibû. Ji ber ku me ew bend hemû bi kevirên li pişta xwe dikirin, lê kiribûn. Di wê kêliyê de hevalan jî xweş li wan dan. Vê carê, bi hêsanî nekarîbûn bihata. Mirov bi hêsanî tirsa ketibû dilê wan didît. Gelek caran hevalan bombe davêtin heta nava wesayîtên wan. Ewqasî xwe nêzî wan dikirin."
'JI BO AZADIYA ZAROKÊN XWE...'
Çiya diyar kir, rojên şer dest pê kir, hêzên dewleta Tirk ti carî ji bejahî ve nekarî bên, timî ji dûr ve êrîş dikirin û destnîşan kir, bicihbûna hêzên YPS'ê li qadên stratejîk, di vir de bi bandor bû. Çiya ragihand, vê yekê teknîka dewleta Tirk pûç dikir û got, "Ji xwe dem di dem cihên me yên wezîfeyê dihatin guhertin. Li çepera ez lê bûm, 3 hevalên jin û 2 hevalên mêr hebûn.
Em li qiraxa kolana navîn bûn. Me li dijî dijmin çalakiyên bi rêbaza sabotajê, sûîqestê lidar dixistin. Piştî wextekê me dît ku tecrûbeyeke mezin çêbûye. Me êdî li gorî şer gavên xwe davêt. Hevalên Tûfan û Xwînda berpirsyarên me bûn. Ji bo pêkanîna çalakiyekê hevalên Tûfan û Hisnî çûn ser kolana bingehîn. Li wê derê ketin kemîna dijmin. Hevalê Hisnî zewicî bû. Zarokên wî hebû. Bi vî rengî tevlî berxwedanê bû bû. Timî ji me re got, 'Ji bo azadiya zarokên xwe û zarokên gelê Kurd têdikoşim. Di rewşeke ku ew di nava mêtîngeriya dijmin de ye, nabe ku ez bi hêsanî li şûna xwe rûnêm'. Sekna hevalê Hisnî sekneke milîtanî bû. Gelek tişt hebûn ku Şehîd Tûfan hînî me kir. Ti carî nedihişt em bê moral bimînin. Di vî warî de gelekî baldar bû. Her wiha hişê wî timî li ser dijmin bû. Her tim li ser difikirî bê bi kîjan rê û rêbazan dikare dijmin têk bibe. Yek ji şehîdên destpêkê bû. Piştî şehadeta wan, giraniyeke hê mezintir ket ser milê me. Ji bo hilanîna tola wan, bi dil û can em xebitîn.
Li pêşberî çalakiyên me, dijmin jî nedisekinî. Timî bi obus, hawan, tank, wesayîtên bi tîpa ejder, yalçin û çekên giran êrîşî me dikir. Lê ti encam bi dest nedixist."
'SÊ CARAN LI HEMAN CIHÎ MAYÎN BI CIH KIR'
Çiya da xuyakirin, ku şer gav bi gav bi gav giran bû û wiha dewam kir: "Ez dixwazim mînaka hevala Hîzan bidim. Hevala Hîzan hevaleke jin bû. Mayîn li kolanê bi cih kir. Li cihê mayîn çand, kobra hat. Hingî mayîn bi kobra da teqandin. Di sibeha roja din saet di 6'an de, dijmin dîsa hat wê derê. Hevala Hîzan careke din li heman cihî mayîn çand. Vê carê mayîn bi kepçeyekê teqand. Dijmin texmîn dikir, ku mayîn cara sêyemîn li heman cihî nayê bicihkirin. Lê belê hevala Hîzan careke din çû û mayîn li heman cihî bi cih kir. Û mayîna sêyemîn bi wesayîta ejder ve teqiya. Taktîkeke bi vî rengî bû, ku qet nedihat bîra dijmin. Ji xwe her sê caran jî ket xefikê. Û gelek kuştî, birîndar da û wesayîtên wan rûxiyan. Bi Şehîd Hîzan re tirs, guman qet tine bû."
Dîdar Çiya da xuyakirin ku di şer de rola sabotaj û sekvanan gelekî mezin bû û wiha dewam kir: "Ji xwe me derba herî mezin bi vî rengî li wan didan, me dijmin ji hev dixist. Dijmin jî ti carî ji bejahî ve nekarîbû bihata. Gelekî ditirsiya. Bi şerê sîng bi sîng newêrî bû. Dijmin sekvanên xwe li cihên welê bi cih dikir, ku ji vê yekê jî me fêhm dikir bê çiqasî ditirse. Mînak; dîwar du caran qul dikir. Manken datanî ber paceyê. Piştre jî perde dihejand. Ji bo ku em li wir bidin ku ew jî sekvanên me bibînin. Bêguman em bi lîstikên wan hesiyabûn. Gelek caran psîkolojiyeke welê derketibû holê, ku wan bi girî xwe vedikişandin. Navbereke gelekî kin di navbera me û wan de hebû. Me ew bi zelalî didît.
Carna ji bo bandorê li me bikin, stran lê dixistin. Li pêşberî vê yekê em gelekî rehet bûn. Dijmin bi tank, obus, hawanan welê lê didan, carna guhê me ker dibû, nedibihîst. Wê çaxê jî taktîka hevala Hîzan diket dewrê. Dengê wê gelekî xweş bû. Hingî hemû heval dicivand û bi dengekî bilind distriya. Dengê wê diçû dijmin. Vê yekê gelekî bandor li min û hevalên din dikir. Me hêza hevalan gelek caran bi vî rengî dîtin. Me ji xwe re digot, xuya ye em bi dengê xwe lîstikên dijmin pûç dikin."
'WÊ MÊTÎNGERIYA TIRK WINDA BIKE'
Çiya wiha dewam kir: "Gelek heval li cem min şehîd bûn. Min gelek mirovên hêja nas kir di vê demê de. Min her tim ev pirs ji xwe dipirsî. Çima ez zûtir tevlî vê têkoşînê nebûm. Bêguman min lêpirsîna vê jî dikir. Dijmin ji bo xapandina ciwanan, serî li her şêwe teknîkê dide. Bi vê yekê em kirine robot. Bi vî rengî haya me ji hin tiştan nedibû. Lê belê di vê pêvajoyê de min fêhm kir, ku ez û gelek ciwan ji rastiya xwe dûr ketine.
Ev pêvajo ji bo min perwerdeyeke gelekî mezin bû. Gelek kesên li Şirnexê li ber xwe dan, niha ne li cem me ne. Dibe ku ji aliyê fîzîkî be ne li gel me ne, lê belê ji aliyê ruhî û manewî ve em her tim bi hev re ne. Wê her tim di jiyana me de bin. Û em ê şopdarên wan bin. Yê winda bike, wê dewleta Tirk a mêtînger û har be.
'DEWLETA AKP'Ê NEÇAR E TÊK BIÇE'
Ji vê derê bang li gelê Şirnexê dikim. Çi dibe bila bibe bila dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo hilanîna tola xwe divê timî şer bikin. Bi ti lîstikên dewleta AKP'ê nexapin. Nizanim xanî ye, avahî ye! Ev hemû ji bo xapandina gel û raya giştî ye. Wan bi xwe malên gel xera kirin, şewitandin û gel kuştin. Niha jî hewl didin xwe baş nîşan bidin. Dewleta AKP'ê neçar e têk biçe. Dewleteke welê hov e, ku ne hêja ye navê wê jî di dîrokê de hebe. Pêwîste hemû Şirnexî vê bibînin û li gorî vê tevbigerin. Ne ez, ne jî kesên din ên tevlî berxwedanê bûne, ti carî nikarin vê pêvajoyê ji bîr bikin. Em şopdarên şehîdên xwe ne. Em bi hest û hêrsa hilanîna dola wan dijîn."