Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 818’emîn de ye

Malbata Şenyaşar ku li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin Nobeta Edaletê didomînin, bang li Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç kir ku bikeve nava hewldanan.

Malbata Şenyaşar ku 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê xizmên wan ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dayîn destpêkirin, didomînin. Nobeta Edaletê 9’ê Adara 2021’an hatibû destpêkirin.

Ji ber ku roja Şemiyê edliye girtî ye, malbata Şenyaşar li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe domandin. Çalakî di roja 818’an de ye.

Malbatê li ser hesabê medyaya dîjîtal bang li Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç kir û got: “Ji bo zilm, derew û bêbextî bi dawî bibe têkoşîna me wê bidome! Divê Wezîrê Edaletê yê Nû bikeve nava hewldanan.”