Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 737’an de ye

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatine qetilkirin Nobeta Edaletê didomînin, diyar kirin ku ew rêveberiyek ji bo jiyan û edaletê adil dixwazin.

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 737’an de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” vekir û dest bi nobetê kir. 

Malbatê, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin. Ji bo jiyanê edaletê, ji bo edaletê jî em daxwaza rêveberiyeke adilane dixwazin. Em êdî bêzar bûn!”