Berxwedana li Wanê di roja 21’an de ye

Li Wanê berxwedana li hemberî qeyyûman 21 roj in didome.

Rêxistina HDP'ê çalakiya Nobeta Demokrasiyê li Wan, Amed û Mêrdînê di roja 21'an de berdewam kir. Li Wanê jî rêxistina HDP'ê li Kolana Cûmhûriyetê li pêş avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê çalakiya Nobeta Demokrasiyê berdewam kirin. Parlamenterên HDP'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Dîsa nûnerên Platforma komeleyên Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûr û Kongreya Îslama Demoratik (KÎD), Komeleya Alimên Oldar a Stenbolê, Federasyona Komeleyên Amed a Stenbolê, Federasyona Komeleyên Êlihê, Federasyona Komeleyên Bedlîsê, Federasyona Komeleyên Mûşê, Federasyona Komeleyên Wanê, Endamên meclîsa şaredariyê û gelek hilbijêr tev li çalakiyê bûn.

 Dema girseyê xwest ji pêş avahiya HDP'ê bimeşin kolanê, polîsan xwest girsê asteng bike û di navbera polîs û komê de kêliyekê nîqaş derket. Di nîqaşan de polîsan got: "Yên ne wekîl bin bila neaxivin."

Li vir Parlamenterê HDP'ê Murat Çepnî got “Nikarin îzahata qeyûman bikin. Ger ku yên ji peywirê hatin girtin nelirêtiyek wan hebe aşkere bikin. Ji ber ku tiştek tune hûn nikarin aşkere bikin."

Polîsên ku dora avahiyê pêçan destûr neda girse bimeşe. Piştre girsê di bin dorpêça sedan polîsan de daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz, diyar kir ku gel 21 roj in ji bo vîna xwe li ber xwe dide û wiha got: "Hêj nikarin talan, wêran û diziya xwe aşkere bikin. Şaredarî hatine desteserkirin û dagirkirin. Qeyûmê tayînî Wan, Amed û Mêrdînê hatine kirin tayînî hemû Kurdistan û Tirkiyeyê hatine kirin. Pergala Hevserokatiyê xeta me ya Xemrî ye. Em dest jê bernadin."

 Piştre Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş ji anî ziman ku tu bingeha hiqûqî ya qeyûman tune û ew ê her dem piştgiriyê bidin pergala hevşaredariyê. Taş, xwest peywira 3 hevşaredaran dîsa paşve bidin wan û aştî û çardeseriyê esas bigirin.

 Çalakiya nobeta demokrasiyê piştî rûniştinê bi stran û dirûşmeyan bi dawî bû.