Berxwedana li Amedê bi dirûşm û sirûdan didome

Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê ku li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'î dest pê kir, di roja 21'ê de bi dirûşm û sirûdan didome.

Girseya gel li Kolana Lîseyê li hev kom bû û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Zext nikarin bi me", "Li dijî qeyûman bi hev re tevbigerin" qîriya. Rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan, hevşaredarên Amedê, parlamenterên HDP'ê Salîha Aydenîz û Hişyar Ozsoy, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli tevlî çalakiyê bûn. Endamên KESK'ê yên Amedê û Odeya Tabîban a Amedê tevlî çalakiya roja 21'ê bûn û piştgirî dan berxwedanê.

Piştî çalakiya rûniştinê Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan daxuyaniyek ji çapemeniyê re ragihand û ji bo dayikên ku li ber avahiya HDP'ê rûdinên got, "Hewl didin me û gelê me li dijî hev rakin, lê belê wê nikaribin bi ser bikevin. Em ê nekevin xefika wan. Çi dibe bila bibe em ê bersiva pêwîst bidin vê yekê. Barê aştiyê giran e. HDP amade ye ku barê bikeve ser milê xwe hilde. Werin em bi hev re aştiyê ava bikin."

QEYÛM DARBEYA LI DIJÎ MAFÊ HILBIJARTINÊ YE

Endama Konseya Navendî ya Odeya Tabîban Selma Gungor jî got, "Em hemû xwedî heman mafî ne û mafê me ye ku dema me mafên xwe bi kar anîn hurmet bê nîşandan. Ji ber vê yekê dûrxistina ji wezîfeyê ya Selçûk Mizrakli û hevşaredarên Mêrdîn û Wanê darbeya li mafê hilbijartinê ye. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin."

Ji Platforma Şaxên KESK'ê Bakî Ondeş jî got, "Hûn nikarin gelên vî welatî li dijî hev rakin. Bi navê rêxistinên girseyî em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin. Heta ku qeyûm biçin wê têkoşîna me bidome."