Berxwedana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê didome

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku meha xwe ya çaran bi dawî kirin, bê navber dewam dikin.

Xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Bi taybetî li cihên giştî bi dirûşme û nivîsên tên nivîsandin li dijî darvekirinan nerazîbûn tên nîşandan.

Di dîmenan de hate dîtin ku komek ciwanên bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeyan û pêxistina agir nerazîbûnên xwe yên li dijî dewleta Îranê nîşan didin. 

Rojbûna Hejar Mam Xusrevî ku yek ji xwepêşandêrên li bajarê Bokanê hat qetilkirin e, li ser gora xwe hate bîranîn.

Her wiha hat hînbûn ku jina bi navê Ferîde Seleatî Pûr a ji Sinê ku di dema xwepêşandanên 17 'ê Mijdarê de guleyek li çavê wê ketiye, çavên xwe winda kiriye, lê ji ber zextên ku 2 mehan dewam kirin ev agahî nehat parvekirin.

Meclisa Xwendekarên Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku xwendekar Dunya Ferhadî di 7'ê Kanûna 2022'an de piştî nîqaşekê bi xwendekarên Besîc re di dema xwepêşandanên Zanîngeha Ehwazê de hatiye gule kirin û jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî avêtine çemê Karûnê.

Li gel çalakiyên protestoyî, pêla destgîrkirin û girtinê jî didome.

Piştgiriya ji derveyî Îranê jî didome. Komeke Îranî ya li Kanadayê tevî hewaya sar çalakiyek li dar xist. Ji ber xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku 4 mehan li pey xwe hişt, tê plankirin ku sibe welatiyên Îranê yên li Ewropayê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê meşekê li dar bixin.

Çalakvanên Îranî ji Yekîtiya Ewropayê ji bilî piştgirîkirina serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî, ji ber zextên artêşa Îranê li ser xwepêşanderan wê daxwaz bikin ku wan wekî 'terorîst' pênase bike.

Serhildana li dijî Îranê ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, nêzî 4 meh in bê navber didome. Di dema êrîşên Îranê yên li ser xwepêşanderan de, gule rasterast li çavên bi sedan xwepêşanderan ketin ku gelek ji wan jin bûn. Lê ji ber nebûna komîteyeke piştgiriyê, hin mexdûr hewl didin bi rêya torên medyaya dîjîtal alîkariya hev bikin. 

Çîroka jina ciwan a bi navê Xezel Renckêş ku xwendekara hiqûqê ji bajarê Bender Ebase di demeke kurt de li ser torên medya dîjîtal deng veda. Xezel di 15 'ê Mijdara 2022'yan de dema ku hêzên rejîmê rasterast gulebaran kirin, çavê xwe yê rastê winda kir.

Li gel Xezel, jina ciwan a bi navê Mêrsêd jî di nav kesên ku di encama guleyên rasterast ên hêzên dewletê de ji çavê xwe birîndar bûne, heye.

Hînkerê sporê Mêrsêd bi berfirehî behsa kêliya ku ji çavê xwe birîndar bû û tirsa xwe ya ji teqînê anî ziman.

Jineke din a ku di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de ji çavê xwe birîndar bûbû Nîlufer Axayî ye. Nîlufer Axayî di xwepêşandana li ber Nexweşxaneya Tehranê de ji çavê xwe birîndar bû.

Yek ji çîrokên herî bi êş jî çîroka jina ciwan a bi navê Hêlya Babayî ya xwendekara lîseyê bû. Helya di 26’ê Cotmeha 2022’yan de li Tehranê di navendeke bazirganiyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat gulebarankirin.

Îlaha Tewkulyan ku xwe weke "keça Xorasanê" bi nav dike, yek ji wan jinan e ku bûye hedefa hêzên Îranê û ji çavê xwe birîndar bûye.

Rahile ku jineke din a derûnnas e ku rastî tundiya hêzên Îranê hat, piştî birîndarbûna xwe li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam da, “Di nava vê rewşa bêhêvî de em soz didin hêviyê ku wê her tişt xweş bibe. Dengê çavan ji qîrînan hemûyan xurtir e."

Komek ji çalakvanên sivîl bi rêya hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ji Sendîkaya Bijîşkên Çavan ên Îranê daxwaz kirin ku komîsyonek ji bo birîndaran ava bike.

Li gorî nûçeya rojnameya New York Tîmesê, gelek kesên ku di dema xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji ber êrîşên dewletê ji çavê xwe birîndar bûn, çavên xwe winda kirine.