Berwarî: Yekîtiya neteweyî wê bibe stûnên mala Kurdan

Endamê Konseya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî ji bo pêşnûmeya pîvanan got, "Em yekîtiya neteweyî weke banê mala Kurdan dibînin. Pîvan jî stûnên wê malê ye."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), roja 9'ê Tebaxê li Hewlêrê civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand ku wan dest bi tûra duyemîn a karê xwe yê ji bo yekîtiya neteweyî kirine. KNK'ê bi vê armancê pêşûmeyeke pîvanan aji 21 xalan eşkere kir.

Endamê Konseya KNK'ê û Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî, ku ji destpêkê ve di nava vî karî de cih digire, ji ANF'ê re axivî.

BIRYARA DEWAMKIRINA KARÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ LI KOMXEBATA SILÊMANÎ HATE DAYIN

Berwarî diyar kir, ku ji sala 2011'an û vir ve ew ji bo yekîtiya neteweyî dixebitin û got, "Ji wê demê ve gelek komxebat, konferans û panel hatin lidarxistin. Herî dawî 15-16'ê Tîrmeha 2017'an li Silêmanî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî, rewşenbîr, nivîskar û rûspiyên ji çar parçeyên Kurdistanê komxebateke berfireh hate lidarxistin. Di wê komxebatê de me xwest hîn bibin ku gelê Kurd yekîtiya neteweyî weke pêwîstiyekê dibîne yan na. Di encama du rojên bi têra xwe dagirtî de, partiyên beşdar projeyên xwe pêşkêş kirin. Di danezana encamê ya ji 14 xalan de, biryar hate dayin ku karê ji bo yekîtiya neteweyî bidome."

5 KOMXEBATÊN DEMA PÊŞ

Dr. Berwarî destnîşan kir, ku di komxebata Silêmanî de biryar hate dayin ku derbasî qonaxên duyemîn û sêyemîn ên karê yekîtiya neteweyî bibin û wiha dewam kir: "Li ser vê yekê, me jî karê qonaxa duyemîn roja 9'ê Tebaxê li Hewlêrê bi civîneke çapemeniyê bi awayekî fermî dan destpêkirin. Li gorî biryarên di komxebata Silêmanî de hatin girtin, di qonaxa duyemîn de wê li her parçeyên Kurdistanê komxebatek, ji bo gelê Kurd ê li Ewropa û cihên din ên cîhanê jî komxebateke giştî bê lidarxistin. Karê ji bo vê yekê dest pê kiriye.

Têkildarî karê xwe yê ji niha û pê ve me pêşnûmeyek ji pîvanan danîn holê û bi raya giştî re par ve kir. Em îdîa nakin ku ev pîvan misoger in û nabe bên guhertin. Em dixwazin nîqaş li ser vê pêşnûmeyê bê kirin. Ji bo em nêrîna nûnerên gelê me, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenan bigirin me dest bi hevdîtinên tûra duyemîn kirine. Reaksiyoneke erênî ji bo 'Pêşnûmeya Pîvan û Prensîbên Karê Yekîtiya Neteweyî' ya ji 21 xalan haate nîşandan. Ev rewşa berbiçav li hevdîtinên me jî xwe nîşan dide."

STÛNÊN MALA KURDAN

Li ser armanca van pîvanan jî Dr. Berwarî got, "Em yekîtiya neteweyî weke banê mala Kurdan dibînin. Pîvan jî stûnên wê malê ne. Mînak; eger tu xaniyekî lê dike, hingî çend stûn jê re divên. Ji bo Yekîtiya Neteweyî jî hin stûnên barhilgir divê. Stûnên yekîtiya neteweyî jî ev e û wê pîvanên mîna van be. Ji bo ev kar bi rengekî baş û serketî bimeşe, pêwîste hin nuqteyên hevpar hebin. Weke mînakên; azadiya Kurdistanê, dîplomasiya hevpar, parastina hevpar. Ev xalên bingehîn ên li ser van mijaran e û rêbaza meşa me nîşan didin."

Ji bo pirsa, "Ji aliyê hin hêzan ve hatibû rexnekirin ku tenê Kurd tevlî komxebata li Silêmanî bû. Di vê der barê de hûn çi dibêjin?" endamê Konseya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî ev bersiv da:

YA KU EM DIXWAZIN BIKIN, AFIRANDINA TIFAQA KURDAN E

"Belê, hin Kurdan gotin, 'Di rewşeke vî rengî de ku li Rojhilata Navîn û cîhanê ewqas gav ber bi pêş ve tên avêtin, gelo ber bi xeta neteweperestiya teng ve diçin?'. Nexêr, tiştekî bi vî rengî nîne. Em vê yekê di nava çarçoveyeke etnîkî û teng de nabînin. Ya ku em balê dikişînin ser Kurdistanî ye. Ya ku dewletên Tirk, Ereb û Fars dikin, em wê nakin. Em li vir hewl didin ku Kurd bibin tifaq. Ev mafek e. Çawa ku li Amerîkayê 50 eyalet hene, li Îtalya û Elmanyayê eyalet hene, li cihên din kanton hene, em jî dixwazin bibin xwedî saziyeke ku xwe pê bi rê ve bibin. Em qala tifaqekê dikin."

SÎNOR BI SÎSTEMA KONFEDERAL DIKARIN JI HOLÊ BÊN RAKIRIN

Dr. Berwarî destnîşan kir, ku ji bo Rojhilata Navîn jî projeyên wan hene û got, "Çawa ku Yekîtiya Ewropa heye, em jî dikarin ji bo Rojhilata Navîn bi rêxistinbûneke bi vî rengî, sînoran pû bikin. Em dikarin sînorên li nava xwe rakin û bi hev re bijîn. Em dikarin yekîtî û hevgirtinekê bafirînin ku karibin pê sînorên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê rakin. Em vê yekê dikarin bi sîstemek konfederal bikin. Ev planên paşerojê ne."

Berwarî got, dema sînor hatin xêzkirin, kesî ji wan nepirsiye û wiha dewam kir, "Dema Kurdistan hate parçekirin ev yek li derveyî daxwaza me bû. Em di nava pêvajoyeke welê de ne ku her parçeyê Kurdistanê dikare çarenûsa xwe diyar bike. Yê ku biryara vê bide jî gelê me ye. Yên ku îro nobedariya sînorên li nava Kurdistanê hatine danîn dikin, gelo wê vê yekê karibin heta kengî bikin? Wê heta kengî karibin nobedariya Sykes-Pîcot û Lozanê bikin? Ji ber vê yekê, her gava em îro davêjin gaveke ji bo demên dirêj e. Dibe ku îro, sibe ev pêk neyên, lê belê gavên bi mantiq in. Dibe ku îro nayê fêhmkirin, lê ev gav wê paşerojê diyar bikin."