'Bersiva watedar a ji bo Denîzan, xwedîderketina li têkoşînê ye'

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok destnîşan kir, bersiva herî watedar a ji bo Denîzan, xwedîderketina li têkoşînê ye.

Ji damezrînerên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan, di salvegera 45. a darvekirinê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bîranîn. Endama Komîteya Navnedî ya PKK'ê, der barê rojê de ji ANF'ê re axivî.

Dîlok diyar kir, bersiva ku ji bo Denîz Gezmîş were dayîn xwedîderketina li têkoşîna wan e û bal kişande ser cihê destpêkirina têkoşîna gerîla ya Denîzan a li Çiyayên Nurhaqê û got: "Meşa li Nurhaqan, bi mebesta destpêkirina şoreşgeriya Tirkiyê ya têkoşîna gerîlayan e û ev fermanek e. Lingê wê meşê yê kurdistanê, bi meşa azadiyê ya PKK’ê hate domdarkirin û heta niha hat."

WAN HIŞMENDIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DIDA JIYÎN

Dîlok anî ziman, Denîz Gezmîş û hevalên wî tenê ji bo gelê Tirkiyê dest bi têkoşînê nekirin, hem xwedî helwesteke neteweyî û hem jî xwedî hewlesteke enternasyonal bûn û wiha got: "Her çendî di wê demê de em vê weke enterynasyonalîzmê bi nav bikin jî, a rast a ku didane jiyîn mirov dikare weke hişmendiya neteweya demokratîk bibêje. Yek ji sedema herî mezin a kuştina wan jî ev bû."

ENCAMA HERÎ XURT A MÎRATEYA KU WAN HIŞTÎ TEVGERA AZADIYÊ PKK YE

Dilzar Dîlok bi berdewamî gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Dixwazim bibêjim ku armanca gerdûnê azadî ye" li ser pêwendiya bi Denîz, Mahîr, Îbrahîm û Hakî Karer bi kar anî û got, her çendî ku zû jiyana xwe ji dest dabin jî ji temenê xwe û ji temenê xwe yê ku têkoşîn da zêdetir mîrat li pey xwe hiştine û dema ku mirov ji vê rastiyê binere diyar e ku ya girîng ne jiyana domdirêj lê ya girîng ew e ku mirov kêliya ku tê de dijî, li serdema xwe jiyana bi rengekî azad e ku mirov wê bi azadiyê watedar bike û tije çalakî bike."

Dîlok bi domdarî got: "Hin mirov hene di jiyana xwe ya têkoşînê de tim lehengiyê dikin. Hin mirov hene bi gotineke xwe di jiyana gelek mirovan de rêya lehengiyê vedikin, rêya wan ronî dikin. Heval Hakî jî wiha ye. Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş jî wiha ne. Û encama herî xurt a mîrateya wan ku ji me re hiştine pêngava tevgera azadiyê PKK ye."

6’Ê GULANÊ KOMPLOYA LI SER OCALAN

Dîlok bal kişande ser 6’ê Gulanê roja darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî û her wiha komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 6’ê Gulana 1996’an û got, "6’ê Gulanê li dijî Rêbertî komplo kirin û wê bigotana, 'Li Mamakê tu ji destê me filitî, tu reviyayî Sûriyê lê li wir jî em hewl didin ku te tine bikin'. Armanc ev bû lê nekarîn pêk bînin. Bîra mêtingeran jî heye û mêtinger di van pevgihînên dîrokî de hewl didin ku koledarî, hilweşîn û qirkirinê di bîra civakê de kûr bikin."

TÊKOŞÎNA ŞOREŞGER A TIRKIYE XWE NAGIHÎNE ROJANEYÊ

Dilzar Dîlok diyar kir ku li Tirkiyê têkoşîna şoreşgerî xwe nagihîne rojaneyê ye û bal kişande ser giringiya avabûna TŞYG û TŞYJ’ê û wiha got: "12'ê Adara par Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) û 8’ê Adara bihurî jî Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ) ava bû. Ev ji bo têkoşîna Kurdistanê û Tirkiyê pir girîng e. Ev pêkhateya ku gelek tevgerên sosyalîst ên şoreşger tê de cih digriin, ji bo şoreşa neteweya demokratîk a Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pir girîng e û dikare rê li ber geşedanên girîng veke."

ŞOREŞ EW HEMÛ KÊLÎ NE KU EM JIYANA AZAD DIAFIRÎNIN

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok herî dawî bal kişande ser berxwedana xwerêveberiyê û got: "Pergala serweriyê li ku hebe, li wê derê derba li pergalê û têkoşînê hişyarbûnek çêkiriye. Bi berxwedana xwerêveberiyê giyanekî mezin ê fedekar û fedaî derketiye holê. Bi şehîd Berfîn û Nûcanan ev têkoşîn di şexsê jinên ciwan ên nû de careke dî şanî serweran hatiye dayin." Dîlok got, "Ev ji bo şoreşgerên Tirkiyê û Kurdistanê mînake. Ev têkoşîn divê li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê were geşkirin, mezinkirin. Bi kêmanî divê ev were kirin; şoreş li her deverê ye, şoreş li çiyan e, li bajran e, li her kêliyê ku em li pergala serwer dixin. Şoreş li her deverê ye ku em xwe ji pergala serwer qut dikin, qadeke ramana azad ava dikin û jiyana azad lê ava dikin. Hemû şoreşgerên Tirkiyeyî, bi taybetî jî jin û hemû ciwanên Kurdistanê dikarin vê bikin. Bi vê wesîleyê bersiva herî xurt a ji bo şehadetên 6’ê Gulanê xwedîderketina li berxwedana Denîz Gezmîş, Şehîd Sarya û Nûcanan e. Rêya vê ya herî girîng jî di 6’ê Gulanê de geşkirina têkoşînê ye. Em bang li hemû ciwanan dikin ku di refên TŞYG, TŞYJ’ê de têkoşîna yekbûyî geş bikin, desthilatdariya AKP’ê birûxîni û bi ser bikevin."