NÛ BÛ

Berpirsyarên qetlîama madenê ya Şêrwanê hatin berdan!

Kesên ku berpirsê hezîna li Şêrwanê hatin berdan.

Rûniştina yekemîn a doza qetlîama madenê ya ku di 17'ê Mijdara 2016'an de li Şîrwanê qewimî û tê de 16 karker jiyana xwe ji dest dabûn, îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê destpê kir. 7 bersûcên girtî, xizmên karkerên jiyana xwe ji dest dan, parêzerên wan, Parlementera HDP'ê ya Êlihê Saaet Becerîklî, rêxistina HDP'a Sêrtê, Serokê Şaxa ÎHD'a Sêrtê Zana Aksu û xizmên bersûcan beşdarî danişînê bûn.

Dema bersûcan anîn salona rûniştinê, malbatên karkerên jiyana xwe ji dest dabûn, bertek nîşan dan. Piştî tespîtkirina nasnameya bersûcan, ewil Gerînendeyê Kargeha Park Elektrîkê Mehmet Ogûz ê ku 5 meh e girtî ye axivî. Oguz, parast ku sedema mirina 16 karkeran ji ber heyelan û afeta xwezayî bûye. Oguz wiha got: "Beriya bûyerê dema ez li qadê digeriyam bi ti awayî rastî qelşan nehatim. Ji ber heyelnê ev bûyer çêbûye." Bavê karkerê bi navê Halil Beşer, Suleyman Beşer bertek nîşanî van gotinên Oguz dan û wiha got: "Mehmet Ogûz yalan soyluyor. Ez jî li wir dixebitim. Beriya bûyerê bi 2 mehan min li wir qelş dîtin. Hayê we ji vê hebû û we bi zanebûnî kezeba me şewitand." Piştî van gotinan Beşer nerihet bû û wî ji eywana danişînê derxistin.

Pişt re serendezyarê Kargeha Park Elektrîkê Suleyman Kazak axivî û wî jî diyar kir ku bûyer ji ber heyelana ku ji be rbaranê çêbûye qewimiye. Kazak, got ku rapora pêzaniyê ya di îdianameyê d ecih digire ne rast e.

Her wiha bersûcên din jî, di parêziya xwe de diyar kirin ku, bûyer ji ber baran û afetê qewimiye. Bersûcan, got ku rapora pêzaniyê ne raste, ew ji bûyerê neberpirsiyar in û xwestin bên tehliyekirin.
Piştî parêziya bersûcan, malbatên karkerên ku di madenê de jiyana xwe ji dest dan axivîn. 7 malbat ji şîrketê gilîdar bûn û her wuha 9 malbat jî diyar kirin ku bi şertê ku mafê wan ê huqûqî û tazmînatê neyê binpêkirin ew ne gilîdar in. Bavê karker Sedat Basût, Salih Basût wiha got: "Wek operator ez jî li wê madenê dixebitîm. Beriya bûyerê li cihê ku hezan çêbû qelş hebûn. Kurê min gotibû wê hezan çêbibe û ewlehiya me ya jiyanî ya tu kesî tune ye. Ji ber teqînên li wir rêya ava diherikî hatiye girtin û av li wir kom bûye. Karker vê rewşê ragihandin rayedaran, lê belê ti ewlehî nehatin girtin."

PARÊZER: BÛYER BI AWAYEKÎ QUSÛRDAR PÊK HATIYE

Piştî axaftinên malbatên gilîdar, parêzerên malbatan axivîn. Parêzeran dest nîşan kir ku parêziya bersûcan tenê ji bo ki ji sûc xelas bibin, hîn zirara piraniya mexdûran nehatiye dayîn, hîn êşa wan wek roja berê ye, di rapora pêzaniyê de bûyer di encama qusûrdariyê de qewimiye, li hemberî çerixîn axê analîzên rîskê nehatine kirin û tevdîr nehatine girtin. Parêzeran berdewamiya girtina bersûcan xwest û her wiha xwestin xwediyên fîrmaya Antlarê Nurettîn Ant, Adnan Ant û Vedat Ant jî bên girtin.
Piştî parêziya parêzeran dozger mutalaa xwend û berdewamiya girtina bersûcan hat xwestin.

BIRYARA BERDANÊ HATE DAYÎN

Piştî parêziya parêzerên bersûcan, dadgehê navbereke kurt da rûniştinê. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe diyar kir û bi şertê kontrola edlî qedexekirina derveyî welat biryara berdana bersûc da.

Wê ji aliyê parêzeran ve têkildarî biryarê îtiraz bê kirin.

Rûniştin taloqî 30'ê Mijdarê hate kirin.