'Berpirsê kuştina zarokan û jinan polîtîkaya AKP'ê ye'

Komîsyona Jinan a DBP'ê diyar kir ku berpirsê kuştina zarokan û jinan û sûcên zayendî polîtîkayên AKP'ê ne.

Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser kuştina zarok û jinan û sûcên zayendî ku vê dema dawî zêde bûne daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin AKP di desthilatdariya 16 salan de bi polîtîkayên xwe yên cihêkar ên li ser jin û zarokan û berzkirina meran bûye sedem ku neçariya arîşeyYên civakî girantir bibin.

Bi berdewamî hate gotin ji kuştina jin û zarokan, tecawiz û îstîsmarkirina zarokan hikûmeta AKP’ê berpirs e, îro jî berpirsyariya xwe bi cih nayîne, tevdîr û mekanîzmayên pêşîgir ên ji bo parastina jin û zarokan bi Rewşa Awarte û BHQ’yan hatine desteserkirin û betalkirin.

Komîsyona Jinan a DBP’ê bal kişande ser nîqaşên darvekirin û xesandinê û got, ‘"Bêyî ku mirov li dijî sedemên sereke yên arîşê têbikoşe, li welatê ku yasayên heyî jî nayên bicihanîn, nîqaşa darvekirin û xesandinê mîna ku ev pirsgirêk takekesî be tê nişandan. Ev mesele meseleyeke îdeolojîk, polîtîk e ku bi polîtîkayên AKP’ê yên jin, zarok û sosyal re têkildar e."