Berhem Salih: Em ê tevlî hilbijartinê nebin

Serokê Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê Dr. Berhem Salih diyar kir ku wan biryar dane tevlî hilbijartinê nebin.

Dr. Berhem Salih piştî ku bi heyeta PDK'ê ya bi serokatiya Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kir daxuyaniyek da çapemeniyê. Dr. Salih got, wê tevlî hilbijartina Parlamenta Başûrê Kurdistanê nebin.

Salih û Barzanî bi hev re daxuyanî dan çapemeniyê. Berhem Salih li ser karê Desteya Hilbijartinê ya Bilind 'fikar'ên xwe anî ziman û got, wê tevlî hilbijartina parlamenta herêmê nebin.

Berhem Salih got, "Rewşa heyî ya li Kurdistanê yekîtî û hevgirtinê li ser me ferz dike." Salih her wiha îdîayên ku dibêjin, "namzetê Serokkomariya Iraqê ye" red kir.

Nêçirvan Barzanî jî diyar kir ku hilbijartina Parlamenta Herêma Kurdistanê wê 30'ê Îlonê di wextê xwe de pêk were û got, "Ti partiyeke siyasî nexwest ku hilbijartin bê taloqkirin. Ji bo gel wê bêhtir kêrhatî be ku hilbijartin di dema xwe de bê kirin."

Barzanî her wiha ragihand ku wê di nava çend rojan de bi Tevgera Goran re jî hevdîtinê bikin.

Barzanî got, naveroka hevdîtinê wê hilbijartina Herêma Kurdistanê û avakirina hikumeta nû ya Iraqê be.