Bereya Niştimanî biryara Amerîka şermezar kir

Bereya Niştimanî bi daxuyaniyekê biryara xelatkirinê ya DYA ya li ser sê şoreşgerên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Mûrat Karayilan şermezar kir û daxwaz li her kes û aliyan kir ku li dijî vê biryarê xwedî helwest bin.

Bereya Niştimanî bi daxuyaniyekê biryara Wezareta Karê Derve ya DYA’yê ya xelatê li ser 3 rêveberên PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan şermezar kir.

Di metna daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ev biryara Amerîka li şûna ku hewl bide bi dehan parlemeter, hevşaredar û azadîxwaz ên li girtîgehan bidin berdan û dîsa piştgirî bide projeya aştiyê ya li navbera gelê Kurd û Tirk de bi encam bibe, dike ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn kurûtir bibe.

Em Bereya Niştimanî bang li her kes, alî û azadîxwazan dikin ku li dijî vê biryarê xwedî helwest bin. Dîsa banga yekdengî û yek helwestiyê ya li dijî van êrîş û biryarên li dijî hemû Kurdistaniyan tê lidarxistin, dikin.”