Bereketa masiyê Gola Wanê

Masiyê Gola Wanê, bi bereketa xwe ya îsal ji bo bi hezaran mirovî bû çavkaniya debarê. Ji ber ku erzan û teze ye, bala mirovan dikişîne.

Masiyê Gola Wanê ji bo bi hezaran însanî çavkaniya debarê ye. Ligel masîgiriya bi qaçaxî û hewldanên dewletê yên ji bo talankirina xwezayê jî, nêzî 30 hezar kes debara xwe bi masiyê Gola Wanê dikin.

Koça masiyê Gola Wanê 21'ê Adarê roja Newrozê dest pê dike. Di navbera 15'ê Nîsanê û 15'ê Tîrmehê de girtina wan qedexe ye. Di nava vê demê de bi milyonan masî ji bo li çeman hêkan bikin koç dikin. Bi taybetî çemên Delîçay û Zîlan ên Erdîşê û çemê Bendîmahî yê Bêgirê ew cih in ku masî lê hêkan dikin. Bi milyonan masî ji bo hêkan bikin koçî bi dehan çemên li dora Gola Wanê dikin. Di vê demê de tevî ku girtina masiyan qedexe ye, bi tonan masî bi rengekî qaçax tên girtin.

Dewleta Tirk li ser van çemên ku masiyê Gola Wanê lê hêkan dike gelek HES û bendav çêkir. Ligel van hemû neyiniyan jî, masiyê Gola Wanê li ser sifra gel kêm nabe. Bi dehan esnaf bi firotina vî masî debara xwe dike. Bi sedan kes jî bi rengekî seyar van masiyan difiroşin. Masiyê Gola Wanê tevî ku demsal zivistane jî gelekî erzan e. Ji ber ku erzan û teze ye, balê dikişîne. Masiyên ji aliyê Marmara û Derya Reş tên hem gelekî biha ne hem jî ne teze ne.