Berdevkê artêşa Iraqê Xelef: Êriş li dijî serweriya Iraqê ye

Berdevkê artêşa Iraqê Evdilkerim Xelef têkildarî êrişa dewleta Tirk a li Mexmûrê diyar kir ku divê Enqere amade be hesabê wê bide.

Nerazîbûna li hemberî êrişa doh a dewleta Tirk a dagirker a li Mexmûrê zêde dibe.

Berdevkê artêşa Iraqê Evdilkerîm Xelef têkildarî mijarê de li daxuyaniyek da û daxuyanî li qenaleke medya dîjîtal bi navê Pona hate weşandin.

Xelef diyar kir ku ev êriş binpêkirina serweriya axa Iraqê ye.

Xelef destnîşan kir ku ev nêzîkatiyeke dijminane ye û divê Enqere amade be hesabê vê bide.

Balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker doh bombe li kampa Mexmûrê barandibûn û di encamê de 3 jin qetil kiribûn.