Belede: Erkê me ye ku yekîtiya xwe ya netewî biparêzin

Welatiyê ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Belede derbarê rewşa dagirkeriya li ser Kurdistanê û girîngiya avakirina yekîtiya netewî nirxandin kir û bang li partiyên Kurd û gel kir ku li hemberî dagirkeriya li ser Kurdistanê divê yek deng û yek biriyar bin.

Welatiyê bi navê Hesen Belede yê bi eslê xwe xelkê bajarê Şabad a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ye, ji ber zext û zilma rejîma Îranê neçar dimîne koçberî Başûrê Kurdistanê bibe. Belede têkildarî êrîşên dagirkerên Kurdistanê yên li ser gelê Kurdistan û herêmê ji ANF’ê re axivî.

Hesen Belde di destpêka axaftinên xwe de bal kişande ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê tên kirin û got: “Welatê me di wan 30 salên dawî de bi dagirkeriyê re rû bi rû maye. Eger em bixwazin welatê xwe nas bikin, di serî de divê dijminên Kurdistanê nas bikin. Wate em ji wê dijminatiya li dijî gelê Kurd birêve dibin bi guman nebin. Weke mînak pêwîste siyasetên Tirkiyê nas bikin. Divê bizanîn bê ka gel ev şere li dijî gelê Kurd e yan dijî PKK’ê ye? Eger em wiha bihizirin ku eve tenê li dijî Tevgera Azadiyê ye wê çaxê diyar dibe ku em dijminê xwe baş nas nakin. Eger em zêde dûr neçin û li dîrokê binêrin, emê bibînin ku dewleta Tirk a dagirker bi sedan car êrişî welatê Iraqê kiriye. Wê demê Tevgera Azadiya Kurdistanê nebû, lê em dibînin ku her tim bi hêcetên pir cuda yên wek siyasetên Iraqê yên li hemberî Tirkmenan dijberiya Iraqê kiriye.

Di destpêka damezrandina Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê de dewleta Tirk a dagirker bi ti awayî ew statuye qebûl nekiriye û wê demê jî armanc ne Tevgera Azadiya Kurdistanê ango PKK’ê bû. Wê demê tenê Kurd hebûye û ti gumanek me ji vê yekê ku dewletê Tirk dijminê Kurdan e tineye. Şertê wî ji bo damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew bû ku şerekê di navbera Kurdan de çêbike û mixabin li gorî ku xuya dike waye serdikevin.”

Belede di berdewama nêrînê xwe de wiha behsa çawatiya armanckirina Kurdan ya ji aliyê dagirker û neyarên Kurdan kir: “Eger em li Rojavayê Kurdistanê temaşe bikin emê bibînin ku tenê hewl didin bi rêya DAÎŞ’ê Kurdan tune bikin. Li vê derê armanc ne partî ye, weke mînak li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî qedexe dikin û asîmîlasyona zimanê Kurdî pêş dixin û bi her şêwazê hebûna Kurdan dikin armanc. Me dît ku partiyên siyasî yên Kurdan girtin. Ji ber vê ye ku ti gumaneke me nîne ku ew dijimin ne tenê dijminê partiyeke Kurdî ye, belku dijminê Kurdan e. Lewre em weke tevgereke netewî û weke partiyekê ji bo xaka xwe şer dikin, erkê me ye ku yekîtiya xwe ya netewî biparêzin da ku bikarin li hemberî dagirkerê herî mezin ê Kurdistanê xwe biparêzin.”

Hesen di beşek din ji axaftina xwe de destnîşan kir ku eger Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bibe wê Başûrê Kurdistanê jî nemîne û wiha pêde çû: “Bê guman eger Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bibe wê bi behaneyên cuda ve Başûrê Kurdistanê jî dagir bikin. Ji ber wê jî pêwîste ku em yekîtiya xwe biparêzin, bi taybetî jî di vê pêvajoya ku çarenûs diyar dike. Eger me di dema Soviyet hilweşiya û welatek nû li şûna wê hat damezrandin de bikarîba yekîtiya xwe biparêzin, bê guman me yê zêdetir xwe bigihandiba azadiyê. Niha jî di reşweke wisa de ne ku guhertinên mezin li herêmê çêdibin, em dikarin vê carê bi yekîtiya xwe vê derfetê ji dest nedîn.”

Belede wiha daxwazên xwe ji partiyên Kurdî anî ziman: “Hêvîdarim ku hemû partî û serokên Kurd di ferqa girîngiya wê mijarê de bin û bi vê hişmendiyê li hemberî dagirkerî û dijbertiya Kurdistanê tevbigerin.”

Welatiyê ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Belede têkildarê Yekîtiya Netewî jî nêrînên xwe parvekir û got: “Sala 2014’an piştî şerê Kobanê êdî gelê Kurd bi rengekî yekser ev rastî fêmkirin ku dagirkerî li Kurdistanê, li herêmê û li dijî gelê Kurd tê rêvebirin. Di nava gelê Kurd de yekîtiyek ava bû û ew yekîtî bû sedem ku Kurd zêdetir hevdu nas bikin û bihêz bibin. Bu sedem ku heta Kurd li Ewropayê jî ji berê zêdetir were naskirin. Eger em careke din di nava partiyên Kurdan de yekîtiyekê çêbikin û dubare zindî bikin, wê demê Kurd dikarin careke din helwesta xwe nîşanê giştî cîhanê bide. Niha karê herî girîng ya ji bo parastina Kurdistanê bê kirin eve ku careke din yekîtiya netewî çêbibe û hemû partî hewlbidin ku careke din bi hevre kom bikin û li hemberî dagirkeriya Kurdistanê yek deng û biryar bin.”

Hesen Bedel di dawiyê de wiha bang li hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî yên Kirmaşanê kir û got: “Divê koka wê rewşê lêkolîn bikin bê ka dijminê me ji me re çêkiriye. Çima heya niha em hatine astekê ku hêdî hêdî zimanê me tune dibe?! Weke mînak her yek ji welatên herî biçûk ên kendavê bi sedan kanalên televîzyonê wan hene. Lê li bajarên weke Kirmaşan û Îlamê ku bi yek zaraveyê diaxivin ti kanaleke yê ragihandinê tine ye.

Ji serdema Qacariyan heya ku rejîma Komara Îslamiya Îranê hewldidin ku ziman û çanda me têk bibin. Ji ber vê jî pêwîste li hemberî wê rewşê bêdeng û bêhelwest nebin û bikaribin xwe biparêzin. bikaribin çar aliyê xwe bibînîn û fêm bikin bê ka em çima di rewşeke wiha de ne? Ji bilî pirsgirêkên siyasî û çandî, pirsgirêkên civakî û aborî hemû bi hev ve girêdayî ne û ji pirsgirêka siyasî bandor dibin. Eger em bêjin ku siyaset ti pêywendiyek wê bi me we nîne, tê wateya yekemîn binketina me. Pêwîste ku bêhelwest nebin, helwesta xwe diyar bikin, têbikoşin û bê hêvî nebin.”