Bêhurmetî li Goristana Ermenî ya dîrokî tê kirin

Li girava Axtamar a Wanê li goristana Ermeniyan a dîrokî bêhurmetî tê kirin. Tevî ku wezîfedarên ewlekariyê li giravê hene jî, hin kesên tên giravê di nava goristana dîrokî de digerin û pîknîkê dikin.

Li Dêra Axtamarê ku ji bo Ermeniyan gelekî girîng e, berî 4 salan ayîn dihate kirin. Dewleta Tirk qedexe kir ku ayîn li dêrê bê kirin. Dêr li başûrê rojhilat ê girava Axtamarê ku li navçeya Westanê ye hatiye çêkirin. Qralê Vaspûrakanê Gagîk ê Yekemîn bi navê Xaça Pîroz di navbera salên 915-921'ê de dêr bi Keşîş Manûel da çêkirin. Li başûr û başûrê rojava yê dêrê Goristana Ermenî ya dîrokî heye. Kêlên ku bi xemla wê serdemê hatine çêkirin, veguherîne xirbe. Piraniya wan şikestîne û li derdorê belav bûne.

GORISTAN KIRIN CIHÊ PÎKNÎKÊ

Dewleta Tirk ku pere ji her kesên tên giravê distîne, goristana dîrokî  ya li giravê jî kiriye cihê pîknîkê. Tevî ku li giravê wezîfedarên ewlekariyê yên taybet hene jî, gelek kesên tên giravê goristana dîrokî kirine cihê pîknîkê. Li girava Axtamarê ku şop û xemla dîroka Ermenî, Bîzans û Kurdan hîn lê ye, tevî dêra dîrokî, bermahiyên wargehê û goristana dîrokî heye. Li giravê û dêrê, heta dawiya sedsala 19'an bi qasî 300 keşîş diman. Piştî Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an girav bê mirov hate hiştin. Dêr û goristana li başûrê rojhilat ê giravê, yek ji berhemên girîng ên mîmariya Ermenî ye.

Goristan di nava hemû olan de cihekî pîroz e. Lewma bikaranîna goristana li Axtamarê bi vî rengî rê li ber nerazîbûnan vedike. Mirovên tên serdana giravê dibêjin, dewlet bi zanebûn goristanê naparêze û dixwazin hurmet ji goristanê re bê nîşandan.