Bêdengî hevkarî ye!

Meclîsa Jinan a DÎK’ê; “Em kesên li dijî komkujiya jin û gelê Êzidî bêdeng man û bûn hevkarên vê zilmê şermezar dikin.”

Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), bi boneya 4’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatî, daxuyaniyek nivîskî weşand.

'BÊDENGÎ HEVKARÎ YE’

Di daxuyaniya Meclîsa Jinan a DÎK’ê de wiha hat got: “Hemû perestgeh û îbadetgehên Êzidiyan hilweşandin. Ji 5 hezarî zêdetir Êzidî, ji ber bawerî û nasnameyên xwe hatin qetilkirin. Hê jî nêzî 10 hezar jin û zarok dîlgirtî ne. Gelê Êzidî yê ji ber qirkirinê reviyan, bi rojan tî û birçî man. Li ser rêyan ji zarokan bigirin heta kal û pîran jiyana xwe ji dest dan. Hê jî di destê DAIŞ’ê de 3 hezar jinên Êzidî hene. Komkujî li ber çavê cîhanê pêk hat. Hemû kes bêdeng man. Bêdengiya li dijî komkujiyê hevkarî ye. Em van kesên ev zilm pêk anîn, ên li hemberî vê zilmê bêdeng man û hevkarên vê zilmê şermezar dikin. Li kû devera cîhanê dibe bila bibe, ji kîjan bawerî, nasname, ziman û nijadê dibe bila bibe, em têkoşîna hemû jinan silav dikin û êşa jinên Êzidî parve dikin.”