Bazên Metropolan li Amedê li wesayiteke polîsan xistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî ya Bazên Metropolan diyar kir ku li Amedê li wesayiteke zirxî ya polîsan xistine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî ya Bazên Metropolan şeva 1'ê Mijdarê saet di 24:00 de li navçeya Yenîşehîr a Amedê li taxa Şilbeyê li wesayiteke zirxî ya polîsan xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çalakiyê de bi polîsan re şer qewimî. Wesayita polîsan li hemberî êrîşa yekîneya tolhildanê xwe vekişand. Piştre jî bi hêza zêde hat. Yekîneya me jî xwe vekişand qadên xwe yên ewle."