Bazên Metropolan bi bombeyan avêtin ser navenda polîsan

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat diyar kir ku ji bo bîranîna Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di hundirê kîsekî de radestî bavê wî hate kirin, bi bombeyên destan avêtin ser navendeke polîsan a li Amedê.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat a Bazên Metropolan ragihand ku 3'ê Îlonê saet di 24:00 de li hemberî 2 polîsên li pêşiya Navenda Polîsan a Halîl Îbrahîm Kartoglû ya li Amedê bi bombeyên destan çalakî lidar xistiye. Hate ragihandin ku di çalakiyê de hejmara kuştiyan eşkere nebû, lê belê ambûlans sewqî cihê çalakiyê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev çalakî ji bo bîranîna şehîd Hakan Arslan hate lidarxistin. Dewleta Tirk a faşîst bila bi vê zanibe ku hesabê her êrîşek li dijî cenazeyên me wê bi sonda me ya mezin a tolhildanê bê pirsîn û dijminê me yê faşîst wê di nava hêrsa me de bifetise."