Bazek li ser çiyayên bilind ên welêt

Mûhammed Elîzade yê ji Rojhilatê Kurdistanê yek ji hezaran şehîdan bû ku xak û welatê xwe parast. Elîzade jiyana di bin dagirkeriyê de red kir û ji bo parastina xaka xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Yên ku evîndarê azadiyê ne dixwazin baskên xwe wekin û wek bazekî li ser hemû çiyayan bifirin. Firîn hêviya hemû çêlîkên balindeyên ku li bendê ne perên baskên wan derkeve û fêrî firînê bibin. Azadî û firîn çiqas nêzî hev in û tama wan çiqas dişibe hev... Bazên ku li çiyayên Kurdistanê hêlînên xwe çêdikin û li ser vê xwezaya xweş difirin; tama firînê dikin û ji bo tamkirina azadiyê ber bi asoya azadiyê ve bilindtir û bilindtir difirin. Ji bo wan ne girînge ku çiqasê bijîn, ji bilî vê yekê ku çawa û ji bo çi bijîn. Weke ku helbestvan dibêje: “Bazê bilind fir û bilind mijî, çawa bijî çêtire, ne çiqasî bijî.” Ev baz dixwazin bi serbilindî û bi azadî bijîn, ji ber vê yekê ew tu carî weke elok xiyanetê li axa xwe nakin û rê nadin dagirkeran ku axa wan dagir bikin; li vir e ku helbestvan dibêje: “Mîna bazekî ku ji jiyanê bêpar be bibe, ne ku hezar sal mîna eloka rûreş be.”

KURDISTAN BI HEBÛNA VAN BAZAN SERBILIND E

Çiyayên bilind ên Kurdistanê bûn hêlîna gelek Baz û teyrên ku bi azadî li ezmanan difirin û ber bi azadiyê ve baskên xwe vedikin. Kurdistan bi van Bazan şanazî dike û bi hebûna wan serbilind e. Ew li çiya û lûtkeyên bilind Kurdistanê diparêzin. Parêzvanên welat bi her bahoz û ewrên reş re rû bi rû man û heta dawî dest ji parastina axa xwe bernedan. Perên baskên wan verîn, lê dev ji firînê bernedan, perdeya reş a ewran çirandin, bi silametî ji sîleyên serhildêr ên bahozê re derbas bûn û rojane li hemberî wan baskên xwe lêdidan û ber bi rêya azadiyê ve difiriyan. Ji bajarê Bazên bilind fir, Manî Kiyaksar, xortek çavê wî timî li firîna van baz û teyran digeriya û dixwest ku baskan bigire û bibe Baz û bilind bifire. Ev ciwane Mihemed Elîzade bû. Mihemed ji xaka di bin dagirkeriya Îranê de bêzar bibû û li rêyekê digeriya ku bilind bifire. Di demekê de ku firîn sûc e û baskên hemû balindeyan girê didin û davêjin nav qefesê de, Mihemed di sala 2010’an de dikeve ser rêya çiyayên bilind ên Qendîlê, rêya Bazbûnê dibîne û berê xwe dide Qendîlê. Mihemed ji xwe re soz da ku axa xwe ji dagirkeran rizgar bike û ji bo soza xwe bi cih bîne û bilind bifire, navê xwe kir Helo Mehabad.

Helo gav bi gav hêlîna xwe li ser serê Qendîlê çêkir û hêdî hêdî per bi baskên wî çêdibûn û fêrî firînê dibû. Baz ê ciwan ê Kurdistanê baskên xwe ber bi asoya azadiyê ve vekir û bilind û bilind firî. Firîn ev tama ku her tim di bin zimanê de bû, niha jî êdî tam dikir. Temaşekirina erdê ji esmanê bilind û hîskirina bedewî û xemla welat; di dilê Helo de hesta herî xweşik afirand. Rêya azadiyê tijî ewrên tarî û bahoz bû. Di dema operasyona dewleta dagirker a Îranê ya li ser çiyayên bilind ên Qendîlê de, Helo bi baskên tûj li dijî dagirkeran şer kir û ji bo parastina hêlîn û baregehên xwe, bi hevrêyên xwe re li hemberî dagirkeriyê sekinîn û destên wan li ser axa pîroz a Kurdistanê kurt kirin.

HELO DILÊ XWE BI HEVRÊTIYA PKK'Ê DEWLEMEND KIR

Di sala 2011’an de dema ku baskên wî bi hêztir bûbûn û bilindtir difirî, ber bi çiyayên serhildêr û bedew ên Zagrosê firiya. Helo bi îdeolojiya Rêber Apo û felsefeya jiyana şehîdan zêdetir xwe bi firînê re dikir yek û her roj soza parastina vê xakê dubare dikir. Helo dilê xwe bi hevaltiya PKK’ê dewlemend kir û xwe di sira serketina tevgera azadiyê de heland û hemû can û dilê xwe tevlê vê hevaltiyê kir. Helo şeş salan li ser çiyayên Zagrosê yên serhildêr firiya û li dijî dagirkerên Kurdistanê şer kir. Li bilindahiyên Zagrosê bi şehîdê nemir û bazê basktûj Şehîd Reşîd Serdar re difiriya. Helo kesayeta Şehîd Reşîd, şêwaza jiyan û tekoşîna wî û hevaltiya wî kir bingeha guhertina jiyan û kesayeta xwe. Piştî 6 salan di sala 2017’an de diçe Akademiya Şehîd Îbrahîm û li wir bi pêşxistina kesayeta xwe û kûrbûna di îdeolojiya Rêber Apo de baskê xwe xurtir dike, ji ber ku vê carê rêya wî dirêtir bû û pêwîst bû ku bilindtir û dirêjtir bifire. Piştî akademiyê Helo baskên xwe vekir û berê xwe da Bakurê Kurdistanê û eyaleta Botanê.

DI RÊYA AZADIYÊ DE ASTENGÎ JI BER XWE RADIKIR Û BI HÊZTIR DIFIRIYA

Helo hevrêyê xwe yên ciwantiyê hevrê Kanî şopand û li çiyayên Botanê bi hêz û hezkirina hevaltiyê têkoşîna xwe mezin kir û berdewam ji bo pêkanîna soza ku dabû rêxistinê, ji berê bi hêztir baskên xwe lêdida û difirî. Helo çar salan li xwezaya bedew a Botanê geriya û li dijî dijminên dagirker şer kir, bi pêşxistina têkoşîna azadiyê baskên wê bi hêztir dibûn û di rêya azadiyê de hemû astengî ji holê radikir û bi hêztir dfiriya. Helo di nava 11 salên têkoşîna azadiyê de û bû Bazek di rêya azadiyê de û gelek erk û berpirsyarî girt ser xwe. Ji bo bi hêzkirina têkoşîna Apoyî bi hemû hêza xwe girîngî dida têkoşînê û kîn û hêrsa wî li dijî dagirkerên xak û niştîmanê zêdetir dibû. Di 23’ê Tîrmeha 2022’an de hevrê Helo li herêma Cûdî di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê bazên nemir ên Kurdistanê bû. Xewn û xeyalên Helo hê jî li ser çiyayên bilind difirin û bê guman wê Bazên din ên têkoşer ên Kurdistanê jî vê xeyalê bişopînin heya asoya azadiyê bifirin û dibin pêkînerên xeyala bi sedan Baz’an.

Nav û paşnav: Mihemed Elîzade
Nasnav: Helo Mehabad
Cih û dîroka jidayikbûnê: 1989 Mehabad
Cih û dîroka beşdarbûnê: 2010 Qendîl
Cih û dîroka şehadetê: 2022 Herêma Cûdî