Bayindir: Wekî heval Zekî wê gelê me jî stûyê xwe xwar neke

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di şîna Mehmet Zekî Çelebî de axivî yê ku li Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Bayindir diyar kir heval Zekî li hemberî zilmê stûyê xwe xwar nekir û wê gelê me jî stûyê xwe xwar neke.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û şandeya pê re çû serdana şîna Mehmet Zekî Çelebî yê di 17’ê Gulanê de li Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Bayindir ji malbatê re sersaxî xwest. Bayindir û şandeya pê re li ber şîna ku li taxa Altintepe ya Wanê hatiye danîn, ji aliyê malbatê ve hatin pêşwazîkirin.

Bayindir di destpêkê de ji malbatê û gelê Kurd re sersaxî xwest û wiha got: “Hevalê me Zekî bi awayek hovane hatiye qetilkirin. Gelê me 50 sal in ji bo xeyalên Zekî û hevrêyên wî pêk bîne, li ber xwe dide. Hevalê me Zekî ji ber zilma dewletê neçar ma ku sirgûn bibe. Tevî ku li sirgûnê bû jî hat qetilkirin. Kîjan Kurd li ku têdikoşe ji aliyê dewletê ve tê qetilkirin. Çimkî tenê kuştin, sirgûn û girtîgehê ji bo Kurdan rewa dibînin. Em jî dibêjin têkoşîna gelê me li dijî vê zilmê ye. Hevalê me Zekî serî li ber stûyê xwe, xwar nekir û wê gelê me jî stûyê xwe xwar neke. Em ê bibin şopdarê têkoşîna wan. Carek din serê gelê me sax be.” 

Birayê Çelebî, Fevzî Çelebî bi xêrhatina mêvanên xwe kir û wiha got: “Zekî di encama xiyanetê de hat qetilkirin. Em ê bibin şopdarê têkoşîn û xeyalên bi rûmet a birayê min.”