Bayindir: Tenê Ocalan dikare vî agirî bivemirîn e

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku 21 sal in bi awayek sîstematîk tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Dema em li vê rêveçûna Tirkiyeyê dinêrin em dibînin ku Tirkiye bûye cihê agir.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de di 15’ê Sibata sala 1999’an de hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Ji roja destpêkê heta niha, ango ev 21 sal in Ocalan di bin şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. Her çiqas car bi car bi sedemên cuda, rê li ber hevdîtinên bi Ocalan re hatibe vekirin jî dewleta Tirk hemû qanûnên hiqûqa navxweyî û navneteweyî bin pê kirin û tecrîdeke giran li ser Îmraliyê danî. Ocalan ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar hate hiştin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandinên girîng kir û li ser şewata daristanê ya li Îmraliyê jî got, parêzerên Birêz Ocalan bilez divê biçine Îmraliyê, rastî ji gelê Kurd û raya giştî re werin vegotin.

‘TECRÎD ENCAMA BIRYARÊN SIYASÎ YE’

Bayindir da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan ji sala 1999’an heta niha didome û wiha axivî: “Tecrîdkirina Ocalan bi anîna pergala ‘serokatiyê’ re kûrtir bû. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ev 21 sal in bênavber didome. Li Îmraliyê pergalek hatiye avakirin û bi taybet tê birêvebirin. Bi salane hevdîtin û axaftina bi telefonê tê astengkirin. Di encama grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin û li seranserî cîhanê belav bû, piştî 8 salan parêzeran karîn bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Tu aliyên hiqûqî yên tecrîdê nînin. Ev tecrîd encama biryarên siyasî ne. Aliyekî hiqûqê ku bikare pêşî li hevdîtinan bigire nîne.”

‘AŞTIYA CIVAKÊ BIRÊZ OCALAN E’

Bayindir anî ziman ku Ocalan her demê bi rêyên demokratîk û aştiyane xwestiye pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û wiha pêde çû: “Di sala 1993’an heta vê gavê Birêz Ocalan zêdetirî 12 caran agirbest îlan kir. Ji sala 1993’an û heta roja îro, hemû hikûmetên Tirkiyeyê bi plan û textîkên şer nêzî pirsgirêka Kurd bûn. Gava hikûmeta Tirk di nava xwe de xitimandinê dijî û bê siyaset dimîne tecrîdê sivik dike û rêyên hevdîtinê vedike. Her wiha serî li Birêz Ocalan didin. Tu demê bawerî û bendewariyek civakê ji Tirkiyeyê çênebûye û herdemê çavê Rojhilata Navîn li gotinek yê Birêz Ocalan e. Di sala 2013-2015’an de bi hevdîtinên li gel Birêz Ocalan de civaka Tirkiyeyê bêhnek stand û gihişte aramiyê. Birêz Ocalan bingeha afirandina aştiya civakî ye. Birêz Ocalan di her kêliyê de fikirî, afirand û ji bo pêşeroj û aştiya welat ket nava lêhûrbûnekê kûr. Pergala dewletê heta niha hebûna xwe li ser tunebûna aştî û demokrasiyê ava kir. Her dem şer pêş xist û xwest ji demokrasî û hiqûqê dûr bixe. Lê belê ji bo şer û kaos ji walat biqede Birêz Ocalan her dem di nava lêhûrbûn û afirandinê de ye.”

‘TENÊ OCALAN DIKARE VÎ AGIRÎ VEMIRÎN E’

Bayindir destnîşan kir ku piştî pêvajoya çareseriyê ji hêla hikûmetê ve hate xirabkirin, polîtîkayên şer yên AKP’ê ketin dewrê û wiha dom kir: “Piştî Serokomar Erdogan maseya çareseriyê qelipand û vir de li Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên şer ketin dewrê. Bi hezaran hevalên me yên siyasetmedar hatin destgîrkirin, girtin, bi sedan mirov hatin qetilkirin û jiyana xwe ji dest dan. Ji xwe Birêz Ocalan di destpêka 2013’ê de bilêv kirî bû ku, ‘eger pirsgirêka Kurd neyê çareser kirin, wê şerekî mezin û kûr bê destpêkirin’ Hemû pêş dîtinên Birêz Ocalan yek bi yek derdikeve. Ji xwe dema em li vê rêveçûnê dinêrin em dibînin ku herêm bûye cihê agir. Ji bo ku ev agir vemire divê demildest hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên kirin. Birêz Ocalan xwedî fikir, felsefe û zanîste. Ji derveyî Birêz Ocalan tu kes nikare vî agirî vemirîne. Birêz Ocalan di hemû parastinên xwe û hevdîtinên xwe de balê dikêşe li ser rêyên çareserkirina pirsgirêkan û ji bo çareserkirina pirsgirêkan nexşe rê amade dike. Lê belê tu muxatafên ku bikarin bi Birêz Ocalan re rûnin tuneye. Dewlet ne di wî aqilî de ye ku bikare pirsgirêkan çareser bike.”

‘TECRÎD BÛYE SIYASETA DEWLETÊ'

Bayindir diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan bûye siyaseta dewletê û ev tişt got: “Hikûmet bi tecrîdê dixwaze desthildariya xwe bidomîne. Hemû civak û ferdên civakê di bin tecrîdê de tên girtin. Di Rojhilata Navîn de jiyanek nû dikare bê ava kirin. Fikir û ramanên Birêz Ocalan li Rojava şîn dibin. Fikrên Ocalan modela jiyanek nû û alternatîfe. Lê belê îro li hemberî vê sîstemê şer hatiye îlankirin û dixwazin vê sîstemê bifetisînin. Di israra tecrîdê de, israra şer e. Birêz di hevdîtina xwe ya li gel parêzeran de anî bû ziman, ‘ez dikarim di nava heftiyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim’. Lê belê deshilatdariyê li hemberî bangên aştiyê li Bakûr destkeftiyên Kurdan desteser kir û xwest bi êrîşan xaka Rojava dagir bike û tecrîda mutlak berdewam kir. Tenê bi berxwedanê ev tecrîd dikare were şikandin.”

‘DIVÊ BI LEZGÎNÎ PARÊZER BIÇIN ÎMRALIYÊ

Bayindir, bertek nîşanî şewata daristanê ya li Îmraliyê jî da û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê bilez parêzerên Birêz Ocalan biçine Îmraliyê û rastiyê ji gelê Kurd û raya giştî re ragihînin. Tu baweriya gelê Kurd bi daxuyaniya wezîrên dewletê nîne. Divê em rastiya şewatê ji parêzeran hîn bibin. Tendirustiya Birêz Ocalan ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn gelek girîng e û em ji vê rewşê bi gumanin. Divê hikûmet li gorî rol û rista Birêz Ocalan derkeve û bi lezgînî parêzer biçine Îmraliyê.”