Bayindir: Kurdan nîşan dan ku muxatab Abdullah Ocalan e

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku yek ji qadên bingehîn ên qirkirina Kurdan, sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye û got, "Gelê Kurd di Newoza 2021'ê de nîşan da ku muxatabê siyasî Abdullah Ocalan e."

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peyama Kurdan a li qada Newrozê nirxand.

Bayindir di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser konsepta êrişê ya li dijî HDP'ê û destnîşan kir ku armanc ji van êrişan ew e ku têkoşîna azadiyê ya Kurd û tevgera siyasî tasfiye bikin.

Bayindir anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dît ku rê û rêbazên wan ên konsepta êrişê bi kêr nayê, ji aliyê HDP'ê ve hatin pûçkirin, lewma vê serî doza girtinê li partiyê vekir û diyar kir ku Kurdan li qadên Newrozê bi rengekî girseyî bersiv dan vê yekê.

'ISRARA DI TECRÎDÊ DE WÊ TIRKIYEYÊ BIXE NAVA TARÎTIYÊ'

Bayindir ragihand ku şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paralelî qirkirina Kurdan tê meşandin û wiha dewam kir: "Qada bingehîn a qirkirina Kurdan, sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Ji helwesta Birêz Ocalan a di dema axaftina telefonê de jî tê fêhmkirin ku desthilatdariyê polîtîkaya êrişê ya li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê kûrtir kiriye. Birêz Ocalan di axaftina kurt de ya bi telefonê ji birayê xwe re got, 'Hatina te ya vê derê hiqûqî nîne', bi vê yekê jî nîşan da ku helwesta dewletê ya li hemberî wî korsanwarî ye. Israra di sîstema tecrîdê de wê Tirkiyeyê bêhtir bixe nava tarîtiyê. Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Di heman demê de hêzên muxalîf û demokratîk ên li Tirkiyeyê jî dikevin bin berpirsyariyê."

PEYAMÊN NEWROZÊ

Bayindir bal kişand ser Newroza 2021'ê ku li gel zext û êrişan pîrozbahiya herî girseyî ya salên dawî bû û wiha axivî: "Newroza 2013'an a ku belavoka Birêz Ocalan lê hate xwendin çiqasî dîrokî be, Newroza 2021'ê jî bi heman karakterî dîrokî ye. Gelê Kurd li qada Newrozê ya 2021'ê nîşan da ku muxatabê siyasî Birêz Ocalan e. Ev yek jî gelekî girîng bû. Her wiha di demekê de ku operasyonên qirkirina siyasî li dijî gelê Kurd û HDP'ê dewam dikin, ji bo xwedîderketina li partiya xwe, Newroza îsal girîng bû. Mirov dikarin bêjin ku ciwanan mohra xwe li pîrozbahiyên îsal ên Newrozê xist. Ciwanan Birêz Ocalan weke îradeya xwe pênase kirin û li dora HDP'ê civiyan. Vê yekê peyamên girîng hem da me hem jî da desthilatdariya AKP-MHP'ê. Peyama ku di Newrozê de hate dayin ziman û karakterê dema bê diyar kiriye."