Bayindir: Divê sîstema Îmraliyê ji hev bê xistin

Hevserokê DBP'ê Bayindir got, her kesên ku daxwaza hiqûq, demokrasî, mafên mirovan dikin ji bo jihevxistina sîstema Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd divê têbikoşin.

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku ji bo tevlîbûna li 'Meşa Azadiyê' ya ber bi Gemlîkê ve xurt bikin wan li 122 deveran civîn lidar xistin û got, ew vê meşê girîng dibînin.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku li Tİrkikye û Kurdistanê di civînên gel de fikra esasî ya hate nîşandan ew bû ku ji bo çareseriya demomkratîk a pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pozîsyoneke diyarker de ye û ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîneke xurt bê meşandin.

Bayindir diyar kir ku ji bo tevlîbûna li 'Meşa Azadiyê' ya ber bi Gemlîkê ve xurt bikin wan li 122 deveran civîn lidar xistin û got, "Ev meş ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan, gelekî hêja ye. Ev ne tenê meseleya Kurdan e. Ev mesele bandorê li her kesî dike. Sîstema Îmraliyê rastiya hiqûq, demokrasî û mafên mirovan a li Tirkiyeyê radixe pêş çavan. Çavkaniya şerê nava saziyên dewletê, çavkaniya bihevketina Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind Îmrali ye. Li Tirkiyeyê her kesên ku daxwaza hiqûq, demokrasî û mafên mirovan dikin divê weke gava destpêkê ji bo jihevxistina sîstema Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan têbikoşin."

HÊZA ÇARESERIYÊ YA STRATEJÎK E

Bayindir işaret bi asta krîtîk û dîrokî ya meseleya Kurd kir û got, "Rastiya dewlet û desthilatdariyê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê li hemberî civaka ku daxwaza wekhevî û azadiyê dike şer ragihandiye. Rejîma nû bi belavkirina zext, tundî, qirkirin û şer re hewl dide xwe ava bike. Şer û neçareseriyê ji xwe re dike esas. Sedema israra li ser tecrîdê jî ev e. Krîza aborî, siyasî, civakî ji her alî ve li holê. Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ya stratejîk e. Ji bo gelan lîderê stratejîk e."

EM HEWL DIDIN DORPÊÇIYÊ BELAV BIKIN

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku di serî de gelê Kurd bi gelên bindest hemûyan re ew hewl didin bi têkoşînê dawî li tecrîd û dorpêçê bînin û got, "Lewma meşa ku em ê ber bi Gemlîkê ve lidar bixin ne tenê meşa Kurdan e. Meşa azadiyê ya gelên bindest hemûyan e ku mexdûrê kiryarên vê desthilatdariyê ne. Em vê meşê weke destpêkekê dibînin û bang li her kesî dikin ku tevlî bibin."