Bayik: HDP ji blokên desthilatdariyê yên klasîk cuda ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Rêber Apo rewşa HDP'ê ji derveyî blokên desthilatdariyê yên klasîk ên li Tirkiyeyê cudatir weke rêya sêyemîn destnîşan kiriye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de bi giranî pirsgirêkên sîstemê yên Tirkiyeyê, destûra bingehîn, sekna Rêberê Gelê Kurd Ocalan û rewşa HDP'ê nirxand.

Bayik destnîşan kir, pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ji ber sîstema siyasî ne û got, "Ji ber ku sîstema siyasî navendîperest, otorîter û tekperest e, çavkaniya pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemûyan e. Sîstema heyî li şûna çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê pirsgirêkan girantir dike. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewiyan, pirsgirêkên civakên etnîkî yên cuda yên li Tirkiyeyê, pirsgirêka jinan û pirsgirêkên kedkaran ji ber vê yekê çareser nabin."

DI BINGEHA SÎSTEMA SEROKATIYÊ YA DYE DE ÎRADEYEKE DEMOKRATÎK HEYE

Bayik diyar kir, li dinyayê mîna Tirkiyeyê ne sîstemeke serokkomariyê ne jî ya serokatiyê heye û got, "Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî sîstema serokatiyê heye. Sîstema serokatiyê ya li DYE'yê destpêkê di çarçoveya xweseriya eyaletan de xwe bi xwe bi rê ve bir, piştre li ser vê bingehê sîstemeke serokatiyê hate avakirin. Li DYE'yê destpêkê sîstema serokatiyê ava nebûye. Destpêkê sîstemeke ji îradeya demokratîk a eyaletan ava bûye, piştre veguheriye sîstemeke serokatiyê ku vê sîstemê koordîne dike. Lewma di nava sîstema serokatiyê de ya li DYE'yê nirxên demomkratîk hene. Ji xwe dema li DYE'yê sîstemên eyaletan ava bû îradeyeke demokratîk hebû."

'LI FRANSAYÊ GEL JI BO XWE BIKE ÎRADE GELEKÎ TÊKOŞIYA'

Bayik bal kişand ser sîstema nîv serokatiyê ya li Fransayê û got, "Li Fransayê ku sîstema nîv-serokatiyê heye şoreşên gel ên demokratîk pêk hatin. Gel ji bo xwe bike îrade gelekî têkoşiya. Sîstema li wê derê sîstemeke nîv-serokatî jî be, îradeya demokratîk a civakê her tim heta astekê heye. Ne sîstemeke welê ye ku erk û wezîfe hemû bi serokatiya wê sîstemê re ye."

'SÎSTEMA SEROKATIYÊ YA LI TIRKIYEYÊ LI DEVEREKE DIN A DINYAYÊ NÎNE'

Bayik mînakên welatên din jî bi bîr xist û got, "Li Îngilîstan, Swêd, Norwêc, Fînlandiya, Belçîka, Hollandayê qraliyet hebin jî erk û wezîfeyên wan bi sînor e, sembolîk in. Ev yek jî bi îradeya demokratîk a gelan pêk hatiye. Têkoşîna ji bo kêmkirina erk û wezîfeyên qral li wan deveran bi xurtî hatiye meşandin. Lewma qraliyet hebin jî nirxên demokratîk bi xurtî hebûn. Li dinyayê sîstemên serokatiyê yên cuda jî hene, lê belê ti ji wan ne weke ya li Tirkiyeyê ye. Bi giranî li deverên ku sîstemên serokatiyê lê hene sîstema eyaletê, xweseriya herêmî hene. Sîstema serokatiyê dibe sîstemeke ku koordînasyona wan pêk tîne, berjwendiya hevpar a hemûyan temsîl dike. Lê belê di mijarên ku herêman eleqedar dikin de îradeya demokratîk a herêman derdikeve pêş. Lewma sîstema serokatiyê ya li Tirkiyeyê ya jî sîstema ku jê re serokkomarî tê gotin, naskirina îradeya demokratîk a herêman li aliyekî, mijarên ku gelemperiyê eleqedar nake tenê herêmê eleqedar dike ji herêman re nahêle, her wiha çeperên ku berê bi têkoşîna demokrasiyê ya gelan hatin afirandin ji holê radike û bi vî rengî sîstemeke bi temamî otorîter navendîperest afirandiye. Di nava çend salan de hate dîtin ku vê yekê jî pirsgirêk çareser nekiriye, bêhtir giran kiriye. Sîstema serokatiyê ya li Tirkiyeyê ji sîstemeke demokratîk wêdetir weke hêzeke rêveberiyê ya ku di demeke şer de şer bi rê ve dibe ava bûye. Bi şerê li dijî civakê, bi şerê li dijî derve sîstem hatiye avakirin. Bêguman ev yek pirsgirêkan girantir dike.

Ji ber vê yekê sîstema siyasî ya li Tirkiyeyê pirsgirêka bingehîn e. Ev jî di bingeha xwe de pirsgirêka destûra bingehîn e. Destûreke bingehîn a demokratîk nîne, îradeya civakê di nava sîstemê de nîne. Lewma meseleya destûra bingehîn weke pirsgirêkekê li pêşiya Tirkiyeyê ye. Ji xwe ji ber vê yekê li Tirkiyeyê timî nîqaş der barê destûra bingehîn de tê kirin."

'PIRSGIRÊKÊN TIRKIYEYÊ HEMÛ JI BER DESTÛRA BINGEHÎN E'

Bayik anî ziman, HDP'ê ji ber vê yekê heman piştî hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê afirandina destûreke bingehîn a demokratîk xist rojevê û got, "Ji ber ku pirsgirêkên Tirkiyeyê hemû ji ber destûra bingehîn in. Rêber Apo destnîşan dike ku pirsgirêka bingehîn ji ber destûra bingehîn e, lewma avakirina destûreke bingehîn a demokratîk pêşniyar dike. Bêguman destûra bingehîn a demokratîk hevpeymaneke civakî ye ku divê beşên civakê hemû bi hev re ava bikin. Ya şoreşeke demokratîk pêk tê û bi îradeya wê destûra bingehîn tê amadekirin, ya jî darbeyên leşkerî yên faşîst tê kirin û bi îradeya wê destûra bingehîn tê avakirin. Destûrên bingehîn ê heta niha hemû di encama darbeyên leşkerî de hatine avakirin. Bêyî ku bi gel bişêwirin afirandine. Hêzên demokrasiyê, têkoşîna şoreşa demokratîk di avakirina destûra bingehîn de nekarîn îradeya xwe nîşan bidin. Di rewşa heyî de hesreta civaka Tirkiyeyê demokrasî ye, demokratîkbûn e."

'PROJEYA DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK PROJEYA JI BO HER KESÎ YE'

Bayik destnîşan kir ku ji ber vê yekê HDP'ê projeyeke ku bikeve rojeva her kesî eşkere kiriye û diyar kir, projeya destûra bingehîn a demokratîk projeya her kesî ye.

Bayik got, "Destûra bingehîn a demokratîk a nû ne metneke ku tenê ji aliyê partiyên siyasî ve bê amadekirin. Destûra bingehîn a demokratîk bi vî rengî nayê amadekirin. Destûra bingehîn a demokratîk ew destûra bingehîn e ku divê li nava civakê bê nîqaşkirin, rêxistinên civakî yên sivîl, hemû civakên rêxistinbûyî yên demokratîk nêrîn û îradeya xwe pêşkêş bikin û bi vî rengî bê amadekirin."

NAVEROKA HEVDÎTINÊN DAWÎ YÊN BI OCALAN RE Û PEYAMÊN OCALAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik der barê hevdîtinên dawî yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin kirin, peyamên Ocalan û nêzîkatiya wî ya li çareseriya pirsgirêkan got, "Di hevdîtina destpêkê de peyamek ji heft xalan pêşkêşî raya giştî kir ku xalên bingehîn ên demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd di nav de destnîşan kir. Di hevdîtina sêyemîn de jî deklarasyona xwe ya ji heft xalan ku qala siyaseta demokratîk û lihevkirina civakî dike hîn berfirehtir kir. Hevdîtinên din hemû di çarçoveya berfirehkirin û nîqaşkirina peyama ji heft xalan bû. Bi ti awayî qala hilbijartinê nekiriye."

Bayik bi bîr xist ku piştî hevdîtina parêzeran a 2'ê Gulanê hin spekulasyon hatin kirin, ji ber ku betalkirina hilbijartinên Stenbolê û daxuyaniya parêzerên Ocalan li heman rojê rast hatin, welê nîşan dan ku mîna ku nêzîkatî û daxuyaniya Ocalan pêwendiya xwe bi hilbijartinê re heye û got, halbûkî tiştekî wiha nîne.

Bayik got, "Peyama ji heft xalan diviyabû beriya 3-4 rojan radestî parêzeran bihata kirin. Lê belê dozgeriyê ev yek dereng xist, lewma jî parêzer neçar man ku daxuyaniyê 6'ê Gulanê eşkere bikin. Parêzeran di daxuyaniya xwe de ragihandin ku hevdîtin pêwendiya xwe bi hilbijartinê re nîne, eleqeya xwe bi grevên birçîbûnê re heye, Rêber Apo di hevîtinan de qala siyaseta demokratîk, danûstandinên demokratîk û lihevkirina civakî kir. Her wiha qala çareseriya demokratîk a li nava sînorên Sûriyeyê ji bo Bakurê Sûriyeyê kir. Lê belê der barê hilbijartinê de tiştek negotiye.

'REWŞA HDP'Ê RÊYA SÊYEMÎN E'

Her wiha Rêber Apo dema ku HDP dinirxand anî ziman ku HDP partiya danûstandinên demokratîk e. Diyar kir ku li Tirkiyeyê tifaqa AKP-MHP'ê ya xwe dispêre senteza Tirk Îslamê û bloka desthilatdariya klasîk a mîna CHP'ê hene, lê HDP li derveyî van hemûyan e û rêya sêyemîn e ku dixwaze Tirkiyeyê demokratîk bike. Ev yek di çarçoveya mîsyona HDP'ê de nîşan da. Ji parvekirinên parêzeran ên bi raya giştî re me ev fêhm kir. Lê belê 3-4 roj beriya hilbijartinên Stenbolê parêzer bir Îmraliyê û Rêber Apo peyama ku pêşkêşî raya giştî bê kirin radestî parêzeran kir. Di vir de jî di çarçoveya peyama xwe ya ji heft xalan de nêrînên xwe anî ziman. Ji bo rewşa HDP'ê jî diyar kir ku li derveyî blokên desthilatdariyê yên klasîk rêya sêyemîn e. Anî ziman ku ev pozîsyona HDP'ê û rewşa wê ya rêya sêyemîn divê ji ber hilbijartinê cuda nebe. Ji bo nêzîkatiya di hilbijartinê de destnîşan kir ku HDP wê bi xwe biryarê bide, ew ê di vê mijarê de tiştekî nebêje."

Bayik got, "Di vê peyamê de ya ku bi esasî hate destnîşankirin ew e, ku divê li Tirkiyeyê siyaset çawa bê kirin. Ji bo hilbijartinên Stenbolê, ji bo rojeva rojane helwest nîşan neda ku bi çi rengî deng bê dayin. Xwest diyar bike ku rewşa HDP'ê ji aliyê dîrokî ve li dijî van blokên desthilatdariyê rêya sêyemîn e, rêya bêalî ye û rêya xwe ye. Lê belê ji ber ku li pêvajoya beriya hilbijartinê rast hat, hinekan xwestin bi rengekî cuda şîrove bikin. Desthilatdariyê ev yek bi kar anî. MÎT û hêzên şerê taybet ji bo vê bi kar bînin gelekî hewl dan. Di rewşekê de ku kes nikare biçe Îmraliyê, desthilatdariya AKP'ê û dewletê kesekî bi navê Alî Kemal Ozcan bir Îmraliyê. Çima du roj beriya hilbijartinê kesekî bi vî rengî dibe wê derê? Çima haya parêzeran an jî hinekî din jê nîne? Bi rastî jî ev yek ji bo her kesî cihê gumanan e. Her kesî fêhm kir ku desthilatdariya AKP'ê xwestiye van hevdîtinan bike amûrek ji bo hilbijartinê."

'MÎSYONA BINGEHÎN A HDP'Ê DEMOKRATÎKKIRINA TIRKIYEYÊ YE'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku mîsyona bingehîn a HDP'ê têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê ye û got, ji bo dema nêz HDP dikare giraniyê bide ser guhertina zîhniyeta siyasî ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye û ji bo berdana HDP'iyên hatine girtin, siyasetmedarên demokratîk kampanyayekê bide destpêkirin û her kesî beşdar bike.

'PÊWÎSTÎ BI DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK HEYE'

Ji bo armancên dema navîn jî Bayik got, "Karê ji bo afirandina destûra bingehîn a demokratîk ji niha ve divê dest pê bike. Ev yek bi rojekê nabe, divê bi demê re bê domandin. Ev kar divê karekî ji bo armancên dema navîn be ku Tirkiyeyê bigihîne destûra bingehîn a demokratîk. Karekî bi vî rengî gelekî girîng e."

Bayik her wiha ragihand ku ji bo dema navîn pêwîstî bi destpêkirina kampanyayeke li dijî polîtîkayên şer heye û got, "Divê têkoşîneke welê bê meşandin ku hêzên demokrasiyê û dijberên şer hemû tevlî vê kampanyayê bê kirin."

Bayik got, "Bi kurtasî polîtîkayên ji bo dema nêz û navîn ên HDP'ê divê di çarçoveya demokratîkbûnê de bin. Divê polîtîkayeke welê bê meşandin ku polîtîkayên heyî yên xwedî karakterê faşîst ê xwe dispêre zext, otorîter, şer û şovenîzmê ji holê radike."