Baydemîr: Taliya AKP'ê wê husran be

Nobeda Wijdan û Edaletê bi desteka gel dewam dike. Berdevkê HDP'ê Baydemîr got, Erdogan sibehê, nîvro, êvarê, şevê herî kêm rojê 4 caran derewan dike.

Nobeda Wijdan û Edaletê, ku li Parka Mûsa Anter a Wanê dewam dike, di roja 3. de ye. Piştî serdana rêxistinên HDP û DBP'ê, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr daxuyanî da.

Baydemîr di destpêka axaftina xwe de silav da Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş.

Baydemîr diyar kir, siyaset qada peydakirina çareseriya pirsgirêkên civakê ye û got, "Eger mirov ji aliyê demokratîk ve lê binerin, siyaset çareseriya bi rêya diyalogê ye. Siyaset neyartî, dijminatî nîne."

Baydemîr destnîşan kir, ku di nava ti demokrasiyê de nehatiye dîtin ku desthilatdarî neyê rexnekirin û got, "Eger lîderek rabe rexneya li hemberî xwe weke xiyaneta li welêt nîşan bide, hingî navê vê yekê dîktatorî ye. Li her devera cîhanê, desthilatdariya bi tena serê xwe, mirovan gemarî dike. Û hûn Serokê Giştî yê AKP'ê, ev 15 sal in li vî welatî desthilatdar in. Û desthilatdarî mirovan gemarî dike. Nabe ku hûn her rexneya li hemberî xwe weke xiyaneta li welêt bi nav bikin. Cihê vê yekê di nava demokrasiyê de nîne."

'HÛN NÎŞAN DIDIN KU HÛN TÊK ÇÛNE'

Baydemîr ji desthilatdariyê re got, "Ev 4 sal in hûn têk çûne. Ji ber ku dema mirov bi rê dikevin, nirxên mirovan hene. We niha ew hemû nirx, ji bo xatirê mayina li desthilatdariyê ji holê rakirine. Ka we pesnê xwe bi rakirina Rewşa Awarte didan! Rewşa Awarte herî dawî li 6 bajaran di meriyetê de bû. Niha li 81 bajaran Rewşa Awarte heye. Ka we digot, yên hatine hilbijartin wê serî li ber yên hatine tayinkirin netewînin. Hûn radibin parlamenterên hilbijartî, hevşaredar û lîderên hevrikên we yên hatine hilbijartin dixin girtîgehê. Bi van kirinên xwe ji xwe hûn nîşan didin ku hûn têk çûne. Ka hûn ê li hemberî wesayeta leşkerî têbikoşiyan. Wesayeta leşkerî qediya, bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê qediya. Lê belê we wesayeteke nû ya faşîzan anîn.

'TALIYA WE WÊ HUSRAN BE'

Halbûkî we guh dabûna dengê mûxalefetê, dengê Demîraş, dengê nivîskaran û rewşenbîran, hûn ê gemarî nebûna. Demokrasiyeke bê mûxalefetê, demokrasî nîne. Ew hingî dibe rejîma şexsekî. Rejîma şexsekî jî taliya wê husran e."

Di dawiya axaftina xwe de Baydemîr got, "Ji bo hemû qirêjî bê jêbirin, ji bo hîn bêhtir gemarî nebin, ji bo vî welatî rezîl nekin, em ê pêşî li faşîzmê bigirin."