Baydemîr: Hikûmet şirîkê kuştina Kûrkût e

HDP’yiyan seriyek dane malbata Kemal Kûrkût ku polîsan ew li Amedê kuştibûn. Berdevkê HDP’ê Baydemîr got: "Li gel ku her tişt vekirî ye, delîl li holê ne jî û li gel ku diyar e bê gule ji çeka kê derketiye, çima kesek nehatiye girtin?"

Serdanên ji bo taziye ku Kemal Kûrkût ê xwendekarê zanîngehê ku li Newroza Amedê bi destê polîsan hatî kuştin, li Meletî, Battalgazî didomin. Endamên partiyê yên ku di nav wan de Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr û wekîlê Semrûrê Behçet Yildirim jî hebûn çûne ser taziyeya Kemal Kûrkût. Baydemîr li vir axivî û got: "Birayê me yê Kemal, bi zilmê, bi rêbazên dij mirovî ji nav me birin. Xwedê şahid e ku ku ev canê pêşî ye ji me standine. Ev ne Kemalê me yê pêşî ye ku ji me standine. Werin canino em hemû bi hev re destê xwe ji Xwedê re vekin. Em dia bikin da ku ev canê me yê dawî be ku biz ilmê ji nav me bibin."

'SEROKWEZÎR HEVKARÊ KUŞTINÊ YE'

Baydemîr got ji bo ku ew êşa malbatê par ve bikin hatine û wiha domand: "Birayên min ji bo ku em êşa bira di dilê xwe de hîs bikin û vê êşê par ve bikin em li vir in. Heqîqet çawa derketibe holê niha jî ji bo ku edelat pêk were divê em têbikoşin. Ji bo ku heq û hiqûqa birayê me Kemal pêk were, ji bo ku kujer bê ceza nemînin em ê hewl bidin, em ê desteka hiqûqî bidin. Şahid, belge û fotograf hene. Êv ji kiryaran re namîne. Divêk kujer werin darizandin. Her tişt vekirî ye; delîl li holê ne, diyar e bê ka gule ji çeka kê derketiye, çima kesek nehatiye girtin?"

Baydemîr got, "Divê berdêla vê di zemîna hiqûqê de were dayin da ku Kemalên din nekujin" û wiha domand: "Em bang li Wezîrê Edelatê, Serokwezîr dikin, nedîtina vê kuştinê, dest ji wan venekişandin hevkarbûna li vê kuştinê ye. Serokwezîr, Wezîrê Dadmendiyê, ev berpirsyarî li ser we dimîne. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo ku ew dadgeh vebe bixebitin."

Li taziyê pîrê Elewî jî dia xwendin.