Baydemîr: HDP wê welêt ji vê rewşê rizgar bike!

Berdevkê HDP'ê Baydemîr destnîşan kir, ku wê bi hev re vê rewşa dînîtiyê red bikin û got, "Armanca HDP'ê ew e ku welêt ji vê rewşê rizgar bike. Welat wê teqez bê rizgarkirin."

Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Wanê di roja 4'an de ye. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter careke din derkete pêşberî çapemeniyê û li ser rojevê axivî. Parlamenterê Stenbolê yê HDP'yî Garo Paylan jî îro tevlî nobedê bû.

Baydemîr diyar kir, ev du sal in êrîşên gelekî giran li nirxên însanî tên kirin û bibîr xist, ku ya civakê li gel hev digire, edalet e. Baydemîr da xuyakirin, ku êrîş li mekanîzmaya edaletê tê kirin û got, "Zêdeyî 5 hezar dadger û dozger ji wezîfeyê hatin kirin û hatin girtin. Niha jî hewl didin dadgeriyeke yek tîpê ava bikin. Dixwazin vê yekê ji bo bêdengkirina mûxalefetê weke ço bi kar bînin."

Baydemîr wiha dewam kir: "Armanca Nobeda Wijdan û Edaletê daxistina maskeyê bû, maskeya li rûyê zalim hate xistin. Şikur ji Xwedê re gihişt wijdanê civakê. Roj bi roj mezin dibe. Di nava demokrasiyê de çawa ku partiyên siyasî nebin nabe, ji bo karkirina dadgeriyê ya bi rengekî serbixwe jî, mafê parastinê nebe nabe. Yekane sedema girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenteran, hewldana ji bo tasfiyekirina siyaseta demokratîk legal e. Dixwazin civakê bikin yek tîp û kirasê dînan lê bike. Çawa ku me heta roja îro ew kirasî dînîtiyê û faşîzmê çirand, ji niha û pê ve jî bi eşqa xwe ya li azadiyê û bi biryardariya xwe ya ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet, em ê wî kirasê dînîtiyê biqetînin û bi hev re red bikin."

Baydemîr destnîşan kir, Demîrtaş lîderekî siyasî ye ku cihê xwe di dilê bi mîlyonan kesî de girtiye û got, "Serokê Giştî yê AKP'ê, di her firsendê de hûn qala armanca bûyîna lîderê cîhanê dikin. Hûn dibêjin ku hûn nûnerê 50 ji sedî ne; civak piştgiriyê dide kê, ser serî û çavên me."

Baydemîr wiha dewam kir: "Eger 50 ji sedî yê civakê temsîl dike, wê çaxê çima ji 13 ji sedî ditirse. Hûnê weke serokê giştî yê ku ji mûxalefetê ditirse cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de bigirin. Tevgera Wijdan û Edaletê careke din maskeya li rûyê wan daxist xwarê. Serokê Giştî yê AKP'ê dibêje, 'Eger AKP qels bibe wê welat qels bibe'. Li wir bisekine. Çima welat wê qels bibe? Ji bilî te hin partiyên siyasî hene. Tu bi vîna gel hatiye, tu çima radibe mirovên bi vîna gel hatine dixe girtîgehê? Rewşa heyî ya AKP'ê, hemû pêkanînên wê yên du salên dawî, qelsiya herî mezin e. Eger li Tirkiyeyê qelsiyek hebe, ew jî rêveberiya welêt a koalîsyona şer a AKP-MHP'ê ye. Armanca HDP'ê ew e ku welêt ji vê rewşê rizgar bike. Welat wê teqez rizgar bibe. Ev jî wê têkoşîna aştiyeke bi rûmet pêk were."

Van'da devam eden Vicdan ve Adalet Nöbetimizde Osman Baydemir açıklama yapıyor: https://t.co/miwGMPBXYM

— HDP Wan (@HDPVanilorgutu) 11. August 2017