Baydemîr: Di Newrozê de kefenê tirsê hate çirandin!
Berdevkê HDP’ê Baydemîr têkildarî kuştina Kemal Kûrkût a di Newrozê de got, "Êrîşa di behsê de înfazeke bêdaraz e, cînayet e." Baydemîr diyar kir, di Newrozê de kefenê tirsê hate çirandin.
Berdevkê HDP’ê Baydemîr têkildarî kuştina Kemal Kûrkût a di Newrozê de got, "Êrîşa di behsê de înfazeke bêdaraz e, cînayet e." Baydemîr diyar kir, di Newrozê de kefenê tirsê hate çirandin.
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr têkîldarî Newroza 2017'an axivî û ji bo qetilkirina Kemal Kûrkût got, "Ev li hemberî kesên beşdarî Newrozê bûn kîn e" û wiha domand: "Qadên Newrozê careke din nîşan da ku divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin. Ger ku Kurd bibin yek nikarin Kemal Kurtan qetil bikin. ‘’
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkîldarî Newroza 2017'an li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevberdavka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, Wekîla Hevserokên Giştî yê DBP'ê Gulcihan Şîmşek, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr , û endama TJA'yê Ayşe Gokkan beşdar bûn.
BAYDEMÎR: QETILKIRINA KEMAL KURKUT ÎNFAZ E
Baydemîr ewil têkîldarî qetilkirina ciwanê bi navê Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin axivî û wiha got:
"Kemal Kûrkût 300 metre durî qada Newrozê hate qetilkirin, em şermezar dikin û dibêjin nayê qebûlkirin. Em ji bo malbat û gelê Kurd sersaxiyê dixwazin. Bûyer li ber çavên kesên ku li qada Newrozê peywirdar bûn û hewl didan ku qadê amade bikin pêk hat. Bûyer li ser cadeya Evrîm Alataş li ber deriyê hejmar 04 çêbû. Ji destpêka bûyerê heta niha em dişopînin. Êrîşa heyî înfaza bêdaraz e, cînayet e. Kesekî ku bedena wî nîvtazî ye, di destê wî de kêr heye kuştina wî ne mirin e. Ji destpêka bûyerê em bi Walîtiya Amedê re ketin nava têkîliyê. Me fikarên xwe parve kir û pêşditinên xwe parve kir. Di hevdîtinê de ku me duh bi walî re kir me xwest ku kiryarên bûyerê ji kar bên durxistin û bên girtin. Cîneyata ku di tarîtiyê de bê hiştin ji bo cînayetên nû bingeh e. Ji ber vê yekê jî em ê bibin şopdarê vê.’’
'LI HEMBERÎ KESÊN BEŞDARÎ NEWROZÊ BÛN KÎNA XWE NÎŞAN DAN'
Armanca vê înfaza bêdaraz ji bo ku Newroz neyê pîrozkirin provokasyon e. Saet di 08.00'an de heta ku gel belav bibe li dijî dikê, axaftinan, qadê texrîk hebû armanc gelo ew bû ku gelê Amedê Newrozê pîroz nekin ? Ronîkirina bûyerê wê bê wateya dîtina bingeha nehiqûqiya ku 2 sal in li gel tê ferzkirin. Ya heyî gumana bombekarên zindî nebû li hemberî kesekî ku tevlî Newrozê bûye kîn e.
'BIRÊZ SEROKWEZÎR, HÛN Ê VÎ CÎNAYETÊ NEBÎNIN?'
Ez li vir bang li Serokwezîr dikim; We bi sed hezaran kesên ku beşdarî Newrozê bûn nedît. We ev gel, ev netewe nas nekiriye. Gelo hûn ê vî cinayetê nebînin? Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Dadgê wezîrên kabîneya we ne. Em ê wekî HDP'ê emê dev vî cînayetê bernedin. Rewşekî din a qasî cînayetê wahîm e jî dema ku di 22'yê Adarê de cenaze ji bo bê definkirin bibin rewşa neexlaqî û nehiqûqî berdewam kir. Ava morgê hate qutkirin, wesayita cenaze nehat dayîn. Parlamenterên me û malbatên ku cenaze birin lê xwestin ku vê jî asteng bikin. Cenaze li cihê din ancax hate definkirin. Mafê jiyanê ya ciwanekî ji destê wî hate girtin, ev jî têrê nake zilmê li malbatê jî dikin. Em vê pêkanînê şermezar dikin.
'BI SEDHEZARAN JI POLÎTÎKAYÊN XIRAKIRINÊ RE GOTIN NA'
Armanca esasî astengkirin û provokekirina coşa Newrozê bû. Em spasiyên xwe li sedhezaran dikin ku xwedî li Newrozê derketin. Ligel astengkirina bi sedhezaran kes li dijî polîtîkayên zilmê derketin û gotin 'Na'. Gotin polîtîkayên xirakirinê çareserî nîn e bi vê zanebûnê gotin 'Na'. Riya ku Newroza 2017'an vekir bû riya ku me dibe 'Na' û azadiyê."
'GEL NÎŞAN DA KU SIYASETA QIRKIRINÊ NAS NAKE'
Li ser pirsa rojnamegerekî ya "Ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê hêviyeke we heye" jî Baydemîr wiha got: "Gelê ku beşdarî Newrozê bû rê nîşanî hikûmetê da. Bi milyonan kes ji hikûmetê re gotin ku em ê dev jî nirx û azadiya xwe bernedin. Gel di Newrozê de nîşan da ku di kîjan noqteyê de ye û li hemberî siyaseta şîdetê sekna xwe nîşan da. Em jî bi vê daxwazê re ne. Kesên ku êşa gel wekî êşa xwe nabînin parçe bûn. Ger ku ji niha û pêva hikûmet êşa gel, kêfxweşiya gel parve neke wê parçe bibe. Newroza 2017'an wê cihê xwe di dîrokê de bibîne.
‘GER KURD BIBIN YEK WÊ KEMAL NEYÊN QETILKIRIN’
Hemû Newroz bûn qadên rênîşandanê. Careke din nîşan da ku divê Kurd yeketiya xwe ava bikin. Ger Kurd bibin yek wê Kemal neyên qetilkirin. Gelê Kurd wê di sedsala 21’an de yekitiya xwe ava bike. Newroza 2017’an ji gelek aliyên ve Newrozeke dîrokî bû. Ji bo derketina ji Rewşa Awarte deriyek vekiriye. Bi zilm û zextan nikarin gavan bi gel bidin avêtin. Ev Newroz bû Newroza pêçana birînan. Kesên ku nebin şirîkê êşên gelan mehkumî rizînê ne. Divê vegerin vê riya ku vîna neteweyî nîşan daye. Bi milyonan kesên ku derketin qadan û ji xweliya xwe ji nû ve vejîn wê di 16’ê Nîsanê de jî vîna xwe nîşan bidin. Li pêşiya gelê me bihara azadiyê heye.”
ŞÎMŞEK: EM Ê NEWROZÊ BIGIHÎNIN REFERANDÛMÊ
Cigirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, spasiya gel kir ku h erikînNewrozê û qadan û wiha pêde çû: “Di kesayetiya Botanê de em hemû gelê me yê li Kurdistan û Tirkiyeyê herikîn qadan û daxwazên xwe anîn ziman bi rêzdarî silav dikin. Gelê me li qadan bersiv da êrîşên li ser destkeftiyên me. Xwedî li pêvajoya Birêz Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’yan de danî holê derketin. Gotina gelê me gotina me ye. Em ê vê bibin refeandûmê û em ê careke din deynin holê.
Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan, da zanîn ku peyamên ji bo yekitiya Kurdan hatin dayîn girîng bûn, jinan qad azad kirin û riya gel vekirin.
KOÇYÎGÎT: LI GEL QETLÎAMAN JÎ GEL XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA XWE DERKET
Hevbserdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bi lêv kir ku peyamên ku gelê Kurd û Tirk li qada Newrozê dan gelek girîng bûN û wiha domand: “Newroz ji polîtîkayên AKP’ê re bersiv bû. Ligel qetlîamên li Kurdisantê jî gel nîşan da ku wê teslîm nebin û xwedî li têkoşîna xwe derkevin. Ji bo Newrozê xira bikin me şahidiya provokasyonan kir. Di Newroza Amedê de ciwanê bi navê Kemal Kûrkût bêyî darizandin hate înfazkirin. Lê bibiryarbûna gel a ji bo aştî û azadiyê ev lîstik pûç kir. Em ji malbat û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin ku kesê qetlîam pêk aniye divê bê darizandin. Gelê me di Newroza 2017’an de qerta sor nîşanî AKP’ê da û dengê xwe diyar kir. Wê di 16’ê Nîsanê de hilbijartina girtî bê kirin û wê gelê Kurdistan û Tirkiyeyê bêje Na. Hûn çi dikin bikin nikarin çong bi me bidin danîn û teslîm bigirin. Em wekî HDK hemû gelê xwe yê çar perçeyan ên tevlî Newrozê bûne silav dikin. Bi saya wan li welat deriyê ronahiyê vebûye.”