Bavê Cemîle hate girtin

Cemîle ya 10 salî li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû kuştin û ji ber ku destûr nehatibû dayin bê veşartin, cenazeyê wê li sarincê hatibû bicihkirin. Dewleta Tirk vê carê jî bavê Cemîle Ramazan Çagirga girt."

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk roja 5'ê Tîrmehê avêtibûn ser malan û 30 kes destgîr kiribûn. 4 ji wan doh hatin girtin.

Yek ji kesên hatin girtin jî Ramazan Çagirga ye. Çagirga bavê Cemîle ya 10 salî ye ku 4'ê Îlona 2015'an li Cizîrê di dema "qedexeya derketina derve" de ji aliyê hêzên dewletê ve hate kuştin û ji ber ku destûr nehate dayin bê veşartin, cenazeyê wê li sarincê hatibû hiştin.

Tevî Çagirga, namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Manîsayê Veysî Dûrgût û Selamet Mat û Osman Erkûl jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin û li Girtîgeha Tîpa T a Şirnxê hatin bicihkirin.