Bateyî: Kurdî bi hişmendiya netewî dikare xilas bibe

Nivîskarê Kurd Kahir Bateyî got talokeyeke mezin li ber Kurdî heye û diyar kir, ''Ji bo ku Kurdî geş bibe û tine nebe divê sazî û şexsiyetên Kurd, bi hişmendiyeke netewî stratejiyekê deynin ber xwe.''

Bi minasebeta  15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî nivîskarê Kurd Kahir Bateyî bal kişande ser talokeya li ser Kurdî û got, ''Îro dema ku em li rewşa Kurdî dinerin em dibînin ku talokeyeke mezin li ber heye. Ev talokeyeke wiha mezin e, ne civaka Kurd û ne jî yên ku bi navê civaka Kurd têdikoşin vê nabînin. Yên ku vê talokeyê dibînin tenê bi dehan û bi sedan mirov in. Li gel ew çend xebatên hêja yên TZP'ê Kurdî jî, li gel geşbûna teknolojiyê û ji her demê zêdetir li gel ku pirtûk derdikevin jî Kurî her ku diçe di nav civakê de roj bi roj dihele.

Nifşê nû ji Kurdî pir dûr e. Di nav zarokên Kurd de Kurdî pir kêm tê axaftin. Îro Tirkî li gundan jî ketiye şûna Kurdî. Di nav saziyên Kurd de, di nav  civakê de Kurdî her ku diçe dihele, tine dibe. Heke wih biçe di nav 20 salan de tenê elîtetek wê bi Kurdî biaixive, ji bilî wê zarokên wê elîtê bixwe jî wê bi Kurdî neaxive. Ev jî li Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê dibe mirina Kurdî.''

Bateyî bi berdewamî got, ''Heke hûn ji min biprsin gunehkarê vê, ji dewletê zêdetir siyaset û saziyên Kurdan in'' û  wiha domand: ''Îro Kurdî i nav saziyên Kurd (ji bilî rewşên awarte)li nav siyaseta Kurd zimanekî biyanî ye. Kurdî li ser zimanê siyasetmedarên Kurd zimanekî biyan û reben e. Ên ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin, pêşengiya Kurdan dikin heke Kurdî kêm bikin û lê xwedî dernevkin û miemeleya zimanekî biyan li Kurdî bikin mirov wê ji dewletê çi hêvî bike?

Dewlet jixwe karê xwe dike. Vê dewletê li ser înkara Kurdî xwe ava kiriye. Ji bo ku Kurdî tine bike tişta ku ji dest hat texsîrn nekir û hê jî dike. Ev karê dewletê ye, dewlet karê xwe dike. Stratejiya wê ev e. Ji ber vê em dewletê dikarin fêhm bikin. Lê lê siyasetmedar û saziyên Kurd ku ji dewletê bêhtir Kurdî asîmîle dikin û li Kurdî xwedî dernakevin, miemeleya zimanekî biyan li Kurdî dikin, em ê ji wan re çi bibêjin?''

Bateyî bi domdarî got rewşa Kurdî halê hazir pir kambax e, bi bangên li gel wê negihin deverekê û got, ''Ge hingî wiha hatiye razandin, di vê razandinê de bi qasî dewletê rola siyaseta Kurdî jî heye.'' Bateyî got, ''Bi bangan mirov nikare hişmendiya Kurdî çêbike. Ji ber ku hingî li xwe biyan bûye ti tiştekî têkilî wê di dest de nemaye. Nizane bê ka çi yê wê ye, çi neyê wê ye. Ya ku ne aidî wê ye weke ku aidî wê be dibîne, ya ku aidî wê ye jî weke ku ne aidî wê ye dibîne.

Ango hişmendiya zimên, di nav civakeke wiha de ku hişmendiya netewî li bin daye wê bi bangan tiştek neguhere. Tenê rêyeke vê heye. Saziyên Kkurd û siyaseta Kurd bi hişmendiyeke netewî divê stratejiyekê li ber xwe deynin. Çawa ku dewet ji bo Kurdî, Kurdan asîmîle bike, qirkirina sipî bike stratejiyek i ber xwe danîbe û hê jî li ser vê stratejiyê kêferatê dike ew jî ji bo geşbûna Kurdî û ji bo ku Kurdî tine nebe divê stratejiyekê li ber xwe deynin û hemû Kurdan li dora vê stratejiyê bigihînin hev.''