Başûrê Kurdistanê li dijî Komployê li qadan bû

Bi sedan welatiyên ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û komploger şermezar kirin.

Li gelek navendên Başûrê Kurdistanê welatî daketin qadan û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şemezar kirin û peyamên yekîtiya netewî dan.

QENDÎL

Çalakiyên dijî komploya navnetewî ya li hemberê Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan, li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Bi vê boneyê xelkê gundên Binarê Qendîlê û navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê bi meş û daxuyaniyan komployê şermezarkirin.

Di saetên piştî nîvro de xelkê gundên Navdeştê yên Binarê Qendîlê, ji bo şermezarkirina komployê ji gundê Enzê heya ser cadeya giştî ya Ranya-Çomanê meşek girseyî lidarxistin.

Di meşê de wêneyên Ocalan hatin rakirin û dirûşmeyên "Bijî serok Apo, bê serok jiyan nabe" hatin gotin. Her wiha di meşê de pankarta '15'ê Sibatê roja qirkirina gelê Kurd şermezardikin' hatibû hildan.

SILÊMANÎ

Çalakiyên dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan, li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Bi vê boneyê bi pêşengiya Komîteya Azadiya ji bo Ocalan, li bajarê Silêmaniyê meşek girseyî hate lidarxistin.

Di meşê de nûnerên aliyên siyasî, çalakvan, rewşenbîr, ruh sipiyên Silêmaniyê û sedan welatî amadebûn.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û KCK’ê hatin bilind kirin. Herwiha bê navber dirûşemeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Rêber Apo’ê hatin avêtin.

Piştî meş gihişt ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê, li ser navê Komîteya Azadî ji bo Ocalan, Komîta Jinên Başûrê Kurdistan a ji bo Azadiya Ocalan û Desteya Destpêşxerî ya ji bo Yekîtiya Netewî peyam hatin dayîn.

KOMÎTEYA AMADEKAR: ÊDÎ GELÊ KURD VÊ YEKÊ QEBÛL NAKE

Destpêkê li ser navê Komîta Azadî ji bo Ocalan daxuyaniyek ji aliyê Endamê Komîteyê Şoreş Xidir ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên hovane yên Erdogan ên li dijî gelê Kurd, hemû sinoran derbaz kirine. Êdî gelê Kurd vê bê mafiyê û dagirkeriyê qebûl nake. Pêwîste civaka navnetewî ji îro şûnde bi erka xwe rabe û helwesta xwe nîşan de.”

KOMÎTEYA JINAN: AZADIYA RÊBER APO AZADIYA JINÊ YE

Li ser navê Komîta Jinên Başûrê Kurdistan a ji bo Azadiya Ocalan, daxuyaniyek ji aliyê Wijdan Nuredîn ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li tevayê aliyên Kurdî hate kirin ji bo bibin yek û dawî li tecrîdê bînin. Her wiha hate gotin; “Azadiya Rêber Apo di heman demê de azadiya jina ye, serkeftina îradeya netewa demokratîk û serbixwe ya hemû ferdeke.”

DESTAYA DESTPÊŞXERÎ YA YEKÎTIYA NETEWÎ: ZEXTÊ BIKIN KU YEKÎTÎ PÊK BÊ

Piştre Endamê Desteya Destpêşxeriya ji bo Yekîtiya Netewî Luqman Hesen jî axaftinek kir û got; “Daxwaza me ew e tev bi hev re em zextê li ser aliyên siyasî bikin ji bo nava Kurdan de yekgirtinek çêbe. Ji ber ku bêy yekîtiya netewî nikarin hebûna xwe û destkeftên xwe biparêzin.”

CÎK: LI GORÎ OLA ÎSLAMÊ NABE KESEK AZADÎXWAZ BÊ GIRTIN

Her wiha Endamê Kongreya Cıvaka Îslamî ya Kurdistanê Mela Nadir jî axivî û got; “Di rastiya Îslamê de rê nayê dayîn kesek azadîxwaz û  mirovdost were girtin. Lê mixabin ji ber bêdengiya civaka navnetewî û welatên Îslamê birêz Ocalan niha di girtîgehê de dibin tecrîdê de ye. Ev jî di demek de ye ku li gora rastiya Îslamê nabe balindeyek jî di girtîgehê de were girtin.”

RANYA

Bi heman armancê di saetên piştî nîvro de li navçeya Ranya ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê jî meşa ku bi sedan welatiyên navçeyê beşdarbibûn li ber Baxê Giştî yê Ranya destpêkir heya nava bazara navçeyê berdewam kir.

Di meşê de wêneyên Ocalan hatin hildan û pankarta ku li ser hatibû nivîsîn '15'ê Sibatê tawaneke li dijî mirovahiyê' hildan. Her wiha meşvanan paçên reş bi serê xwe ve girêdabûn.

Piştre li ser navê RJAK û Komîteya Azadiya ji bo Ocalan daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de komplo hate şermezarkirin û hate gotin; "Armanca komployê astengkirina çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û gelên herêmê bû. Bi komployê xwestin kirîza li Rojhilata Navîn kûrtir bikin, ji bo bikarin ji aloziya heyî sûdê wergirin. Divê demildest Rêber Ocalan azad bibe."

Meş bi dirûşemeyên "Bê serok jiyan nabe, kesek nikare roja me tarî bike û azadiya Rêber Apo azadiya jinane" bi dawî bû.

KELAR

Li navçeya Kelarê dibin pêşengtiya Komîteya Azadî ji bo Ocalan de, çalakiyek ji bo şermezarkirina komployê hate organîzekirin. Di çalakiyê de bi dehan welatiyên navçeyê li Parka Leyla Qasim kombûn. Çalakvanan bê navber dirûşmeyên li dijî komployê gotin û wêneyên Ocalan bilind kirin.

Piştre li ser navê komîta amadekar a çalakiyê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de komplo hate şermezarkirin.

ÇEMÇEMAL

Li bajaroka Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê jî bi heman armancê gelek welatî li nava bazara bajarok kombûn. Wêneyên Ocalan hildan û dirûşmeyên li dijî komployê bilindkirin. Piştre li ser navê komîta amadekar daxuyanî hate dayîn, di daxuyaniyê de komlo hate şermezarkirin û banga yekgirtinê li aliyên siyasî yên Kurd hate kirin. Her wiha daxwaz hate kirin tevayê gelê Kurd li dijî tecrîda li ser Ocalan bibin xwedî helwest.

MEXMÛR

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya ‘Kesek nikare Roja me tarî bike’ bi meşek girseyî Komploya 15’ê Sibata 1999’an ku ji aliyê hêzên hegemon ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin.

Meşê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heta Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM) dewam kir. Di meşê de pankarta ‘Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê hilweşîne, bi Rêber Apo re azad jiyan bike’ û dovîzên,‘Kesek nikare roja me tarî bike, bê serok jiyan nabe, 15’ê Sibatê rû reşiya dewletê’ û alên ku PKK, KCK, HPG, YJA-STAR û posterên Ocalan hatin hildan.

Li NÇHM’ê meş vegûherî mîtîngê û di mîtîngê de jî li ser navê rêveberiya wargehê Fedîle Tok axivî. Tok di serî de şehîdên doza azadiyê bibîr anî û hêzên komploger şermezar kir. Tok got: Gelê Kurd heta dawî wê li ser şopa Rêberê xwe bimeşe. Li dijî tecrîdê û komplogeran çawa ku me sala 1999’an bi canê xwe xelekek ji agir li dorî Rêber Apo çêkir niha jî em ê bi heman rengî xelekek ji agir çêbikin.

Piştî axaftinan Tok gel guh dan raman û perspektîfên Ocalan ên ji bo azadiya doza Kurd.

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ bi dawî bû.

ŞENGAL

Li bajaroka Sinûnê ya Şengalê bi pêşengtiya Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê  û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hate lidarxistin.

Meş ji ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir heTa ser rêya sereke ya bajarokê Sinûnê dewam kir. Di meşê de tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê bi sedan xelkê bajarok beşdarbûn. Di meşê de posterên Ocalan hatin rakirin û dirûşmên ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘bijî Serok Apo’ hatin gotin.

Piştî ku meş giha ser rêya sereke ya bajarokê Sinûnê ji aliyê nûnerên Meclîsa Xweseriya Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve axaftin hatin kirin. 

Destpêkê Hevserokê MXDŞ’ê Hisên Hecî axivî  û got; “Ev 21 sal derbas dibin Rêber Apo ji aliyê hêzên desthilatdaran ve hate girtin. Fikra dagirker xwestin fikrê demokrasî tine bikin. Civaka Êzidî nikaribûn bibin xwedî îrade heya ku fermana bi ser wan de nehat û xwe bi fikirê Rêber Apo rêxistin kirin. Bi saya serokatî me xwe rêxistin kir û dengê me li tevahiya chanê belav bû ku em jî hene û xwedî hêz û îradene. Rêya ku em karibin xwe pê ji  fermana xwelas bikin û yeketiya xwe çêkin, fikrê  Rêber Apo ye.”

Li ser navê TAJÊ jî Neam Bedel axivî  komploya 15’ê Sibatê şermezar kir. Bedel bang li tevahiya jinên Êzidî kir ku xwedî li Rêber Ocalan derkevin û got: “Ji ber Serokatî ne tenê ji bo gelê Kurd têkoşîn dike ,gelek kes û civakên din jî ji fikir û felsefeya Rêber Apo sûd werdigrin.”