Başûrê Kurdistanê di petrolê de rojê 40 milyon dolaran winda dike

Windahiya Başûrê Kurdistanê ya petrolê rojê 40 milyon dolar û mehane jî milyarek û 200 milyon dolaran derbas dike.

Di bazara petrolê ya cîhanê de fiyetên petrolê gihiştin lûtkeya du salên dawîn. Fiyeta varîla petrola xav ji 64.19 dolaran tê firotin.

Duh buhayê petrola xav 62.44 dolar bû, vê sibehê jî bû 64.19 dolar. Tê diyarkirin ku operasyona li Siûdî Erebistanê ya li dijî prens û wezîran rê li ber bihabûna petrolê vekiriye.

Li gorî van fiyetan Başûrê Kurdistanê ya ku beriya referandûmê rojê 630 hezar varîl petrol derdixist, piştî ku qadên petrolê ji destê wê derket, rojane 40 milyon dolar û mehane jî milyarek û 200 milyon dolar winda dike.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê piştî êrîşên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî qadên petrolê yên bi navê Baba Gurgur, Bay Hasan û Havana yên li Kerkûkê teslîmî Iraqê kiribû.