Başaran: Hêvî û rêya çareseriyê li Îmraliyê ye

Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Başaran nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Ji bo qedandina şerê li Kurdistanê yekane rêya çareseriyê Îmrali ye."

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer, ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve jî malbat nikarin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Ayşe Acar Başaran li ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji ANF'ê re axivî.

'TECRÎDÊ BI KOPLOYA NAVNETEWEYÎ DEST PÊ KIR'

Başaran da zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi komploya navneteweyî ketiye meriyetê û wiha axivî: "Ji sala 1999'an û vir ve dema Birêz Ocalan bi komploya navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin, tecrîdeke giran li ser heye. Tevî ku car caran heyet çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin jî tecrîd ti carî ranebû. Bi tecrîdê hemû hêzên serdest li Kurdistan û Tirkiyeyê proje û planên xwe raxistin ber çavan. Birêz Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne û îradeya milyonan temsîl dike. Bi milyonan kesî jî bi îmzeyan ev yek nîşan da ne û Ocalan weke îradeya xwe bilêv kirine."

'GELÊN TIRKIYEYÊ TÊN TECRÎDKIRIN'

Başaran anî ziman ku tecrîd li ser jiyana hevpar a gelan e û wiha pê de çû: "Eger tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, wê dawî li krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê jî bê. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan e, tecrîd li ser jiyana bi hev re ya gelên Rohilata Navîn, bawerî û civakê ye. Tecrîd, doprêçkirina li Îmraliyê û birîna têkiliya bi gel re derbas kiriye û veguheriye sîstemeke ku bandorê li tevahiya civaka Tirkiyeyê dike. Hêzên serdest, hikûmeta AKP û MHP'ê bi tecrîdê dixwazin plan û pirojeyên xwe li Tirkiyeyê têxin dewrê û ji bo vê yekê jî têkiliya Birêz Ocalan bi civakê re dixwazin bibirin."

'LI WELÊT ŞER GIRAN DIBE'

Başaran bal kişand li ser polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê û wiha dom kir: "Li welat her roj şer giran dibe. Hikumeta AKP'ê bê ku li welêt şer kûr bike nikare dewletê bi rê ve bibe. AKP bi şer dixwaze xwe li ser lingan bigre û welat bi rêve bibe. Haya AKP'ê jê heye ku gotinek û hêzek li hemberî şer derkeve û qala aştiyê bike dê ew hîn zûtir têk biçe û ji bo vê yekê jî tecrîdê kûr dike. Dewlet jî, her kes jî dizane eger bê xwestin dawî li vî şerê li Rojhilata Navîn, şer û komkujiyên li Kurdistanê bê, hêvî, ronahî û rêya çareseriyê li Îmraliyê ye."

'TECRÎD DI HEMAN DEMÊ DE LI DIJÎ JINAN E'

Başaran bilêv kir ku di bingeha xwe de tecrîd li dijî jinan e û got, "Ev tecrîd her roj rê li ber kuştina jinan vedike û li hemberî destketiyên jinan e. Em ê li her qadê li hemberî tecrîdê eniya berxwedanê mezin bikin. Bila ev yek baş bê zanîn; azadiya Birêz Ocalan, azadiya jinan, azadiya tevahiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Eger Birêz Ocalan azad bibe wê Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiye bêhtir aram bibin."