Başaran: AKP mîna DAÎŞ'ê êrişê dibe ser goristanan

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku di sedsala 21'ê de tenê desthilatdariya AKP'ê êrişê dibe ser goristanan û got, "Desthilatdariya AKP'ê li Tirkiyeyê mîna DAÎŞ'ê êrişê dibe ser goristanan."

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran têkildarî êrişên li dijî goristanan ku demên dawî zêde bûn li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên jin ên HDP'ê û endamên Meclîsa Jinan di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Ayşe Acar Başaran bal kişand ser êrîşên li dijî gor û goristanê zarokên Kurdan û wiha got: "Desthilatdariya AKP'ê şerê li dijî gelê Kurd bi tazîkirina cenazeyê Ekin Van a li Gimgima Mûşê jiyana xwe ji dest da, da destpêkirin. AKP'ê şer bi êrîşa li ser cenazeyan dan destpêkirin. Şer li ser goristanan dan destpêkirin. Bi taybetî Goristana Xerzanê ya Bedlisê cenaze revandin û bi hezaran kîlometre birin Saziya Tipa Edli ya Stenbolê."

Başaran anî ziman ku niha bi rêya cenazeyan êşkenceya li malbatan dikin û wiha got: "Hêj 267 cenazeyên birine Stenbolê radestî malbatan nekirine. Destûr nedan ku malbat bi merasiman cenazeyê xwe defin bikin. Destûr nadin malbat cenazeyê xwe defin bikin. Destûr nadin mela li ser cenazeyan nimêj bikin. Maşîneyên cenazeyan nedan malbatnan. Êrîşî cenazeyan kirin. Ev pêkanîn di cîhanê de mînakên yekemîn e. Bi rêya cenazeyan îşkenceyan li malbatan dikin. Kêlê cenazeyan dişkînin."

Başaran, bal kişand ser polîtikayên AKP-MHP'ê yên şerê li dijî Kurdan û wiha got: "Em dizanin ji 2015’an heya îro îttîfaka AKP û MHP li ser nirxê kurdan, li ser rûmeta kurdan dest dirêjiya pêk tînin. Em dizanin ev êrîş ne ji rêzê ne. Ev êrîş bi siyaseta şer ve girêdayî ne. Ev êrîşek bê ehlaq û bê nîzam e. Daxwaziya wan, dîroka kurdan, hebûna kurdan, nasnameya kurdan bê li ser van goristanan tune bikin. Daxwaziya wan, me bêrûmetiyê re rû bi rû bihêlin. Daxwaziya wan di pêşerojê de mîna Şêx Seîd, Seyîd Riza, dîroka gelê kurd tûne bikin û gelê kurd bê dîrok bihêlin."

DIVÊ KURD BIBIN YEK Û DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Başaran, bal kişand ser yekîtiya Kurdan û wiha lê zêde kir: "Li hemberî van êrîşan, divê em gelê kurd bi yekitiya xwe em deng bilind bikin. Îro êrîşa ku li Bakurê Kurdistanê li ser goristanan didomin. Mîna êrîşên ku çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî Rojava pêk dianî ye. Ev siyaset, ev nêrin ji hev ne dûr in. Her dû jî li ser tune kirina gelê kurd, li ser tune kirina gelan, li ser parçe kirina kurdan xwe saz dikin û mezin dikin. Ji ber vê yekê dive em wekî gelê kurd xwedî nirxê xwe, rûmeta xwe, dîroka xwe derbikevin. Ev kesên ji bo paşeroja gelê kurd li berxwedane, divê em jî xwedî li hebûna wan û navê wan derbikevin."

EM BIBIN DENGÊ DAYIKA LI SER GORA KEÇA XWE NOBETÊ DIGIRE

Başaran, bang li gelê Kurd kir û got: "Ji ber vê yekê banga me ji gelê kurd re heye, di serî de ji jinên kurd re heye, ku em dizanin di her demê şer, êrîşên giran de jinên kurd pêşengtiya xwe li hemberî vê siyaseta qirêj deng bilind kirine, sekna xwe nîşan dane û kirine ku ev êrîş têk herin. Em bawerin ew dayika me ya ku îro li ser gora keça xwe nobetê digire ku ev gor neyê xirakirin û kişandin, em dikarin bibin dengê wê. Em piştgiriyê bidin wê dayikê. Çend rojên din Roja Dayikan e. Îro roja dayikan be, lê di roja dayika de dayik li ser goristana zarokên xwe nobetê bigire, ev bê rûmetiyek mezin e ji bo me teva. Ev eybek, şermek mezin e ji bo me teva. Ji ber vê divê em xwedî dengê dayika xwe derbikevin û li hemberî vê siyaseta qirêj. Bi hev re em bikin ku ev sîstem û ev êrîş têk here. Em bawer dikin ku di paşerojê de jiyanek bi hev re û bi rûmet û serbilind saz bikin.

AKP HER TIŞTÎ ASAYÎ DIKE

Me di salên 1990'an de dît ku guhê cenazeyan hatin jêkirin. Serê cenazeyan hatin jêkirin. Lê ev bi dizî û veşarî dikirin. Çend roj berê Wezîrê Karên Hundir Suleyman got, 'Bila perçe perçe bikin û di medya civakî de parve bikin'. Ev nîşana destpêka vê pêvajoyê ye. Vê carê êşkere dikin. Ev pêvajoya wekî salên 1990'an bi awayekî tarî û veşartî nayê kirin. Ev eşkere û li ber çavan tê girtin. Kesên vê yekê dikin bê ceza tên hiştin. Yên wê demê ev kiryarên tarî kirin li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa hatin darizandin. Li Dadgehên Navneteweyî hatin darizandin. Lê îro AKP vê yekê asayî û normal dike. dixwaze civak vê yekê qebûl bike. Ev meseleya gor û goristanan birsgirêka hemû civakê ye. Em niha di mehek pîroz re derbas dibin. Di olê îslamêde tê gotin ku piştî mirov mir, hemû sûcê li ser mirov radibe. Lê Serokê Dîyanetê bi gotinên nifrînê nêzîk dibe. Em dipirsin: Di baweriya îslamê de îşkenceya li cenazeyan heye? Di olê îslamê de bi cenazeyan îşkenceya li malbatan heye? Di olê îslamê de bê kefen definkirina cenazeyan heye? Destûrnedayîna şîna malbatan heye? Şikandina kêlê goran heye? Ne tenê di olê îslamê de di hemû baweiyan de tiştekî wisa tune. Sûcê vî şerî li aliyekî êrîşa cenazeyan e, li aliyê din dijminantiya jinê ye. Dijberiya şer xwedîderketina aştiyê ye. Em li vir bang li hemû kesên xwedî bawerî û wîcdan dikin. Em dibêjin werin em li dijî siyaseta AKP'ê û cudakariya goristane dengê xwe bi hevre bilind bikin. Em bi hevre dengê dayikên ku li ber gorên xwe nobetê digirin bilind bikin. Em destûr nedin ku zagona înfazê ya cudakariyê dixe nava girtiyan erê bikin. Em destûr nedin ku ev siyaseta şer pêş bikeve."

Başaran, herî dawî anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê di vê pêvajoyê de li Mûş, Wan û Çewlikê êrîşî goran dike û got: "AKP bi vê polîtika şer a dijminatiya jinê dixwaze desthilatdariya xwe berdewam bike. Siyaseta ku dixwaze jinan di temenê biçûk de li malê hepis bike; siyaseta tacîz û tecawizê rewa dike. Bi vê qanûna înfazê dixwaze her tiştî rewa bike. Em hemû jinên ku têkoşîna li dijî şer, têkoşîna demokratîk û azadiya jinê didin bi hevre dengê xwe bikin yek û li dijî van polîtîkayan derkevin."