Barzanî têkildarî referandûmê daxuyanî da

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di daxuyaniya ku têkildarî referandûma li Başûrê Kurdistanê de ragihand ku wê sibê biryara xwe bidin.

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, li Hewlêrê têkildarî referandûma serxwebûnê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.

Barzanî diyar kir ku ji bo Iraqek demokratîk di nava hewldanan de ne û wiha got; “Ger Kurd neban, wê li Mûsil, Nînova, Enbar û Diyalayê winda bikirina. Şêweyê rêveberiyê hat guhertin lê zihniyet nehat guhertin. Dewleta ku me li ser lihevkirî veguherandin dewleta mezhebiyê.”

Barzanî diyar kir ku wê sibê biryara xwe bidin û destnîşan kir ku wê sibê destpêkirina pêvajoyeke demokratîk be.

Ji bo referandûmê wê sibê seat 08.00’an de dengdan dest pê bike. Komîsyona referandûmê li herêmê sibê betlane îlan kir. Komîsyonê diyar kir ku li nuqteyên hilbijartinê yên li bajarê Hewlêrê wê sindoq werin bicihkirin û amadekariyên dawî hatine kirin.