Barzanî li xwe mikur hat: Me Kerkûk teslîm kir
Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî got, wan herêmên ji aliyê Heşdî Şabî ve hatine dagirkirin bi rengekî aştiyane teslîm kirine û ji bo pêşmerge şer nekin ketine nava hewldanan.
Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî got, wan herêmên ji aliyê Heşdî Şabî ve hatine dagirkirin bi rengekî aştiyane teslîm kirine û ji bo pêşmerge şer nekin ketine nava hewldanan.
Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê li xwe mikur hat, ku wan Kerkûk û gelek herêmên din teslîmî Heşdî Şabî û artêşa Iraqê kirine. Barzanî diyar kir, ku ji bo pêşmerge şer nekin wan hewl dane û herêmê hatine dagirkirin jî 'bi rengekî aştiyane' teslîm kirine.
Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, li ser operasyona 16'ê Cotmehê ya Heşdî Şabî û artêşa Iraqê ku Kerkûk û gelek herêm kontrol kirin, daxuyaniyek da û li xwe mikur hat.
Barzanî hewl da dagirkirina Kerkûk û herêmên li derdorê vebêje û got, ji bo pêşmerge li ber xwe nede, wî bi xwe hewl daye. Barzanî diyar kir, ku herêmên navborî 'bi rengekî aştiyane' radestî Heşdî Şabî û artêşa Iraqê hatine kirin.
Daxuyaniya Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî wiha ye:
"Artêşa Iraqê, bi taybetî jî Heşdiyan bi rengekî bê sînor êrîş kirin. Ji bo pêşmerge li ber xwe nedin û şer nekin, me hewl dan. Herêmên navborî bi rengekî aştiyane hatin teslîmkirin."
Mesûd Barzanî îdîa kir, ku ji bo xwîn neyê rijandin pêşmerge li ber xwe nedaye.
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî roja 16'ê Cotmehê êrîşî 40 ji sedî yê axa Başûrê Kurdistanê kiribû û hêzên PDK û YNK bêyî li ber xwe bidin xwe ji herêmê vekişandibûn.
Rayedarên pêşmergeyan dabûn xuyakirin ku fermana neketina nava şer ji jorê ve hatiye.