Baroyên Bakurê Kurdistanê: Divê daxwazên girtiyan bi cih were

Baroyên li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Baroya Çewligê li hev civiyan. Baroyan bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û xwestin bila daxwazên girtiyan bi cih were.

Serokên Baroyan ên bajarê Amed, Mêrdîn, Wan, Riha, Êlih, Semsûr, Agirî, Çewlig, Dêrsim, Bedlîs, Colemêrg, Mûş, Sêrt, Şirnexê li Çewligê kom bûn û civîn li dar xistin.

Serokên baroyan encamnameya civîna xwe bi daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de xebatkarên tenduristiyê yên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn û 14'ê Adarê Cejna Tibê li bijîşkan û kedkarên tenduristiyê hat pîrozkirin.

Serokên baroyan di daxuyaniyê de bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û hat xwestin dawî li tecrîdê û binpêkirinên mafan werin anîn û demildest daxwazên girtiyan werin qebûlkirin û divê hikumet gavan biavêje.