Baroyan ji bo Heskîfê banga piştgiriyê kirin

Baroyên Amed û Êlihê li Heskîfa ku bi dînamîtan tê hilweşandin daxuyanî da û bang li hemû kesi kirin ku piştgiriyê bidin Heskîfê.

Heyeta ji parêzerên baroyên Amed û Êlihê pêk dihat, piştî dîmenên hilweşîna şikeftên dîrokî yên Heskifê di medya de belav bûn hatin Heskîfê û lekolîn kirin. Parêzeran ji Heskîfê bang kirin û xwestin dîroka Heskîfa 12 hezar salan nekin qurbana bendava 50 salî. Ozmen, helwesta dewletê jî rexne kir û anî ziman ku li şûna dewlet dîrokê ronî bike, tarî dike.

Îktidara AKP'ê demek dirêj e li ser çemê Heskîfê bendavê ava dike. Di çarçoveya xebatên avakirina bendavê de hem warê dîrokî talan dike û hem jî bi dînamêtan şikeftên dîrokî hildiweşîne. Şîrketên ku li Heskîfê înşaeta bendavê çêdike di 14'ê Tebaxê de bi dînamîtan şikeft xera kirin. Piştî vê bûyerê parêzerên baroyên Amed û Êlihê heyetek ava kirin û hatin Heskîfê û lekolîn kirin. Heyeta parêzerên Amedê ku Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî di nav de ligel baroya Êlihê li Heskîfê welatî û esnaf ziyaret kirin. Heyet piştre çû cihê ku bi dînamêtan hat xerakirin, lêkolîn kir û agahî kom kirin. Pişti ziyaret û lêkolînê heyeta Baroyan daxuyanî da. Li ser navê baroyan Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen daxuyanî da û wiha got: "Dîroka Heskîfa 12 hezar salan nekin qurbana bendava 50 salî. Agahiyên ku me kom kirin mirovan pir xemgîn dikin. Tat û latên mezin bi dînametan perçe dikin. Me bi esnaf, welatî û gelê herêmê re hevdîtin pêk anî. Welatî naxwazin cih û warên xwe terk bikin. Naxwazin cih û warên wan di bin avê de bimîne. Lê ji ber cih û warên wan hatiye îstimlaqkirin nikarin tiştekî bikin."

'HESKÎF MÎRATEYA MIROVAHIYÊ YE'

Ozmen, anî ziman ku ji ber Heskîf di bin avê de dimîne, welatî ji neçarî diçin Heskîfa nû. "Li cihê ku berê lê dijîn û niha tê avakirin bi qasî çiya ferq heye. Heskîf di dîroka mirovahiyê de mîrateya herî mezin e. Mîrateya şaristaniyan e. Dîroka wê ya 12 hezar salan heye. Bi dehan şaristanî hatin vir û çûn. Di cîhanê de mînaka vir tune ye. Lê dîroka 12 hezar salan a Heskîfê dikin qurbana bendava 50 salan. Li gel cihê tên xerakirin 400 şûnwarên din jî tên xerakirin. Di her şûnwarî (Hoyuk) de dîrokek heye. Li şûna ku dewlet van hoyukan lêkolîn bike û dîrokê ronî bike, vê dîrokê di bin avê de dihêle û tarî dike.

'PÊWÎST E HEMÛ KES PIŞTGIRIYÊ BIDIN HESKÎFÊ'

Ozmen, herî dawî anî ziman ku rayedarên dewletê dîroka Heskîfê ya 12 hezar salan dikin qurbana 50 salan û xwest her kes li dijî xerakirina Heskîfê bi wan re di nava piştgiriyê de bin.”

Heyet piştî daxuyaniyê çûn bi Walîtiya Êlihê wê di saet 16:00'an li hev bicivin.