Baroya Rihayê: Kesên li Pirsûsê hatin destgîrkirin rastî êşkenceyê hatin

Baroya Rihayê ragihand ku Mehmet Samur, Adle Samur û Reşat Yilmaz ên li Pîrsûsê hatin destgîrkirin rastî êşkenceyê hatine.

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê ragihand ku Mehmet Samur, Adle Samur û Reşat Yildiz ên li navçeya Pîrsûsê hatin destgîrkirin rastî êşkence û muameleya xerab hatine. Baroyê li ser hesabên medyaya sanalê ya ÎHM’ê ragihand ku, di encama giliyê de wan bi kesên destgîrkirî re hevdîtin pêk anîne û got ku 2 kes rastî êşkenceya fîzîkî hatine.

Daxuyaniya Baroyê wiha ye:

“Di encama giliyê ku 2’ê Adarê roja Pêncşemê hat kirin de, navenda me bi welatiyên ku rastî êşkence û muameleya xerab hatine bi Omer Şahîn, Ahmet Taş û Fatîh Duzgor re hevdîtin pêk anîn. 2 mêr û jinek hatin destgîrkirin û hat dîtin ku 2 kes rastî êşkenceya fîzîkî hatine. Kesên hatine destgîrkirin ragihandin ku hatine êşkencekirin. Her çendî êşkence û muameleya xerab bi awayekî berçav xuya bû jî, hat diyarkirin ku Protokola Stenbolê ji aliyê bijîşkan ve nehatiye bicihanîn û pêvajoya nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hatiye meşandin. Êşkence û muameleya xerab dê ji aliyê navenda me ve bê tomarkirin û derbarê polîsên ku êşkence û muameleya xerab bikar tînin û personelên cemaweriyê yên ku erka xwe îhmal dikin dê giliyê sûc bê kirin. Rapora Navenda me ya li ser Êşkence û muameleya xerab wê di nava hefteyê de bê weşandin.”