Baroya Amedê: Wesayitên zirxî bi dehan zarok kuştin

Baroya Amedê diyar kir wesayitên zirxî, mayin û çekên bermayên şer di nav 11 salan de bûne sedema kuştina bi dehan zarokî.

Baroya Amedê rapora têkilî ,''Ji ber wesayitên zirxî, mayin û bermayên şer binpêkirnia mafê zarokan'' li Hêwana Konferansê ya Tahir Elçî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand. Serokê Baroya ASmedê Nahît Eren û endamên Komîsyona Mafê Zarokan, endamên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) jî li civînê hazir bûn.

Serokê Baroyê Nîhat Eren got polîtîkayên milîtarîst xasma li Kurdistanê dibine sedema gelek mafê mirovan. Eren diyar kir rapor li ser salên 2011-2022'an e û got, xasma jî 'pêvajoya çareseriyê' bi dawî bû, sala 2015'an binpêkirin zêde bûne. 

Eren her wiha got mirina ji ber wesayitên zirxî tenê li bajarên Bakurê Kurdistanê çêdibin.

Ji Komîsyona Mafê Mirovan Ozlem Ender û Şoreş Deniz Tugrul jî daneyên raporê dane. 

Li gorî raporê di nav 11 salan de li bajaren Kurdistanê wesayitên zirxî yên Tirk 21 zarok kuştine, 27 jê birîndar bûne û li Herêma Marmarayê ya Tirkiyê jî zarokek bi wesayita zirxî hatiye kuştin.

Ozem Ender û Şoreş Deniz Tugrul diyar kirin mirina zarokan xasma dema êrîşên dewleta Tirk ên li ser  bajarên Kurdistanê, dema Berxwedana Xwerêveberiyê zêde bûne, di navbeyna salên 2016-2018'an hijmara mirî û birîndaran zêde bûye. 

Di raporê de hate gotin di nav 11 salan de wesayitên zirxî bûne edema mirin û birîndarbûna 49 kesan.

Her wiha hate diyarkirin ji ber polîtîkayên milîtarîst ku navbeyna salên 2016-2018'an zêde bûyî, ev rûdan pêk hatine.

Li gorî raporê li bajarên Kurdsitanê 45 kes hatine kuştin, 126 kes birîndar bûne, her wiha li Akdenîz û Egeyê jî 9 kes birîndar bûne û hate destnîşankirin kuştin û birîndarkirin ji ber polîtîkayên cezanekirinê ye, daraza Tirk berpirsên van kuştinan û birîndarbûnan diparêze.